Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq operasyonên hevbeş ên bi hevpeymanîya navdewletî re dewam dike

AFP

Wêneyeke ku di 13yê Kanûna Duyem de hatiye kişandin dronên artêşa Amerîkî li baregeha asmanî ya Eyn Esedê ya li rojavayê parêzgeha Enbarê ya Îraqî nîşan dide. [Eymen Hena/AFP]

Wêneyeke ku di 13yê Kanûna Duyem de hatiye kişandin dronên artêşa Amerîkî li baregeha asmanî ya Eyn Esedê ya li rojavayê parêzgeha Enbarê ya Îraqî nîşan dide. [Eymen Hena/AFP]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî operasyonên xwe yên ligel hevpeymanîya navdewletî ya şerê şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike berdewam kirin piştî tengejînine ku hişt ev operasyon bêhtir ji sê heftîyan rawestin.

Hevpeymanîya navdewletî 5ê Kanûna Duyem ragihand ku wan pêngava xwe ya li dijî DAIŞê ji ber sedemine ewlehî li Îraqê rawestandîye, nemaze piştî êrîşên bi mûşekan li ser baregehên ku hêzên wan tê de bi cih dibin.

Hevpeymanîyê ji 2014an ve perwerdekirin û piştevanîya asmanî pêşkêşî hêzên Îraqî kiriye da DAIŞê têk bibin, lê ev rawestandin hat wateya ku wan nikarî operasyon an tu êrîşan pêk bînin.

Pêncşemê (30yê Kanûna Duyem) peyvdarê hevpeymanîyê Myles Caggins teqez kir ku operasyonên wan dest pê kirine.

Caggins dîyar kir ku "em operasyonên xwe yên ligel hêzên ewlekarîyê yên Îraqî bo têkibirina paşmahîyên DAIŞê berdewam dikin".

Çavkanîyek ji artêşa Îraqî jî berdewamkirina operasyonên hevbeş piştrast kir, û got ku di demeke nêz de dê fermî were ragihandin.

Erêkirina pergala Patriotê

Serokê Pentagonê Mark Esper Pêncşemê ragihand ku Amerîka li benda çiraya kesk ji hikumeta Îraqê ye da pergalên berevanîya mûşekan ên Patriotê belav bike bo parastina hêzên xwe ji êrîşên bi moşekan ên Îranî.

Îran 11 mûşek avêtibûn Eyn Esedê, cihê ku leşkerên Amerîkî lê bi cih dibin, û mûşekine din avêtibûn baregeheke li Hewlêrê di 8ê Kanûna Duyem de weke bersiv li hember kuştina Fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê Qasim Sulêmanî.

Tu leşkerên Amerîkî nehatin kuştin, lê bi dehan leşker ji ber xurtbûna teqînan di mejîyê xwe de bandor bûne, û Waşinton dixwaze mûşekên Patriotê bo parastina baregehên xwe belav bike, ku 5,200 kesayetên wê yên serbazî li Îraqê bi cih dibin.

Pergalên Patriotê ji raderine pir xurt û mûşekine dijber dixebitin ku dikarin rê li ber mûşekên balistîk di dema firînê de bigirin pêk tên.

Pêncşemê pirsa derengmayîna belavkirina pergalê hat kirin, Esper ji rojnamegeran re got ku hikumeta Îraqê hîna çiraya kesk nedaye.

"Em hewcedarî destûra Îraqîyan in," wî got. "Ev pirseke. Belkî babetine din ku girêdayî bicihkirinê û gelek tiştên weke wê jî hebin."

Serokê Serleşkerîya Amerîkî, general Mark Milley, destnîşan kir ku pergala Patriot heya astekê rêxistineke mezin e, û mekanîzmeya belavkirina wê li Îraqê "divê were pêşxistin. Ev jî, bi rastî, li dar e".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500