Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Serokwezîrê rasipartî yê nû yê Îraqê Kazimî, serokê hewalgirîyê ye û dostê her kesî ye

AFP

Serokê hewalgirîyê Mistefa Kazimî, namzetê sêyemîn ê postê serokwezîrtê Îraqê di vê salê de, ku 9ê Nîsanê ji alîyê serok Berhem Salih hatiye berbijêrkirin. [Wêne ji rûpela Mistefa Kazimî ya Facebookê hatiye wergirtin]

Serokê hewalgirîyê Mistefa Kazimî, namzetê sêyemîn ê postê serokwezîrtê Îraqê di vê salê de, ku 9ê Nîsanê ji alîyê serok Berhem Salih hatiye berbijêrkirin. [Wêne ji rûpela Mistefa Kazimî ya Facebookê hatiye wergirtin]

Serokê hewalgirîyê Mistefa Kazimî, namzetê sêyemîn ê postê serokwezîrê Îraqê ye di vê salê de, hêmanekî pragmatî ye ku bi rêya têkilîyên wî bi Waşington û Tehranê re dê karibe Bexdayê tevî qeyranan bi rê ve bibe.

Serokê Ajansa Hewalgirî ya Niştimanî ya Îraqê (NIS) Sêşemê (9ê Nîsanê) ji alîyê serok Berhem Salih hatibû berbijêrkirin, di şahîyekê de ku wezîr, sîyasetmedar û heya bi nûnerê NY ê li Îraqê jî amade bûbûn, ku ev yek nîşanîya piştevanîya kesayeteke nepen dide.

Kazimî li Bexdayê di 1967an de ji dayîk bû, qanûn li Îraqê xwend lê paşê ji dev berda û ji ber dîktatorê berê yê sitemkar Sedam Husên revîya Ewropayê, ku wê çaxê weke rojnamegerekî dijber kar dikir.

Piştî Sedam di 2003an de hat xistin, Kazimî vegerîya û Tora Medyaya Îraqî da destpêkirin, tawanên rejîma berê di Sazîya Bîrdanka Îraqî de arşîv kirin û weke parêzerê mafên mirov dixebitî.

Lê belê di 2016an de wî gaveke pîşeyî ya ne hêsan avêt, gava serokwezîrê wê çaxê Heyder Obadî wî weke serokê hewalgirîyê di bilindbûna asta şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de destnîşan kir.

Çavkanîyin nêzî Kazimî dibêjin ku wî têkilîyên xwe bi rengekî ecêb bi mezintirîn lîzerên welatên sereke re ava kiribûn di nav de Waşington, London û yên nêzî welatê wî.

Çavkanîyeke sîyasî û hevalbend ji AFP re ragihand ku "ew xwedî aqilekî pragmatî ye, têkilîyên wî bi hemû lîzerên sereke yên li qada Îraqî re hene û peywendîyên wî yên baş bi Amerîkîyan jî re heye-- û vê dawîyê karîbû têkilîyên xwe bi Îranîyan jî re werîne cih".

Rojnamegerê berê têkilîyeke wî nêz û taybet bi Mîrê Siûdî Mihemed Bin Selman re heye.

Di dîmenekî serdana wî ji Rîyadê re piştî erkdarkirina wî, tê dîtin ku mîrê Siûdî bi germî Kazimî hembêz dike.

Lê zilamê baş-kurkirî, bi porê xwe yê baş-şehkirî ku spî û reş li derdora guhên wî tev li hev bûye, teqez pirê caran veşartî bû.

Lihevkirineke "bêhempa"

Kazimî di 2018an de yekem car weke serokwezîr hat pêşinyarkirin lê blokên sîyasî Adil Ebdul Mehdî li şûna wî bijart -- serokwezîrê rêbirêkar ku di Kanûna Yekem de xwe ji kar bi dûr xist piştî bi mehan xwepêşandên hatin lidarxistin, û dê Kazimî şûna wî bigire.

Navê serokê hewalgirîyê careke din xwe da der berî berbijêrtîya wî ji alîyê Berhem Salih bi çend mehan, lê şêwirmendekî sîyasî ji AFP re dîyar kir ku ew ji vê metirsîyê dudil bû.

Şêwirmend got ku "wî nedixwest li ser vê yekê erê bike eger nehatiba teqezkirin," ji ber wî dît herdu berbijêr-- parlamenter Ednan Zurfî û serokwezîrê berê Muhemed Elawî -- têk çûn.

Elawî nikarîbû kabîneya hikumetê di nava 30 rojên dîyarkirî de ava bikira, Zurfî jî Pêncşemê xwe ji vî erkî da alîli jêr zextên alîyên Şîyî yên nêzî Îranê, ku dîtin parlamenter pir nêzî Waşingtonê ye.

Di Kanûna Duyem de, heman koman Kazimî bi êrîşa Amerîkî ya generalê Îranî Qasim Sûlêmanî û fermandarê Îraqî Ebû Mehdî Muhendis li Bexdayê kuştin tawanbar kir ku tilîya wî jî di vê kuştinê de heye.

Şêwirmend û diplomatê ku li Bexdayê dimîne ji AFP re got ku ji wê çaxê de, Kazimî di rêya serokerkan Mihemed Haşimî ku nêzî serokwezîrê rêbirêkar e, dixebite da têkilîyên Îran û hevkarên wê yên li Îraqê çaksaz bike.

Piştî komên girêdayî Tehranê bi nav tevlî bûn, şêwirmend dîyar kir ku "aniha erêkirineke bêhempa ji alîyê Şîyan bo Kazimî heye".

"Gotûbêjvanekî pir baş e"

Ev yek dihêle Kazimî xwedî derfetine baştir be li gorî herdu berbijêrên berî xwe, lê hîna jî bi gelek berhengarîyan re rû bi rû ye.

Abora Îraqî ji ber daketina buhayên pertrolê dinale û ev yek jî li gel têkoşîna wê li dijî Vayrusa Coronayê (COVID-19, ku heya niha rihê bêhtirî 60 kesî li welêt standîye.

Tengijînên di navbera Tehran û Waşingtonê de bilind dibin, û xuya ye ku Amerîka amade ye helwesteke xurt li dijî Bexdayê bistîne, ku dibîne ew gelekî bi Îranê re dost e.

Çavdêr dibêjin ku kesayetek weke ya Kazimî xwedî peywendîyên rast dikare pêşengtîya Îraqê di heyamekê de ku ew gelek qeyranan dijî bike.

"Kazimî danûstandinkarekî xurt û yarîzanekî jîr û jêhatî ye", Toby Dodge, serokê Navenda Rojhilata Navîn ya Fakulteya Londonê ya Aborî.

Heya 9ê Gulanê pê re ye da bi partîyên dabeşkirî yên Îraqî re danûstandinê bike û kabîneya hikumeta xwe ya nû pêşkêşî parlamena ku ji 329 endamî pêk tê bike.

Dodge anî ziman ku "Îraq di rewşeke zehmet de-- ku asta xazoqan tê de pir bilind bûye".

Wî ji AFP re ragihand ku "eger berbijêrtîya Kazimî têk çû, ev yek dê xwedî encamine mezin li ser qada navdewletî, herêmî, sîyasî û aborî be, ew jî li gorî herdu berbijêrên hema bêje biçûk bûn".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500