Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rokêt li Navçeya Kesik li Bexdayê dikevin, hevpeymanîya bi serkêşîya Amerîkayê bingehekê vala dike

AFP

Emîd Vincent Barker (Rast) ê Hevpeymanîyê û lîwayê rukin ê Îraqê Muhemed Fadil Ebas destên hev dihejînin di merasîmên vekişînê de li serbazgeha asmanî ya Geyarayê, li nêzî Mûsilê, roja 26ê Adarê, ku hêzên bi serkêşîya Amerîkîyan di sala 2017an de alîkarîya Îraqîyan kirin da plan bikin da ku şer li dijî DAIŞê bikin li nêzî Mûsilê . [Ehmed Rubeyî/AFP]

Emîd Vincent Barker (Rast) ê Hevpeymanîyê û lîwayê rukin ê Îraqê Muhemed Fadil Ebas destên hev dihejînin di merasîmên vekişînê de li serbazgeha asmanî ya Geyarayê, li nêzî Mûsilê, roja 26ê Adarê, ku hêzên bi serkêşîya Amerîkîyan di sala 2017an de alîkarîya Îraqîyan kirin da plan bikin da ku şer li dijî DAIŞê bikin li nêzî Mûsilê . [Ehmed Rubeyî/AFP]

Du rokêt li Navçeya Kesik a baş ewleh li paytexta Îraqî Pêncşemê (26ê Adarê) ketin, çend demjimêran berî ku hêzên bi serkêşîya Amerîkayê ji bingeheke duyem li welat vekişin.

Dora 7,500 serbaz li Îraqê ne di çarçoveya hevpeymanîya bi serkêşîya Amerîkayê bo alîkarîkirin bi hêzên Îraqî re di nehiştina paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de, lê ev hejmar bi awayekî berçav vê mehê hatine kêmkirin.

Hevpeymanî bi awayekî demikî hinek rahîneran vedigerîne welatên wan di çarçoveya tedbîreke parêzî de li hember petaya vayrûsa Koronayê de û hêzên wê ji hemû bingehên Îraqî vedikişin.

Ev bingeh û balyozxane, bi taybetî a Amerîkî, bûne armanca bêhtir ji 24 êrîşên bi rokêtan ji dawîya Cotmehê de.

Berî berbanga Pêncşemê, du rokêt li qadeke vala li nêzî baregehên ewlehî yên Îraqî li Navçeya Kesik ketin, ku avahîyên hikûmetê û balyozxane li wir in, hêzên ewlekarî yên Îraqî di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Çavkanîyeke ewlehî ya Îraqî ji AFP re eşkere kir ku dibe armanc balyozxaneya Amerîkayê bû, ku komavahîyeke berfireh e ku çend sed mitran dikeve alîyê başûr de li ser beravên Diclayê.

Paşê zembûrên hişyarkirinê li Navçeya Kesik hatin bihîstin.

Tu qurbanî nehatine ragihandin, lê êrîşên berê xwînrêj bûn.

Hevpeymanî didikişe

Destpêka vê mehê, du serbazên Amerîkî û leşkerekî Birîtanî di êrîşeke bi rokêtan de li ser serbazgeha Tajî li bakurê Îraqê, ku piştî du rojan careke din hat armanckirin, hatin kuştin.

Her 5,200 serbazên Amerîkî yên li bingehên Îraqî pişta hêza hevpeymanîyê, ya ku alîkarîyê di nehiştina şanên razayî yên DAIŞê li seranserê welat de dike, pêk tînin.

Îraqê di dawîya 2017an de binxistina DAIŞê ragihand, û hevpeymanî aniha planên ku sala par hatin dariştin bo bihêzkirina hebûna serbazên wê li seranserê Îraqê bi cih tîne.

Dora 300 serbazên hevpeymanîyê ji bingeha Qaimê a li rojavayê Îraqêdi nîvê Adarê de derketin, û ew bi temamî radestî hêzên Îraqî kirin.

Pêncşemê, serbazên bêhtir kara derketina ji serbazgeha asmanî ya Geyarayê, li nêzî Mûsilê, li bakurê Îraqê dikirin, ku hêzên bi serkêşîya Amerîkîyan di sala 2017an de alîkarî bi Îraqîyan re di plankirina şerê li dijî DAIŞê de kirin.

Di heftîyên werê de, ew dê ji bingeha firehkirî li Kerkûkê derkevin.

Êrîşên bi rokêtan li Geyara û Kerkûkê di mehên dawî de hatin pêkanîn, ku di êrîşa di dawîya Kanûna Yekem dekarmendekî bi girêbest ê Amerîkî hat kuştin, li nêzî Kerkûkê.

Amerîka Ketaib Hizbulah bi wan êrîşan sûcdar kir, ku ew milîseke ser bi Îranê ve ye û li jêr sîwana Hêzên Heşda Şaebî ye.

Heşda Şaebî bi fermî bûye beşek ji hêzên ewlekarî yên dewleta Îraqî lê hîn hinek komên tundrew bi tena serê xwe dixebitin.

"Heman alî"

Lê êrîşên vê mehê ji hêla komeke nenas ve bi navê Usbet el-Sairîn (Hevgirtina Şoreşgêran) hatin angeştkirin.

Di vîdyone li ser înternêtê hatine belavkirin, zilamên rûnixumandî ku çekan hildigirin soz didin ku tola "qurbanîyên" êrîşên asmanî yên Amerîkî li ser hêzên Îraqî hilînin.

Lê hevpeymanî texmîn dike ku kom hevgirtineke baş naskirî be, hevgirtina komên li dijî Amerîkayê.

"Ew heman alîyên berê ne, lê wan xwe bi awayekî cuda organîz kiriye," berpirsekî hevpeymanîya bi serkêşîya Amerîkayê ji nûçegehanan re ragihand.

Di heman demê de hevpeymanîya navdewletî hêzên rahîner ên ku hêzên Îraqî perwerde dikirin ji nû ve belav dike.

Rahîner dora sêyeka hêza hevpeymanîyê pêk tînin.

Hêzên Brîtanî, Fransî, Awstralî û Çîkî yên ku perwerdeya hêzên Îraqî dikirin bi awayekî demikî bo welatên xwe hatin şandin piştî ku Bexdayê xebatên rahînanê rawestandin bo rêgirtin li ber ber belavbûna COVID-19.

Herî kêm 29 Îraqî ji ber nexweşîyên henaseyê mirin û dora 350 haletên din hatine piştrastkirin, li gorî hikûmeta Îraqî.

Lê tirs ew e ku hejmara rastî mezintir be, ji ber ku dora 2,000 kesan ji 40 milyon Îraqî hatine pişkinînkirin.

Dibe ku zêdebûna di hejmara haletan de sîstemê tendirustî yê kambax felc bike, yê ku ji ber şer û nebûna budceya pêwîst wêran bûye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500