Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Êrîşên milîsan li Îraqê dîyar dikin ku siza li dijî Îranê pêwîst in

Hesen Obêdî

Wêneyek ku di 13ê Adarê de hatiye kişandin wêranîya li balafirgeha Kerbelayê ya Îraqê dîyar dike, yek ji deverên ku bi êrîşên asmanî yên Amerîkî li dijî Ketaib Hizbullah a bi ser Îranê ve hatiye armanckirin, piştî kuştina du Amerîkî û Brîtanîyekî. [Muhemed Sewaf/AFP]

Wêneyek ku di 13ê Adarê de hatiye kişandin wêranîya li balafirgeha Kerbelayê ya Îraqê dîyar dike, yek ji deverên ku bi êrîşên asmanî yên Amerîkî li dijî Ketaib Hizbullah a bi ser Îranê ve hatiye armanckirin, piştî kuştina du Amerîkî û Brîtanîyekî. [Muhemed Sewaf/AFP]

Êrîşêndubarekirî yên milîsan ên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) li ser Herêma Kesk a Bexdayê tenê kampanya fişarê ya Amerîka li dijî rejîma Îranê piştrast dikin, şarezyan got.

Ji destpêka Tebaxê de, dora 40 êrîşên bi mûşekan berjewendîyên Amerîkî li Îraqê kirine armanc. 30yê Îlonê, şeş mûşek ji parêzgeha Nînewa ber bi balafirgeha Hewlêrê ve hatin avêtin, ku hêzên Amerîkî li wir dimînin, ajansa dijî-terorîzm a herêma Kurdistanê ragihand.

Ajansa dijî-terorîzmê Hêzên Heşda Şaebî tawanbar kir, ku ew toreke nîv-serbazî ye û komên bi ser Îranê ve wê bi rê ve dibin.

Di 28ê Îlonê de, mûşekin li gundekî li nêzî balafirgeha Bexdayê ket, ku hêzên Amerîkî li wir dimînindi encamê de pênc zarok û du jin ji heman malbatê hatin kuştin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê tilîyên tawanbarîyê dirêjî milîsên bi Îranê ve kir ên li Îraqê kar dikin, got jî ku ew "metirsîyeke mezin çêdikin".

Êrîşên bi mûşekan li ser balafirgeha Bexda û Herêma Kesk, ku şandeyên Ewropî, Amerîkî, Brîtanî û NY li wir in, dibe ku fermanin ji Pasdarên Îranê bin, sîyasetmedar û şarezayê ewlehî Ehmed Hemdanî ji Diyaruna re got.

Milîsên girêdayî Pasdaran li Îraqê ji Ketaib Hizbullah, Hereket Nuceba, Esaib Ehil el-Heq pêk tên.

Hemdanî daxuyand ku êrîşan ji Îraqê re teqez kir ku ew rastî gefan tên ji ber daxwaza Pasdaran ku "welatê wan veguherîne qadeke şer a biwekalet".

Wî anî ziman ku wan herwiha ji civaka navdewletî re jî kampanya fişarê ya Amerîkî piştrast kir, ku dixwaze "rejîma Îranê bi guhertina kirinên xwe bide qayîlkirin û destwerdana wê li Sûrîya û Libnanê rawestîne".

Wî got, dema êrîşan "teqez dike ku ew ne kirinine ketober in ji alîyê milîsan ve, lê belê ew kirinine plankirî û sîstematîk in ku ji alîyê Pasdaran pêk tên".

Berdêla serwerîya yasayê tune ye

Lêkolînerê karûbarên sîyasî yê Îraqî Mihemed Temîmî ji Diyaruna re ragihand ku dê binkeftîyeke pir mezin bo Îraqê be eger Amerîka gefên girtina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê berdewam bike ji ber êrîşên li ser Navçeya Kesik.

Temîmî got ku ev dê Îraq bi dûr bixe, ku Îraqî dê derfetên piştevanîya mirovî û çandî, perwerdehî û aborî ji dest bidin.

"Ji vê girîngtir, ku ew ê alîgirekî ku hêmanê sereke yê wan ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) xelas kir ji dest bidin -- ji ber milîsên girêdayî Îranê--, wî anî ziman.

Hêzên Îraqî her li pey êrîşkarên êrîşên ku bi rêya mûşekên Katyûşa û bombeyên bidestçêkirî pêk tên dikevin, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş lîwa Tehsîn Xefacî wiha ji Diyaruna re got.

Wî da zanîn ku "tu berdêla ewlehî, sîstem û serwerîya yasayê nîne".

Rojhilata Navên rastî qonaxeke nû ya kaosê ji alîyê rejîma Îranê û wekîlên wê ve tê, profesorê têkilîyên navdewletî li Zanîngeha Selahedînê Mihemed Arecî ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku sizayên Amerîkî li ser rejîma Îranê gelekî rê li ber destwerdana wê li karûbarên welatên cîran girt, tevî ku gelê Îranî berdêlekî mezin di ber kirinên Pasdaran de dide.

"Lîstina bi jîyana Îranîyan"

"Xelkê Îranê aniha ji xwe dipirsin ku ew ê heta kengî xelk ji ber xewnên rejîmê li welatên din birçî bimînin," dijber û çalakgerê sîyasî yê Îranî Mûsa Efşar ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku Pasdaran bi jîyana bi milyonan Îranî dilîzin, ku hemû gazinan ji daketina diravê niştimanî ev e tiştê ku hişt rêjeya feqîrtîyê pir bilind bibe.

Efşar da zanîn ku hejmara kesên bêkar li Îranê gihîşt 30 milyonî û derdora 40 milyon Îranîyî aniha di binîya feqîrtîyê de dijîn.

Wî got ku hinek malbat bi kêmî 50 dolarî her meh dijîn, û kêmxwarina zarokan jî belav bûye.

Ev e tiştê ku hişt xelk derbarê "pereyên li ser mûşek û milîsan tên xeerckirin" bipirsin û çima van pereyan nadin xelkê Îranê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500