Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tevî girtinan jî hîna mûşek berjewendîyên Amerîkî li Îraqê dikin armanc

AFP

Wêneyek ku di 27ê Sibatê de hatiye kişandin avahîya parlamen li Zona Kesk a Bexdayê nîşan dide. [Sebah Erar/AFP]

Wêneyek ku di 27ê Sibatê de hatiye kişandin avahîya parlamen li Zona Kesk a Bexdayê nîşan dide. [Sebah Erar/AFP]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî Yekşemê ragihandin ku du êrîşên bi mûşekan baregehine diplomatîk û serbazî yên Amerîkî şeva Şemîyê (4ê Tîrmehê) kirin armanc, piştî zêdetir ji heftîyekê ji çaxê ku hinek girtin pêk hatin û nehiştin êrîşine wisa pêk werin.

Ji Cotmehê ve, diplomat û hêzên Amerîkî li seranserê Îraqê bi dora 36 êrîşên bi mûşek hatine armanckirin, ku Waşinton tilîyên tawanbarîyê dirêjî komên bi ser Îranê ve dike.

Weke gaveke nû ya bi vî rengî, hêzên bijarte yên Îraqî di dawîya Hezîranê debêhtir ji 12 çekdarên bi ser Tehranê ve girtin ku tê payîn van kesan plana êrîşeke nû li ser Zona Kesk a li Bexadayê dikir; herêma ku balyozxaneya Amerîkî û balyozxaneyên biyanî yên din lê ne.

Berpirsine hikumeta Îraqî gotin ku girtin dê "peyamek" bo astengkirina êrîşên pêşerojê be, lê sibeha Yekşemê, milîsan hewldaneke din pêk anî.

Li gorî artêşa Îraqî, mûşekek li Zona Kesk li nêzî malekê ket, di encamê de zarokek birîndar bû.

Artêşê herwiha ragihand ku "di heman demê de, hêzên me karîbûn êrîşeke din bişkînin û dest deynin li ser mûşekeke katyuşa û avêjerek ku baregeha Tacî ya li bakurê Bexdayê dikirin armanc", li cihê ku hêzên Amerîkî û yên hevpeymanîyê lê dimînin.

Ev hewldan piştî balyozxaneya Amerîkî pergaleke mûşekan a nû ji cureya C-RAM tecrube kir bi çend saetan hat, li gorî çavkanîyeke ewlehî ya Îraqî ya payebilind.

C-RAM ku destpêka vê salê li balyozxaneyê hate danîn, mûşekên ku tên pişkinîn dike û wan li jor diteqîne bi rêya armanckirina wan bi hezar guleyî di yek deqeyê de.

Amerîka girtinan "pîroz dike"

Amerîka Ketaib Hizbulah bi van êrîşan tawanbar dike, ku komeke çekdar a Tehran piştevanîya wê dike ye, ku ew komeke li jêr sîwana torên komên çekdar ên bi navê Heşda Şaebî tên naskirin.

Waşinton ji desthilatên Îraqî xwest ku hîna bêhtir derbarê vê komê de hişk bin. Hêzên herêmî ji berîya niha ve gelekî dudilî bûne, ku ditirsin destwerdana yekser a mîna vê li dijî hêmaneke bihêz dê metirsîyên mezintir çêbike.

Lê meha borî, hêzên ewlekarî yên dewletê yekem serdegirtina bi vî rengî li dijî baregeha Ketaib Hizbulah li qeraxên Bexdayê pêk anî, mûşek û 14 çekdarên ku tê payîn wan plana êrîşekê li ser Zona Kesk dikir hatin girtin. Di nava çend rojan de, ji bilî yekî ji wan hemû çekdarên din hatin berdan.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo kêfxweşîya xwe bi van girtinan anî ziman, ku gotibû komên serserî "astengîya herî mezin a li pêşîya alîkarî û weberanîna aborî" bo Îraqê ne.

Pompeo heftîya borî gotibû "rêkarên Bexdayê gavek ber bi alîyê rast ve ne û em wan pîroz dikin ".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500