Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îran mûşekan diavêje baregehên Îraqî yên ku hêzên hevpeymanîyê û yên Amerîkî dihewînin

AFP

Di vê wêneyê de ku di 11ê Mijdara 2014an de hatiye kişandin, leşkerên artêşa Îraqî di konfranseke li ser şerê DAIŞê li baregeha hewayî ya Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê de tên dîtin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Di vê wêneyê de ku di 11ê Mijdara 2014an de hatiye kişandin, leşkerên artêşa Îraqî di konfranseke li ser şerê DAIŞê li baregeha hewayî ya Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê de tên dîtin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Îranê komeke mûşek roja Çarşemê (8ê Kanûna Duyem) avêtin baregehên Îraqî yên hêzên Amerîkî û yên bîyanî yên din dihewînin, hêzên ku weke beşekî şerê hevpeymanîyê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) belav bûne.

Ev yekem car e ku êrîş ji alîyê hêzên di hundirê Îranê de pêk tê li şûn hêzên wekîl, êrîş qonaxeke nû di şerê di nav Amerîka û Îranê de nîşan dide.

"Îranê bêhtir ji deh mûşekên balistî avêtine hêzên hevpeymanîyê û yên artêşa Amerîkî li Îraqê," Pentagonê got.

"Dîyar e ev mûşek ji Îranê hatine avêtin û herî kêm du baregehên serbazî yên Îraqî ku hêzên hevpeymanîyê û yên artêşa Amerîkî dihewînin armanc kirin," wê anî ziman.

Mûşekan baregeha hewayî ya Eyn el-Esed ya berfireh li rojavayê Îraqê û baregehek li Hewlêrê armanc kirin, ku hêzên hevpeymanîya navdewletî û yên Amerîkî dihewînin.

Rêberê bilind ê Îranê Elî Xameneî, yê ku her tişt di dest wê de ye, got ku ev "şiqamek li ser rûwê" Amerîkayê bû lê tolhildan hîn tê.

Dezgeh "serferber in"

Pentagonê got ku dezgeh "serferber in" piştî çend rojên tengijîna zêde.

Ofîsa serokwezîr Adil Ebdul Mehdî got ku wan "peyamek devkî fermî" ji Îranê wergirtîye ku êrîşên wan li ser hêzên Amerîkî nêz in.

Peyvdarekî serokwezîr jî got ku Waşingtonê bi ofîsa wan re axivîye di eynî dema êrîşan de.

Daxuyanîyê got ku "Îraq çi binpêkirineke serwerîya xwe û çi êrîşan li ser erda xwe red dike."

Artêşa Îraqî ragihand ku wan tu zîyan nedîtiye û 22 êrîşên bi mûşek pêk hatine, piranîya wan li Eyn el-Esed ketin.

Serokê Amerîkayê Trump got ku tu zîyan nînin û "her tişt temam e."

Fransa jî got ku wan tu zîyan nedît. Lê Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab nîgeranîya xwe der barê "raportine zîyanan" de anî ziman.

Raab got ku "em vê êrîşa ku baregehên hêzên hevpeymanîyê tê de ne-- di nav de yên Brîtanî-- şermezar dikin. "Em der barê raportên zîyanên canî û bikaranîna mûşekên balistî de nîgeran in."

Artêşa Nowêcî ragihand ku hêzên hevpyemanîya navdewletî berî êrîşê ji hêla kenalên hewlagirîyê ve hatin hişyarkirin.

Îran êrîşên bi mûşek angaşt dike

Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ragihand ku wan bi dehan mûşek avêtin Eyn el-Esed weke bersiv bo êrîşa Amerîka li ser Bexdayê ku tê de fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî hat kuştin.

Herwiha hişyar kir ku eger êrîşeke dijber ji hêla Amerîkayê pêk were ew ê "bersivine xurttir bidin" û gefa êrîşan li Îsraîl û "hikumetên alîgir" ji Amerîka re xwar.

Di axaftinekê de li ser televîzyona hikumî, Xameneî got ku "bûyereke giring pêk hat. Mijara tolhildanê tiştekî din e."

Xameneî da zanîn "êrîşên serbazî yên bi vî awayî têrê nakin," û banga bidawîkirina hebûna Amerîkî li herêmê kir.

Wezîrê derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf dîyar kiribû ku êrîşên bi mûşek weke bersiv bi dawî bûn aniha.

Zerîf destnîşan kir ku "Îran rêkarên baş bo xweparastinê pêk anîn".

Rûşûştîya êrîşa asmanî bo Îranê ne ji rêzê bû, ku dixwest êrîşên xwe li ser berjewendîyên Amerîkayê veşêre di rêya bikaranîna hêzên xwe yên wekîl.

Vê carê, çekên gerdîşî ji dêvla çekên şerê-gêrîlatîyê hatin bikaranîn û yekser berpirsyatî hat ragihandin.

"Ev şerekî mezin e. Mûşekên balistî ku eşkere ji Îranê derdikevin û li nuqteyên Amerîkî dixin qonaxeke nû ye," Filîp Smîs pisporekî milîsên Şîyan da zanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Dest xoshe je wara

BERSIV BIDE

Dawîya hebûna serwerê we, Amerîka, li herêmê.

BERSIV BIDE

Xwedan we biparêze!

BERSIV BIDE