Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Amerîka sîstema berevanîya asmanî ya Patryotê li Îraqê bi cih dike

AFP

Di vê wêneya ji arşîv de, batrîyên Mûşekên Patryot ên Amerîkî li serbazgeheke asmanî ya hevpeymanîyê ne di Nîsana 2003an de li biyabana başûrî ya Îraqê. [Tim Sloane/AFP]

Di vê wêneya ji arşîv de, batrîyên Mûşekên Patryot ên Amerîkî li serbazgeheke asmanî ya hevpeymanîyê ne di Nîsana 2003an de li biyabana başûrî ya Îraqê. [Tim Sloane/AFP]

Amerîkayê batrîyên sîstema berevanîya asmanî ya Patryotê li serbazgehine Îraqî bi cih kirine bo parastina hêzên Amerîkî yên ku vê dawîyê bûbûn armanca mûşekên Îranî, çavkanîyên serbazî yên Amerkî û Îraqî Duşemê (30ê Adarê) ragihandin.

Waşinton û Bexdayê bicihkirina sîstema berevanîyê ji meha Kanûna Duyem de gotûbêj dikin, dema ku Tehranê bi mûşekên balistî serbazgeha Eyn Esed, ya ku mêvandarîya hêzên Amerîkî û yên Hevpeymanîya Navdewletî dike, armanc kir.

Yek ji batrîyên Patryot heftîya borî li Eyn Esedê hatiye bicihkirin, li gorî berpirsekî Wezareta Berevanîya Amerîkî û çavkanîyeke serbazî ya Îraqî.

Batrîyeke din li serbazgehekê li Hewlêrê hatiye bicihkirin, li gorî berpirsekî Amerîkî.

Du batrîyên bo Îraqê hatine terxankirin hîn li Kuwêtê ne, li gorî heman berpirsî.

Sîstemên Patryot ji radarên performansbilind û mûşekên rêgiramêz ên dikarin mûşekên balistî li asman biteqînin pêk tên.

Di heftîyên borî de, Hevpeymanîya Navdewletîhêzên xwe li Îraqê kêm kirin, û Dûşemê ji serbazgeheke li Mûsilê vekişîyane, ku ev cihê çarem bû ku ew di vê mehê de vala dikin.

Berpirsên hevpeymanîyê dibêjin ku armanca rasteqîn ew e berdewamkirina piştgirîkirina hêzên Îraqî yên ku şerê paşmahîyên "Islamic State of Iraq and Syria" (DAIŞ) dikin, lê "ji serbazgehên kêmtir û bi serbazên kêmtir".

Hevpeymanîyê herwiha bi awayekî demkî bi sedan rahîner vekişandin ji ber ku artêşa Îraqî hemû rahînan ji destpêka Adarê ve rawestandin bo kêmkirina xeterîya belavbûna petaya vayrûsa Koronayê yan nû (COVID-19) di nava hêzên wê de bo asta herî nizm.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500