Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Amerîka li Îraqê heyfê hiltîne ji ber êrîşeke bi mûşek

AFP û Diyaruna

Di wêneyeke ku 13ê Adarê hatiye kişandin de, wêranî li balafirgeha Kerbelayê tê xuyakirin, ji deverên ku bi êrîşên Amerîkî hatiye armanckirin êrîşa li ser dezgehên Ketaib Hizbullah piştî kuştina du welatîyên Amerîkî û yekî Brîtanî bi êrîşeke bi mûşek li ser baregeha Tacî şeva borî. [Mihemed Sewaf/AFP]

Di wêneyeke ku 13ê Adarê hatiye kişandin de, wêranî li balafirgeha Kerbelayê tê xuyakirin, ji deverên ku bi êrîşên Amerîkî hatiye armanckirin êrîşa li ser dezgehên Ketaib Hizbullah piştî kuştina du welatîyên Amerîkî û yekî Brîtanî bi êrîşeke bi mûşek li ser baregeha Tacî şeva borî. [Mihemed Sewaf/AFP]

Êrîşên Amerîkî yên tolhildanî êvara Pêncşemê (12ê Adarê) pênc navendên çekan li derora Bexdayê kirin armanc ku di bin destê milîsa Ketaib Hizbullah a Îraqî ya girêdayî Îranê de ne, fermandarekî Amerîkî payebilind Înê ragihand.

Weke tê zanîn ev dever "çekên pêşketî dihundirîne ku Îran wan pêşkêşî Ketaib Hizbullah dike", Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî general Kenneth McKenzie di konferanseke çapemenîyê li Pentagonê de got.

Êrîş bo "karîna Ketaib Hizbullah a pêkanîna êrîşan qels bike hatin" piştî êrîşa Çarşemê ku tê de du welatîyên Amerîkî û yekî Brîtanî hatin kuştin, wî got, her wekî cihê deveran jî nîşan da.

McKenzie got "me ev ezgeh bi temamî wêran kirin", da zanîn jî ku êrîşên li ser dezgehên çekan ên milîsê "nîşaneyeke belî û xuyayî bû ku em ê di pêşerojê de bo van reftaran bêyî bersiv nemînin".

Di wêneyeke ku di 13ê Adarê hatiye kişandin de, kort û wêranbûn li Kerbelaya Îraqê tê dîtin, li deverek ku bi êrîşên Amerîkî hatiye armanckirin a li dijî Ketaib Hizbullah a girêdayî Îranê. [Mihemed Sewaf/AFP]

Di wêneyeke ku di 13ê Adarê hatiye kişandin de, kort û wêranbûn li Kerbelaya Îraqê tê dîtin, li deverek ku bi êrîşên Amerîkî hatiye armanckirin a li dijî Ketaib Hizbullah a girêdayî Îranê. [Mihemed Sewaf/AFP]

Pentagonê Pêncşemê anî ziman ku "dezgehên embarkirina van çekan, navendên çekan ên bo armanckirina hêzên Amerîkî û yên hevpeymanîyê jî digirin nava xwe".

Pentagonê dîyar kir ku êrîş "berevanî, hevgir, û bersivdayîneke xurt bo gefên ku milîsên Şîyî yên Îranî çêdikin bû yên her û her êrîşan li ser baregehên" hêzên ku beşekî hevpeymanîya navdewletî ne pêk tînin.

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkî Mark Esper ragihand ku Amerîka "dê bersivê bide çi êrîşekê li ser gel, berjewendî an alîgirên xwe".

Esper di daxuyanîyeke de got "weke me di mehên borî de da xuyakirin, em ê bo parastina hêzên xwe li Îraq û herêmê her tiştê pêwîst bikin".

Esper berî niha hişyar kiribû ku "hemû bijarte li ser maseyê ne" weke bersiv bo mirina hersê leşkeran, ên Çarşemê rastî 18 mûşekan hatin li baregeha Tacî li bakurê Bexdayê.

"Em ê bersiva êrîşê bidin"

Leşkerin ji Amerîka û hinek welatên din şerê "Dewleta Îslamî" DAIŞ) dikin weke beşekî Operasyona Çareserîya Bingehîn û li baregeha Tacî dimînin.

Bûne armanca êrîşên berê yên milîsên girêdayî Îranê.

Êrîşa Tacî ya Çarşemê ya 22an li ser dezgehên Amerîkî li Îraqê bû, di nav de balyozxaneya Amerîkî, ji dawîya Cotmehê ve.

Tevî hersê qurbanan, 14 kesên din jî di êrîşê de birîndar bûn, di nav de welatîyên Amerîkî, Brîtanî û Polandî.

McKenzie Înê got ku "eger em rastî êrîşan hatin, em ê bersivê bidin".

Wî teqez kir ku hebûna hêzên Amerîkî li Îraqê li ser daxwaza hikumeta Îraqî ye, û ew her "bo agahîyên hewalgirî yên li cem wan bi hikumetê re di nava têkilîyan de û her wekî ew jî agahîyên der barê Ketaib Hizbullah û deverên wan pêşkêşî wan dikin".

Wî da zanîn jî ku "ew piştî êrîşa (Çarşemê) bi wan re axivîn: wan nas dikir em ê bersivê bidin".

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominc Raab Înê ragihand ku "bersiva êrîşa newêrek a li ser hêzên hevpeymanîyê li Îraqê bilez, xut û hevgirtî bû".

Wî dîyar kir ku "em ê her bi hevkarên xwe re bixebitin bo berpirsên van êrîşan siza bikin".

"Operasyoneke Amerîkî bi taybet"

Li gorî berpirsekî Amerîkî, armancên êrîşên Pêncşemê girêkên lojistîk û yekîneyên embarkirina dronan bûn.

Berpirs destnîşan kir ku "êrîş di saet 1ê piştî nîvê şevê dest pê kirin û bi gelek balafirên cihêreng û da zanîn jî ku ev operasyon taybet Amerîkî bû.

McKenzie got, ev êrîş bi rêya balafirên şerker hatin pêkanîn lê deverên xwe nîşan nedan û ne jî cureyên çekên bikarhatî.

Çavkanîyeke ewlehî ya Îraqî ragihand ku pênc mûşekên giran li devera Ceref ketin li başûrê Bexdayê, ku ji alîyê Ketaib Hizbullah ve tê kontrolkirin.

Çavkanîya Îraqî daxuyand ku teqînan malên li derdorê hejandin û hêzên Îraqî li wir seferber bûbûn.

Artêşa Îraqî Înê ragihand ku êrîşan sivîlek û pênc endamên ewlekarîyê kuştin û 11 leşkerên Îraqî birîndar kirin, rewşa hinekan jî giran e.

Di konferansa Înê de, McKenzie destnîşan kir ku dê qurban hebin, lê got ku hêzên Amerîkî hîna "encamên ku van êrîşan pêk anîye dinirxînin".

Weke bersiv der barê pirsa gelo qurbanî di refên ne milîsan de hene, McKenzie wiha got, ez dixwazin bibêjim ku tiştekî ne baş e hûn xwe bixin nava Ketaib Hizbullah piştî êrîşên Amerîkî".

Hîna tengijîn navbera Îran û Amerîkayê bilind in

Êrîşa bi mûşek a Çarşemê hişt metirsîne din çêbibin ku belkî asta tengijînan di navbera herdu alîyan de bilindtir bibin.

Herdu alî di Kanûna Duyem de hema nêzî şerekî bûn piştî rêzêrîşên herdu alîyan ku bi kuştina karmendekî Amerîkî di Kanûna Yekem de dest pê kir.

Piştî vê yekê bi du rojan, Amerîka bersiva Ketaib Hizbullah da, û herî kêm 25 çekdarên wan kuştin.

Paşê milîs derbasî balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê bû, û hinek ziyanên biçûk çêbûn.

3yê Kanûna Duyem, Amerîka weke bersiv fermandarekî payebilind ê Îranî Qasim Sulêmanî-- ku Amerîka dibêje wî bixwe fermana êrîşên bi mûşek dabû-- û cîgirê serokê hêzên Heşda Şabî Mehdî Muhendis bi êrîşeke bi dron kuştin.

Îran jî bi rêzemûşekan bersiv da ku baregeha Eyn Esed a li rojavayê Îraqê kir armanc. Ku tu kes di wê êrîşê de nehat kuştin, lê mejîyê bi dehan leşkerên Amerîkî hejîya.

"Ez dibêjim hîna gefa wan pir heye", McKenzie got. "Ez nabînim ku ev tengijîn dê sar bibe".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çima ceng û wêranî? di cengan de, sivîl tên êşandin. Ez û zarokên xwe nîgeranîyeke berdewam jîyan dikin. Şer li her derê ye, Amerîka li her welatekî Erebî ye û tevlîhevîyê belav dike. Ez dixwazim fam bikim çima şer û wêranî.

BERSIV BIDE