Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şirovekar: Agirbesta bi merc a milîsên girêdayî Îranê li Îraqê bê nirx e

Faris Omran

Avahîyek li Herêma Kesk a Bexdayê ziyan ji ber mûşekeke Katyûşa dîtiye ku balyozxaneya Amerîkî di 16ê Îlonê de kiribû armanc. [Wêne ji rûpela Facebookê ya "Bexdayê" hatiye wergirtin]

Avahîyek li Herêma Kesk a Bexdayê ziyan ji ber mûşekeke Katyûşa dîtiye ku balyozxaneya Amerîkî di 16ê Îlonê de kiribû armanc. [Wêne ji rûpela Facebookê ya "Bexdayê" hatiye wergirtin]

Şirovekarekî Îraqî ji Diyaruna re got ku "agirbesta bi merc" a ku komên girêdayî Îranê yên xuyayî li Îraqê Yekşemê (11 Cotmehê) ragihandibû "bê nirx e" û tenê berpirsyartîya wan ji armanckirina berjewendîyên Ameîrkî û biyanî li welêt piştrast dike.

Peyvdarê Ketaib Hizbulah Mihemed Muhiyî ragihand ku komekê ji hêzên çekdar li ser rawestandina êrîşên li dijî berjewendîyên Amerîkî li Îraqê bi awayekî demkî erê kiriye lê bi mercê ku Waşngton dema vekişîna hêzên xwe dîyar bike.

Muhiyî got ku ew ji dêvla Komîsyona Hevahengîya Berxwedana Îraqî diaxêve, ku ew desteyeke nû ye û Şemîyê di daxuyanîyekê de damezrandina xwe ragihand. Tê payîn komîsyon enîya herî berbiçav a komên alîgir ji Îranê re ye, di nav de Ketaib Hizbulah, Esaib Ehl el-Heq û Nuceba.

Ji Kanûna Duyem ve, dora 90 êrîşên bi mûşekan berjewendîyên Amerîka li Îraqê armanc kirine, di nav de hêzên wê yên li baregehên Îraqî û balyozxaneya wê ya li Bexdayê, ya li Zona Kesk a pir ewleh.

Ketaib Hizbulah, a herî tundrew e di nava komên girêdayî Îranê, ku Waşinton wê bi berdewamî bi êrîşan tawanbar dike.

Lê komine biçûktir û nûtir, ku şareza dibêjin ew tenê dûman in da çavan ji ser milîsên herî xurt dagerînin, berpirsyarîya ji êrîşan îlan kirin, di nav de armanckirina karwaneke lojistîk roja Yekşemê ku berê xwe dida baregeheke Amerîkî li Dîwaniyê, li başûrê Îraqê.

Mukurhatina li berpirsyarîyê

Rojnameger û şirovekarê siyasî yê Îraqî Ziyad Şengalî ji Diyaruna re ragihand ku agirbesta bi merc a Kataib Hizbulah "bê nirx e, ji ber ev kom û hemû komên din ên bi ser Îranê ve ne cihê bawerîyê ne û divê daxuyanîyên serkirdeyên wan bi awayekî cedî neyên girtin".

Wî dîyar kir ku ev yek jî di êrîşa Yekşemê de ya li Dîwaniyê hat xuyakirin tevî raghandina "agirbestê".

Wî got ku "ev kom tenê dixwazin serwerîya Îraqê bin pê bikin bo razîkirina Îranê", da zanîn jî ku êrîşan "mirin û tirs ji welatîyên aştîxwaz re, yên di malên xwe de, anî" û tên wateya nerêzgirtina serwerîya yasayê.

Şengalî daxuyand ku ragihandina agirbestê mukurhatineke zelal e ku Ketaib Hizbulah berpirsyara êrîşan e, ku berî niha wê ev yek red dikir.

Vekişîna hêzên Amerîkî

Waşintonê gefa girtina balyozxaneya xwe ya li Îraqê eger êrîş ranewestin kir.

Wezareta Derve ya Îraqî Pêncşemê ragihand ku wan komîteyek ava kiriye ku ew dê hevahengîyê bi Amerîka re bike demekbo vekişîna hêzên Amerîkî ji welat were destnîşankirin.

Avakirina komîteyê piştî zincîrek ji hevdîtinên di navbera berpirsên Amerîkî û Îraqî de ku vê havînê hatin pêkanîn.

Di Tebaxê de, Serokwezîrê Îraqî Mistefa Kazimî serdana Waşintonê kir û bi serokê Amerîkî Donald Trump re civiya, û planeke sê salî bo vekişîna Amerîka hat danîn.

Di heman demê de, Amerîka Pêncşemê malpera Ketaib Hizbulah girt û peyameke "agahdarîya girtinê" ji Wezareta Bazirganîyê li ser rûpela wê danî.

Destpêka vê heftîyê, hikumeta Amerîkî kanalên el-Itîcah û Nuceba girtin. Ew jî kanalên komên çekdar ên Îraqî yên ku piştevanîya xwe ji Îranê werdigirin in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500