Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Sîstanî piştevanîya hilbijartinên pêşwext dike û teqezîyê li ser serwerîya Îraqê dike

Faris Omeran û AFP

Hezretê Ayatulah Gewre Elî Sîstanî di 13ê Îlonê de mezintirîn nûnerên NY yên li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert vexwend mala xwe li Necefê. [Wêne ji ofîsa Sîstanî hatiye wergirtin]

Hezretê Ayatulah Gewre Elî Sîstanî di 13ê Îlonê de mezintirîn nûnerên NY yên li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert vexwend mala xwe li Necefê. [Wêne ji ofîsa Sîstanî hatiye wergirtin]

Oldarê Şî'î yê payebilind Yekşemê (13ê Îlonê) piştgirîya pêkanîna hilbijartinên parlamenî yên pêşwext di Hezîrana 2021an de kir, piştî yekemîn hevdîtin bi nûnereke payebilind a NY re ji nêzî salekê ve.

"Hilbijartinên parlamenî yên tê payîn sala bê werin lidarxistin xwedî girîngîyeke mezin in", Ayatulah Elî Sîstanî yê 90 salî, di daxuyanîyeke internêtê de piştî hevdîtina daulî ragihand.

Sîstanî eşkere dernakeve û hertim jî xitiba Înê ya heftane bi rêya nûnerekî tê dayîn.

Ew hevdîtinê bi kesayetên sîyasî re nake, lê carcaran bi NY re dicive ku wê weke alîyekî bêalî dibîne.

Serokê Îraqê Berhem Salih hevdîtin bi nûnera payebilind a NY li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert re li Sulêmanî di 13ê Îlonê de kir. [Wêne ji ofîsa Serokatîyê hatiye wergirtin]

Serokê Îraqê Berhem Salih hevdîtin bi nûnera payebilind a NY li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert re li Sulêmanî di 13ê Îlonê de kir. [Wêne ji ofîsa Serokatîyê hatiye wergirtin]

Sîstanî roja Yekşemê nûnera bilind a NY li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert vexwend mala xwe ya li bajarê Necefê, piştî 10 mehan ji çaxê civîna wan a dawî.

"Eger bi rengekî rast û awayekî zelal hatin pêkanîn, dibe ku rûpeleke girîng bo welat vekin, wê got weke îşaret bi hilbijartinên pêşwext.

Serokwezîrê Îraqê Mustefa Kazimî di dawîya Tîrmehê de ragihandibû ku Îraq dê hilbijartinên parlamenî berî salekê li dar bixe, weke hewldan ku sozeke xwe ya sereke dema vê salê hat ser hikum pêk bîne.

Sîstanî bi xwe jî piştgirîya pêkanîna hilbijartinên pêşwext ji sala par de dike, gava xwepêşandanine nedîtî yên li dijî hikumetê Bexda û bajarên li başûr ku bi piranî Şîe ne hejandibûn.

Sîstanî pir di rexnekirina parlamena heyî ya dabeşkirî de hişk bû, ku di Gulana 2018an de hat bijartin.

Desteya ku ji 329 endamî pêk tê bo çaksazkirina hilbijartî berîya hilbijartinên sala bê dengê xwe dabû, lê hîna bo endamên sereke biryar nedaye, di nav de qaseya birêveberîyê.

Wî anî ziman ku divê Îraqî bi awayekî "berfirehtir" beşdar bibin, hişyar kir jî ku eger hilbijartin di dema xwe ya destnîşankirî de yan bi awayekî rast û azad neyên pêkanîn dibe ku "gefê li yekîtî û pêşeroja Îraqê bixwin".

Teqezkirina serwerîya Îraqê

Sîstanî teqez kir ku hikumet û hemû Îraqî ji parastina serwerîya niştimanî ya Îraqê û "rûbirûbûna destwerdana biyanî li karûbarên welat" berpirs in.

Sîstanî anî ziman ku ji hikumetê tê xwestin ku "bi xurtî û bi hêz gavên xwe yên bo edaleta civakî avêtine berdewam bike, dergehên sînor kontrol bike , û karê hêzên ewlekarîyê baş bike ku bêhtir qayîm û pîşedar be".

Sîstanî herwiha bang kir ku divê serwerîya dewletê were sepandin û erdên Îraqê bo herêmine cihê ku "ji alîyê komên çekdar bi hêza çekan tên kontrolkirin" neyên dabeşkirin.

Wî got ku divê hikûmet hemû çekên nerêdankirî desteser bike.

Daxuyanîya Sîstanî "peyameke zelal nîşan dide ku pêwîst e dewleteke ku mafê welatîbûyîn û edaletê bide were avakirin," şirovekarê sîyasî Ehmed Şewqî ji Diyaruna re got.

Wî daxuyand ku Îraq nikare bi pêş bikeve "madem ev komik û grupên derqanûnî çekên nerêdankirî radikin û çekdan didin pêşandan ku ev serwerîya niştimanî binpê dike".

Şewaqî da zanîn ku ev kom "dixwazin ziyanê bigihînin ewlehîyê [ya Îraqê] û berjewendî û ajendeyên biyanî li ser hesabê berjewendî û yekîtîya welat bisepînin".

Wî got ku komên çekdar ên bi ser Îranê ve "welat xistine metirsîya jihevxistinê, tiştê hişt ber bi şer û kaosê ve biçe û pêşerojeke reştarî ji gelê Îraqê re ava bibe".

Wî destnîşan kir ku divê hikumet xebatên xwe yên qelskirina rola komên ku gefan li desthilata wê dixwin berdewam bike û "biryarine hişktir û xurttir bistîne, di rêya xurtkirina karîna hêzên ewlekarîyê ku karibin endamên van koman bişopînin û bigirin.

Şewqî anî ziman ku "em texmîn dikin ku rêkar û kampanyên hikumî yên xurt di demeke nêz de hebin ku sînorek ji çêkên bêrêdan re were danîn û kesayetên mezin ên gendel werin darizandin".

"Gelê Îraqî bûyeran baş dişopîne", wî got. "Ew dixwazin welatê wan geş bibe û bi aştîyê şa bibe û tu welatek din destwerdanê li karûbarên wê yên hundir neke".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Na, ji ber ku ew bi fetwayekê dikare komên çekdar ên ser bi Îranê ve der bike; wekî din, bi tenê xapandina xelkê Îraqê ye. Eger ew serokê partîyan û koman bicivîne û ji wan re bibêje bihêlin Îraq û Îraqî bi samanên xwe şa bibin, gelo ew dê li wî guhdarî bikin? Ew xwedan desthilateke pir bihêz e. Ev rastîyeke. Em nikarin xwe ji rastîyê veşêrin bo berjewendîyên welat û alîyên ku xwe weke berxwedêr nîşan didin. Herwiha, rêya berxwedanê ne bi dizîn û talankirina gelê Îraqê û kuştina Îraqîyan e. Ez ji kesên xwedan hiş re diaxêvim.

BERSIV BIDE