Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraqî dibêjin êrîşên Îranî serwerîya Îraqê bin pê dikin

Faris Omran û AFP

Mûşeka balistî yên Îranî ku 30 Kîlomitran dûrî baregeha Eyin el-Esed ket li rojavayê Enbarê, nêzî bajarê Hîtê, bê ku biteqe yan ti xisaran encam bide tê dîtin cihê ku ew lê ket di 8ê Kanûna Duyem de. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Mûşeka balistî yên Îranî ku 30 Kîlomitran dûrî baregeha Eyin el-Esed ket li rojavayê Enbarê, nêzî bajarê Hîtê, bê ku biteqe yan ti xisaran encam bide tê dîtin cihê ku ew lê ket di 8ê Kanûna Duyem de. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Serokê Îraqî Berhem Salih roja Çarşemê (8ê Kanûna duyem) êrîşên Îranê bi mûşekan li ser baregehên Îraqî ku hêzên Amerîkî û yên biyanî yên din li wan bi cih in şermezar kirin, dibêje ew ditirse ku "pêşketinine xeternak" li herêmê rû bidin.

"Em barandina mûşekên Îranî ku li çeperên serbazî yên li ser erda Îraqî dan şermezar dikin û em careke din binpêkirina serwerîya dewletê û kirina erda Îraqê meydaneke şer di nav alîyên şer de red dikin," ofîsa wî got.

Îranê komeke mûşekan di destpêka Çarşemê de avêtin weke bersiv li ser kuştina fermandarê Hêza Quds a Feyleqa Pasdaran Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) Qasim Sulêmanî di êrîşeke Amerîkî de li Îraqê hefteya bûrî.

Mûşekan baregeha Eyn el-Esed li rojavayê Enbarê û baregehek li Hewlêrê armanc kirin, herdu baregeh hêzên Amerîkî û yên biyanî dihewînin, hêzên belav bûne weke beşekî ji hevpeymanîya navdewletî yên ku şerê bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dikin.

Medyaya Îranî ev wêne belav kir di 8ê Kanûna Duyem de ji mûşekên balistî re ku wê avêtine ser du baregehên serbazî li Îraqê.

Medyaya Îranî ev wêne belav kir di 8ê Kanûna Duyem de ji mûşekên balistî re ku wê avêtine ser du baregehên serbazî li Îraqê.

Herwiha serokê parlemanê Îraqî Muhemed Helbûsî pêla êrîşên bi mûşekan li ser baregehên Îraqî şermezar kir û ew weke "binpêkirinekê ji serwerîya Îraqî re" wesif kirin.

Helbûsî bang kir bo tedbîrên lezgîn da ku nehêlin Îraq bibe qadeke şer a miawin ji hêzên derve re, di nav wan de Îran.

"Dema em binpêkirina Îranê ji serwerîya Îraqî re di berbanga Îro de şermezar dikin... em reda xwe ya tam ji alîyên şer re teqez dikin ku nabe ew erdê Îraqî bi kar bînin da ku hisabên xwe safî bikin," wî got.

Îraqî êrîşê şermezar dikin

Îraqîyên ku bi Diyaruna re axivîn roja Çarşemê êrîşa Îranî bi mûşekan li ser baregehên serbazî yên Îraqî yên ku hêzên hevpeymanîya navdewletî dihewînin weke "êrîşeke hovane" û "binpêkirineke bêqam ji serwerîya Îraqî re" şiyanse kir.

Wezareta karê hundir a Herêma Kurdistanê îlan kir ku tu birîn an ziyanên madî di bombebarandina li ser baregehên hevpeymanîyê de li Hewlêrê nîn in.

Êrîş "dijminkarîyeke hovane ne ji alîyê rejîma Îranê ve li dijî Îraqê", sekreterê giştî yê encumena şêxên êlan li Selahedînê Sair Beyatî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku "tiştê bû êrîşeke tawanbar bû û binpêkirineke eeşkere bû ji serwerîya welatê me re".

"Ev êrîşek li ser erd û kampên Îraqî yên mêvandarîya eskeran dikin bû," wî got û lêdan weke "îlankirina şer" şiyanse kir.

Wî anî ziman ku êrîşên mîna van "ji alîyê destûra Îraqî û hemû rêkefyin û pîvanên navdewletî ve tîne tawanbarkirin, ên teqez dikin ku divê serwerîya welatan û aramîya ewlehîya navdewletî were parastin".

Beyatî got ku rejîma Îranî hewl da ku bersiva kuştina Sulêmanî li Bexdayê bide, yek car presîbên cîrantîya baş û rêzgirtina ji têkilîyên dualî re bi Îraqê re paş guh kir.

Wî got ku bi vê kirarê wê kir ku "jîyana Îraqîyan û berjewendîyên wan rastî xeterê werin, tenê ji bo tola kûr pêk bîne, bêyî ku ber çav bike ku baregeh ne tenê mêvandarîya hêzên Amerîkî dike lê hêzên ji welatên cuda".

Wî destnîşan kir ku "tiştê ku di berbanga îro de bû zêdekirine alîozîyan a Îranî ye ku ne tenê ji bo tolhildanê bû lê armancine din jê hene".

Wî anî ziman ku di nav wan armancan de "ew hewl dide ku Îraq û herêmê ber bi tevlihevî û şer ve bibe" herwiha di heman demê de " ew desthilatdarîya [Îranê] li Îraqê teqez dike, ya îro rastî xwepêşandanên cemawerî yên zordestîya Îranî red dikin tê".

"Helwesteke qutebir ji êrîşa Îranî"

"Ji civaka navdewletî tê xwestin ku helwesteke qutebir bide li hember êrîş û destwerdana Îranî û tawanên ku wekîlên wê li dijê xelkên Îraqî dikin," Beyatî got.

Wî got ku di nav wan tawanan de avêtina fişekan ser xwenîşanderan êvara Sêşemê û agir bi konên xwenîşanderan xist li Besra û Nasirîyayê yên kirarên Îranê red dikin.

Serokên êlan li seranserî Îraqê, ji başûr heta bakur, nêt dikin ku "nêzîk konferenseke êlî ya mezin li Hewlêrê li dar bixin da ku yekkirina deng û helwestên xwe têkildarî terorîzma Îranî û milîsên wê giftûgo bikin".

Beyatî got ku serkirdeyên êlên Îraqî dê hewl bidin ku welat "ji xetera ku ber bi çarenûseke nenaskirî ve bişemite" rizgar bikin.

Bombebarandina Îranî "siyaseta tawanbar a rejîma Îranî eşkere dike", niştecîyekî Bexdayê ku xwest ku tenê weke "Merwan" were nasandin, got.

Rejîma Îranî û milîsên wê "gih nadine jîyana gelê Îraqî û ew xêrê jê re naxwazin û ev e tiştê ku bi awayekî şekere Îraqî di xwenîşandanên xwe yên li dijî Îranê teqez kir", wî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Ev rengên Îranê yên rast in," niştecîyeke Bexdayê ku weke "Şehd" da naskirin got. "Ev êrîş tawaneke din e a wê rejîmê û delîleke li ser paşguhkirina wê ji jîyana me re û bêrîzî ji welatê me re."

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez xemgîn ji ber tiştê li Îraqê rû dide li dijî Îranê. Îroj, divê hemû welat bibin yek bo birîna destên Amerîkayê û bo danîna sînorekî ji binpêkirinên wê re.

BERSIV BIDE

Nakokîyan di navbera Îraq û Îranê de neçînin. Pir girîng e ku hemû Musilman li dijî Amerîkayê yekrêz bin. Îranê êrîş neberdaye ser Îraqê; belê, wê êrîşî Amerîkayê kiriye, û ev rêkarek û tedbîreke ku tu kesî berî aniha nedaye pêş.

BERSIV BIDE