Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Milîsên Îraqî yên girêdayî Îranê ofîsên xwe digirin

Faris Omran

Endamên milîsên Îraqî yên Îran piştevanîya wan dike di meşeke serbazî de li Bexdayê di meha Kanûna Duyem de tên dîtin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamên milîsên Îraqî yên Îran piştevanîya wan dike di meşeke serbazî de li Bexdayê di meha Kanûna Duyem de tên dîtin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Şareza dibêjin ku ji ber redkirina cemawerî û kûrbûna nakokîyên hundirîn êdî milîsên Îraqî yên girêdayî Îranê hejmara ofîsên xwe li parêzgehên li navend û başûrê welat kêm dikin.

Bi dirêjahîya çend heftîyên borî, ofîsênAsaib Ehil el-Heq, Rêxistina Bedir, Ketaib Hizbulah û Hereket el-Nucebahatine girtin û armeyên wan hatin rakirin bi fermanên serkirdeyên payebilind ên milîsan û yên Îranî.

Wan got ku van milîsan ofîsên xwe ji xanî û avahîyên li taxên niştecihbûnê veguhestine deverine din.

Ev gav weke bersiv ji "şîret û qewîtîyên" fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya ÎranêSmaîl Qaanî tên, xebîrê stratîjî û serbazî Hatim Felahî ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku xwenîşandanên girseyî li başûr û navenda Îraqê di mehên borî de, ku nerazîbûn li dijî milîsên ku Îran piştevanîya wan dike hebûn, "nîşan dan ku kolana Îraqî piştgirîyê nade wan weke ew angaşt dikin".

Gelek Îraqî milîsan berpirsên qeyranên aborî û ewlehî yên welat wan jîyan dike dibînin, û dibêjin ku ew xizmeta berjewendîyên Îranê û planên wê yên hegemonîxwaz dikin.

Nakokîyên kûr

"Milîs têgihiştin ku tu bijareyên wan tune ne ji bilî girtina baregeh û ofîsên xwe bo kêmkirina berteka li hember xwe," Felahî got.

Wî got ku milîs baş dizanin ku wan desteka ji wan re hebû ji dest daye, piştî ku Îraqî li hember serkirdeyên milîsan rabûn, ên ku "xwe bi rêya dizîna samanên niştîmanî dewlemend dikin û bandora xwe di hikûmetê de bi hêz dikin".

Bi dehên ofîs û baregehên milîsan di mehên dawî de hatine şewitandin, xebîrê ewlehî Macid Qeysî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hinek ji wan ji hêla xwenîşanderan ve hatibûn şewitandin ji ber hêrsa li hember hejmûna milîsên alîgirê Îranê li Îraqê û serkutkirina wan a tund ji xwenîşandanên cemawerî re.

"Hinek ji wan ji hêla milîsên hevrik ve hatin şewitandin, ev yek jî nîşan dide ku nakokîyên kûr di nav van hêzên çekdar de heye," wî got.

Qeysî got ku hewla kêmkirina hejmara baregehên milîsan rêkareke parêzî ye bo kêmkirina girjî û milmilanîyê û bo parastina bunyadê van hêzan û nehiştina rûdana parçebûnan.

Wî bang li hikûmeta Îraqî kir ku sînor ji milîsên ku ziyanê dighînin "prêstîj û serwerîya dewletê" re deyne bi rêya bihêzkirina artêşa Îraqî û ajansên ewlekarî, û herwiha nehiştina gendelîyê.

Fişar bo bidawîkirina milîsan

Nerazîbûna mezin ji milîsên Îran piştîvanîya wan dike û zêdebûna nakokîyan di navbera wan de hişt ku serkirdeyên milîsan hebûna xwe ya bi eşkere kêm bikin, xebîrê stratîjî û şirovekarê siyasî Elaa Naşo ji Diyaruna re got.

Wî teqez kir ku herwiha milîs ji ber rola xwe nîgeran in "piştî dîdgeha ku hikûmeta nû danî bo nehiştina çalakîyên çekdarî yên neyasayî", û bal kişand ser girtinên dawî yên li dijî endamênmilîsa Ketaib Hizbulah li Bexdayê.

Di vê rewşa aloz de, xuya dike ku serkirdeyên milîsan berê xwe didin "manoran û pêkanîna operasyonên nehênî", Naşo got.

Ew herwiha dixwazin ku "cihên xwe ji êrîşên balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî biparêzin, eger hat û ev milîs berdewam bûn di karên dijminkarî û binpêkirina serwerîya Îraqî de", wî got.

Wî teqez kir ku nehiştina milîsan karekî ne hêsan e, ji ber wan hejmûneke mezin û toreke mezin a berjewendîyên aborî di nava gelek salan de ava kiriye.

Wî got ku dorpêçkirina vê hejmûnê dê xebateke bo heyameke pir dirêj berdewam be, "ku ev yek jî pêkan e, ji ber piştgirîya cemawerî ji hikûmetê re di xebatên wê yên çespandina serwerîya yasayê û nehiştina çekdarîya neyasayî".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500