Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Êrîşên milîsan dijminatîya gelê Îraqî zêde dike

Hesen Obêdî li Bexdayê

Polîsên nehiştina gêreyê rawestiyane pasvanîyê dikin di xwenîşanedaneke ku piştgirên Hêzên Heşda Şaebî yên Îran piştivanîya wan dike li derveyî dergehê Zona Kesk a paytexta Îraqî Bxdayê di 7ê Mijdarê de li dar xistine, ku daxwaza çûna hêzên Amerîkî yên li Îraqê mane dikin. Tenê çend sedek xwenîşander di xwenîşandanê de amade bûn. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Polîsên nehiştina gêreyê rawestiyane pasvanîyê dikin di xwenîşanedaneke ku piştgirên Hêzên Heşda Şaebî yên Îran piştivanîya wan dike li derveyî dergehê Zona Kesk a paytexta Îraqî Bxdayê di 7ê Mijdarê de li dar xistine, ku daxwaza çûna hêzên Amerîkî yên li Îraqê mane dikin. Tenê çend sedek xwenîşander di xwenîşandanê de amade bûn. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Çavdêrên Îraqî ji Diyaruna re dibêjin ku êrîşên li ser Zona Kesk a Bexdayê yên baregehên serbazî yên Amerîkî û navdewletî armanc dikin hêrsbûna raya giştî ya Îraqî li dîjî Îranê zêde kirine.

Tevî ku milîsan berpirsyarîya xwe ji piranîya van êrîşan re îlan nekir, gelek çavdêrên Îraqî komên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) bi pêkanîna êrîşan tawanbar dikin.

Roja Sêşemê (17ê Mijdarê), mûşekbaranek li ser Bexdayê ket, keçek kuşt û rawestana êrîşên li dijî balyozxaneya Amerîkî ku mehekê dirêj kir şikand.

Êrîşên bi mûşekan li Îraqê yên ji alîyê komine ku ji alîyê berpirsên Îraqî û Amerîkî ve weke "duman" ji komên tundrew ên hevalbendên Îranê tên binavkirin hatin angaştkirin.

Amerîka bi awayekî eşkere Ketaib Hizbulah bi nav kir ku ew li pey hin kirinên tundîyê ye û wê du caran kom bombebaran kir.

Kom weke"wekîlê Îranê yê serekî" tê dîtin, pispor dibêjin û ew ya herî îsyankar e li dijî serwerîya dewleta Îraqî.

Milîsên Îran piştgirîya wan dike bi pêkanîna kuştinan bo Îraqîyên li dijî ajandayên xwe bideng bikin û wan bitirsînin, di nav wan de çalakger û rojnamevan û serkirdeyên êlan ên navdar, hatin tawanbarkirin .

Elî Deracî, endamekî Tevgera Sivîl a Îraqî, ji Diyaruna re got ku êrîşên ji alîyê Ketaib Hizbulah ve hatin bicihanîn hêrsbûneke berfirek li dijî Îranê peyda kirin, tiştê ku Tehranê pêşbînî nedikir.

Wî got ku ev êrîş ji alîyê "wekîlên Îranê" ve hatine bicihanîn bo lawazkirina aramî û ewlehîya Îraqê.

Kombûnên milîsan ji alîyê gel ve hatin boykotkirin

Deracî got ku weke mînak xwenîşandaneke ku biryar bû ku di 17ê Mijdarê li Bexdayê were lidarxistin bo bangkirin li hêzên Amerîkî û yên hevpeymanîyê ku ji Îraqê derkevin, nikarîbû bala gel bikişîne û dîyar kir bê heta çi astê milîs îzole ne.

"Dora 300 endamên milîsan, ne kesek ji welatîyan, li xwenîşandanê bûn," wî ji Diyaruna re ragihand.

Kombûn zû bi dawî bû û tenê kamyonên bi dabînkeran barkirî mîna av, ava fêkî û sorgewezên li herdû alîyên rê û dabînkirinên nehatin bikaranîn man.

Li gorî Deracî, konsolxaneyên Îranî li Necef û Kerbelayê şahîyek bo mewlûda Pêxember Muhemed di dawîya Cotmehê de li dar xistin, ku çarêkek ji kesên vexwendnî jî amade nebûn.

"Bi rastî, dikana Tirşî ya Necefî ya navdar [li Necefê] xelk lê hazir bûn bo pîrozkirina wê bêhtir ji konsolxaneya Îranî".

Îraqî ji vekişîna hêzên hevpeymanîyê nîgeran in

Ehmed Hemdanî, lêkolîner li Navenda Refîdênê bo Dîyalogê, ji Diyarunare got ku gelê Îraqî nema daxwaza vekişîna hêzên hevpeymanîyê dike ji ber "ew ditirsin ku Pasdaran û wekîlên wî dest deynin ser welatê wan"

Wî got ku êrîşên vê dawîyê eşkere dikin ku Pasdaran û milîsên girêdayî wê gefeke sereke ne li dijî pêşeroja Îraqê, piştî ku gefa "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kêm bûye.

Rapirsîneke vê dawîyê li Bexdayê ji alîyê lêkolînerên hevpîşeyê Hemdanî ve dîyar dike ku piranîya Îraqîyan bawer dikin ku vekişîna hêzên navdewletî dê bandorê li ewlehî û aramîya Îraqê bike.

"Ji ber vê yekê piranîya Îraqîyan dibînin ku hebûna hêzên hevpeymanîyê girîng e," wî anî ziman.

Elî Ezîz, endamekî Encumena Êlên Başûrê Îraqê, ji Diyaruna re got ku êrîşên ji alîyê komên çekdar ve hatin bicihanîn jîngeheke dijminkar peyda dikin, ku ev yek weberhêneran dûr dixe û derfetên geşedana aborî jî asteng dike.

Wî got ku "sivîlên Îraqî, bi taybet kesên dahatên wan kêm in, qurbanîyên sereke yên vê astengkirinê ne û ew qebûl nakin ku welatê wan rastî gefan ji alîyê rejîma Îranî ve were".

Ji ber vê yekê wekîlên Pasdaran zêde ji alîyê gelê Îraqî ve hatine îzolekirin.

Di heman demê de, pêdeçûneke bi lez ji çalakîya mîdyaya civakî re li Îraqê dîyar dike ku xelek gelekî ji kirinên milîsan bi hêrs bûne.

Heta "artêşên elektronî" yên Tehranê li Îraqê nikarîbûn bandorê li gelê Îraqî bikin ku piştgirîya siyasetên Îranê li deverê bikin, Ezîz got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500