Nûçeyên Iraqê
Dîplomatîk

Milîsên bi ser Îranê ve gefê li ewlehîya Îraq û cihê wê yê navdewletî dixwin

Faris Omran

Serokê Îraqî Berhem Salih di 27ê Îlonê de hevdîtinek bi serokwezîr Mustefa Kazimî, peyvarê parlamena Îraqî Mihemed Helbûsî û serokê Encumena Dadwerîya Bilind Dadwer Fayîq Zêdan re kir, da gefên ku milîsên bi ser Îranê de li ser ewlehîya welêt çêdikin nîqaş bikin.[Wêne ji Ofîsa Serokartîya Îraqê hatiye wergirtin]

Serokê Îraqî Berhem Salih di 27ê Îlonê de hevdîtinek bi serokwezîr Mustefa Kazimî, peyvarê parlamena Îraqî Mihemed Helbûsî û serokê Encumena Dadwerîya Bilind Dadwer Fayîq Zêdan re kir, da gefên ku milîsên bi ser Îranê de li ser ewlehîya welêt çêdikin nîqaş bikin.[Wêne ji Ofîsa Serokartîya Îraqê hatiye wergirtin]

Êrîşên ku milîsên bi ser Îranê ve li dijî deverên serbazî û dipolmatîk ên Amerîkî li Îraqê pêk tînin gefê li ewlehîya welat û têkilîyên derve dixwin, şarezayekî Îraqî Duşemê (28ê Îlonê) ji Diyaruna re ragihand.

Amerîka ji hikumeta Îraqî re got ku ew plan dike xwe bi temamî ji balyozxaneya xwe ya li Bexdayê vekişîne eger Îraq rê li ber van êrîşan negire.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo heftîya borî telefonî Serokê Îraqê Berhem Salih kir da hişyarîyê bide, berpirsine Îraqî û biyanî ji AFP re ragihand.

Berpirsekî Îraqî anî ziman ku "Amerîkî ne hew bi hêrs in. Ew pir pir pir aciz in".

Hêzên Îraqî di 25ê Tebaxê de gelek mûşekên Katyûşa ku bo armanckirina Herêma Kesk a Bexdayê ya ku balyozxaneya Amerîkî lê ye hatibûn bikaranîn desteser kirin. [Wêne ji Şana Mîdyaya Ewlehîyê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî di 25ê Tebaxê de gelek mûşekên Katyûşa ku bo armanckirina Herêma Kesk a Bexdayê ya ku balyozxaneya Amerîkî lê ye hatibûn bikaranîn desteser kirin. [Wêne ji Şana Mîdyaya Ewlehîyê hatiye wergirtin]

Yekî din jî got: "Heyva hingivîn bi dawî bû".

Hîna bi sedan diplomat di misyona wê ya li Herêma Kesk li Bexdayê li cem Amerîkayê hene û derdora 3,000 leşker li sê baregehan li seranserî welêt dimînin.

Ji 2019an ve, bi dehan mûşek û teqemenîyên serpilkirî ev dever kirine armanc, ku berpirsine Îraqî û Amerîkî komên çekdar ên bi ser Îranê ve tawanbar dikin di nav de Ketaib Hizbulah.

Berpirsekî payebilind ê Îraqî ji AFP re ragihand ku Waşingtonê du caran bersiv da Ketaib Hizbulah û berî niha vê salê gef xwaribû ku ew ê bêhtir ji 120 deveran bike armanc eger êrîşên bi mûşek jîyana Amerîkîyan bistîne.

Yekdengîyek zêde li dijî milîsan

Xuya ye ku gefên Amerîkayê yên nû nakokîyên zêde yên navbera komên çekar ên bi ser Îranê ve kûrtir kirin û ew ên ne zêde amade jî ku nikaribin rû bi rûyî Amerîkayê werin.

Piştî gelek mehên bêdengîyê oldarê Îraqî Muqteda el-Sedir berê xwe heftîya borî da Twitterê û banga "avakirina komîteyeke ewlehî, serbazî û parlamenî bo lêpirsîna" êrîşên bi mûşek kir.

Çend deqeyan, serokwezîr Mustefa Kazimî û kesayetên din ên payebilind ên hikumetê li ser vê yekê erê kir.

Berpirsekî Îraqî got "yekdengîyek bo şermezarkirina van êrîşan heye. Ketaib Hizbulah û komên din ên tundrew bidûrxistî ne û bêyî parastineke sîyasî hatine hiştin".

Şêwirmendekî Navenda Lêkolînên Stratejîk a Îraqî Xazî Husên dîyar kir ku milîs dilsozên Îran û Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ne û berjewendîya Îraqê di ber çavan re derbas nakin.

Wî ji Diyaruna re got ku ji çaxa ragihandina Amerîkayê, gelek kesayetên Îraqî yên gelêrî daxuyanîyin dan û tê de kirinên neberpirsyar ên milîsan şermezar kirin, ev êrîş jî bi "êrîşkirina li ser serwerîya Îraqê û cihê wê yê navdewletî" bi nav kir.

Bidûrxistina fermandarên Heşdê yên bi ser Îranê ve

Heta Hêzên Heşda Şaebî jî ev êrîşên bi mûşek rexne kirin û ew bi "kirinên serbazî yên nerewa" bi nav kirin, têkilîya xwe jî red kir û bi awayekî fermî du fermandarên ku tên dîtin ew nêzî Îranê ne bi dûr xistin.

Cîgirê fermandarê koma Seraya Xuresanî ya bi ser Îranê ve Hamid Cezayîrî ji payeya fermandarê Lîwaya 18an a Hêzên Heşdê hat bidûrxistin.

Wî anî ziman ku Waed Qado (Ebû Cefer Şebakî) fermandarê Lîwaya 30yî ya milîsa , Heşd el-Şebek a bi ser Îranê ve jî ji karê xwe hat bidûrxistin.

Lê tundrew jî bi rêxistinkirî ne.

Şeş komên ku berî niha nahatine naskirin berpirsyarîya xwe ya êrîşên bi mûşek li ser Amerîka ragihand û heta gef li NY jî di van mehên dawî de xwarin.

Berpirsine hewalgirî û çavkanîyên sîyasî yên Îraqî dibêjin ku Îran kesên herî tundrew ên di nava alîgirên wê yên Îraqî de tevlî van komên nû dike, AFP ragihand.

Husên banga "guhertinên binyadî di nava Heşda Şaibî de" kir ku bi nêrîna Ayetulah Elî Sîstanî re bigunce ya di hevdîtina xwe ya dawî de bi nûnera NY ya payebilind a li Îraqê re pêşkêş kiribû.

Di 13ê Îlonê de, Sîstanî bang kir ku desthilatdarîya dewletê bisepînin û nehêlin ku xaka Îraqî bibe deverine ji hev cuda"ji alîyê komine destnîşankirî ve bi hêza çekan têne kontrolkirin"

Yekkirina xebatan bo bidûrkirina milîsan

Divê milîsên Îran piştgirîya wan dike werin îzolekirin ûnikaribin Hêzên Heşda Şebî weke perdeyekê bo çalakîyên xwe yên kirêt bi kar bînin, Husên got.

Ev kirinên tundîyê yên ku ew li jêr sloganên "berxwedanê" dikin tenê xizmeta "stratejîya radîkal a Îranê dikin a armanc dike ku Îraq û herêmê ber bi şer û krîzan ve bibe".

Wî got ku ev milîs ji alîyê Îranê ve tên arastekirin "da bihêlin ku şer bi Amerîkayê re gur bibe", a xwedî şiyanên serbazî, aborî û teknîkî ye.

Serok Salih roja Yekşemê civînek bi Kazimî, peyvdarê parlemana Îraqî Muhemed Helbûsî û serokê Encumena Dadwerî ya Bilind, dadger Fayiq Zîdan re li dar xist ku tê de wan kirarê milîsan şermezar kirin.

"Kirinên van komên derveyî qanûnê yên li dijî ewlekarî û serwerîya welat in ber bi alîyekî xeternak ve diçin, ên dihêlin ku aramîya Îraqî rastî xeterîyeke rast were," berpirsan di daxuyanîyekê de piştî civînê de got.

Daxuyanîyê got ku ev yek dide xuyakirin ku hewcedarî bi xebatên hevgirtî li ser hemû astan û helwesteke hêzdar û çalak ji alîyê hêzên siyasî yên cuda heye da ku vê zêdekirina şer çareser bikin

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500