Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Muqteda Sedir rastî hêrsa cemawerî ya zêde tê li Îraqê

Faris Omran

Endamên "Xûzeyên Şîn" ên Muqteda Sedir li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê belav dibin di wêneyeke ku di mîdyaya civakî hatiye weşandin di 1ê Sibatê de.

Endamên "Xûzeyên Şîn" ên Muqteda Sedir li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê belav dibin di wêneyeke ku di mîdyaya civakî hatiye weşandin di 1ê Sibatê de.

Zanayê olê yê navdar Muqteda Sedir rastî hêrsa cemawerî ya zêde hat piştî kiryarên wî yên vê dawîyê, di nav de guhartina helwesta xwe derbarê xwenîşandanên li seranserî welat û êrîşên ji alîyê milîsên li jêr kontrola wî li ser xwenîşanderan.

Bi dehan hatin kuştin û birîndarkirin di 5ê Sibatê de, dema ku "Xûzeyên Şîn" ên Sedir daketin kolanan li bajarê Necefa pîroz daku xwenîşandanan ji hev belav bikin.

Li gorî dîdvanên bi çavên xwe dîtin, wan konên xwenîşanderan şewitandin, fîşek jî avêtin wan û bombeyên bi destan avêtin wan.

Herwiha tundûtûjî li Kerbela û Bexdayê belav bûye, hevdem ku medyaya civakî mişt vîdyoyên dîyar dikin çawa şopînerên Sedir bi daran êrîşî xwenîşanderan dikin an jî bi tiştên tûj li wan didin.

Xwenîşander dadikevine kolanan li Mydana Tehrîrê ya Bexdayê di 9ê Mijdara 2019an de. [Diyaruna]

Xwenîşander dadikevine kolanan li Mydana Tehrîrê ya Bexdayê di 9ê Mijdara 2019an de. [Diyaruna]

Xwenîşanderekî ji Bexdayê yê xwest ku nenaskirî bimîne ji Diyaruna re got ku wî bi çavên xwe dît çawa hejmareke xwenîşanderên hevrêyên wî li Meydana Tehrîrê rastî pihînan hatin ji alîyê alîgirên Sedir ve û bi daran li wan hat xistin.

Wî got ku "êrîşker Xûzeyên Şîn bûn û hewl didan ku dest deynin ser Meydana Tehrîrê û xwenîşanderan jê der bikin, û ew di vê yekê de bi ser ketin".

Li hember vê yekê, xwepêşandanên cemawerî derketin û hovîtîya vê zordestîyê şermezar kirin, li gel nûnerekî ji alîyê oldarê Şî'î Elî Sîstanî di 7ê Sibatê de tundîya li dijî xwenîşanderan şermezar dikirin di gotara Înê de.

Şîstanî got ku tunûtûjî "êşdar û bextreş e" û got ku hêzên ewlekarîyê yên dewletê "gerekîbar in" daku nehêlin Îraq "bikeve tora tevlihevîyê de".

Hêza berteka li hember tundûtûjîya alîgirên Sedir zor li Sedir kir ku alîgirên xwe ji Meydana Tehrîrê vekişîne û parastina ewlehîyê bispêrehêzên Îraqî.

Guhartina helwestê

Berî van bûyeran, Sedir destnîşan kir ku ew piştgirîya xwenîşandanan dike û îlan kir ku ew dê komên "bêçek" li jêr navê "Xûzeyên Şîn" ava bike bo misogerkirina parastina wan.

"Maskê Sedir ket," şirovekarê siyasî Ebdul Qadir Nayil got.

"Êrîşa ji alîyê alîgirên wî ve rast nîşan dide ku ew ti carê ne cidî bû û nedixwest islahê bi cih bîne yan jî piştgirîya doza xwenîşanderan bike weke çawa wî angaşt dikir," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got "ev tenê perdeyek e ku ew mebesta xwe li pişt wê vedişêre daku bêtir qezencên siyasî an berjewendîyên berteng bi dest bixe".

Nayil anî ziman ku vê tundûtûjîya vê dawîyê "rûyê rast ê Sedir weke serkirdeyê milîseke dervey qanûnê dîyar dike, milîsa ku kuştin û çewisandinê dike".

Wî got ku xuyayî ye Sedir hewl dide ku valahîya fermandarê Hêza Quds a Feyleqa Pasdaran Şoreşa Îslamî ya Îranê Qasim Sulêmanî hiştiye dagire, "daku karibe hejmûna xwe bi hêz bike".

Nayil got ku "divê milîs werin muhasebekirin û rastî dedê werin".

Hêrsbûna giştî

"Xelk ji tunûtûjîya milîsên Sedir bihêrs û aciz in," Xazî Fêsel Husên, şêwirmendê di Navenda Îraqî bo Lêkolînên Stratejîk got..

Kiryarên Sedirîyan "bêrûmetkirin û kirêtkirina rûmeta xwenîşanderên jîndi mîdyaya civakî dihundirînin", wî ji Diyaruna re dîyar kir.

Husên got ku "armanckirina xwenîşanderan nayê qebûlkirin û qanûn û destûra ku azadîya xwenîşandinê diparêzin bin pê dike".

Wî got ku li gorî qanûna Îraqî destûr heye ku xwenîşander enerîya xwe li dijî şert û mercên aborî yên ew rastî tên derbirîn bikin û li dijî milîsên Îran piştgirîya wan dike yên gefê li dewletê dixwin.

Wî got "Sedir, ê piştgirîya xwepêşandanên cemawerî kir, blokeke wî ya siyasî heye bi navê Sairûn û gelek têbînî hene derbarê rola wê di parkirina berjewendîyên aborî bi partî û komên din re".

"Tê gotin ku têkilîyeke xurt di navbera Sedir û Îran û Hizbulah de heye û gelek pirs hene derbarê rola tevgera Sedrî ya ku herwiha berpirs derbarê şert û mercên bobelatî yên ku welat rastî wan tê".

Husên got ku "desthilatdarîya olî ya Necefê di gelek hilkeftinan de piştgirîya xwe ji xwenîşanderan re eşkere kir û redkirina wê ya xurt ji hewldanên milîsan ku xwenîşandanan biçewisînin".

Wî anî ziman ku "rexnekirina tunûtûjîyê li dijî xwenîşanderan ji Necefê zêde dibe, herwiha bang li hêzên ewlekarî dikin ku bi karê xwe rabin û tawanbarên ku xwenîşanderan dikujin eşkere bikin û wan ji dadê re pêşkêş bikin".

Sedir ''alaveke Îranî ye''

Pisporê ewlekarî Hatim Felahî ji Diyaruna re got ku bûyerên xwînawî li Necefê û binpêkirinên xeternak ên ku şopînerên Sedir dikin "berpirsyarîya Sedir ji ajandayên Îranî teqez kirin".

Wî got ku Sedir "alaveke Îranî ye".

Wî got "rejîma Îranî dixwaze ku Sedir dosyayên siyasî û ewlekarî bi rê ve bibe di rêya milîsên xwe re û ber bi dawîkirina xwenîşandanan ve herin di rêya bikaranîna hêza zêde".

Civîna 13 Kanûna Duyem serkirdeyên bilind ên milîsên Îraqî yên Îran piştgirîya wan dike li bajarê Qumê, ya ku Sedir lê amade bû, "taybetmendîya vê destnîşan kir", Felahî got.

Wî anî ziman ku "Îranî hewl didin ku milîsên Îraqî bidine hev û wan weke alavan ji Sedir re pêşkêş bikin, daku evê dawî karibe hêza xwe qayim bike".

Felahî not kir ku "endamine milîsên Ketaib Hizbulah, Hereket Nuceba û Ketaib Îmam Elî tevlî Xûzeyên Şîn bûn pêngava kotekan a vê dawîyê de li dijî xwenîşanderan".

Wî gumana xwe derbarê biryara Sedir a 12ê Sibatê bo jihevxistina Xûzeyên Şîn derbirîn kir û not kir ku Sedir "gelek biryar dan bo jihevxistin û bidawîkirina milîsên xwe daku ew karibe careke din wan li jêr navine cuda çêbike".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê bi min re ye û ew baştirîn parêzvan e!

BERSIV BIDE