Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Nakokîyên di navbera Pasdaran û milîsên Îraqî serê bilind dikin

Faris Omran

Endamên Ketaib Hizbulah û milîsên din ên Îraqî li nêzî bajarokê Elbû Kemalê li Sûrîyayê di Mijdara 2017an de tên dîtin. [Wêne ji internêtê hatiye wergirtin]

Endamên Ketaib Hizbulah û milîsên din ên Îraqî li nêzî bajarokê Elbû Kemalê li Sûrîyayê di Mijdara 2017an de tên dîtin. [Wêne ji internêtê hatiye wergirtin]

Nakokîyên di navbera hêzên ku "Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê" (Pasdaran) li rojhilatê Sûrîyayê zêde dibin hevdem ku zêdebûna sizayên Amerîkî xercîyên Pasdaran ên bo operasyonên li derve tên terxankirin kêm dike, şirovekaran ji Diyaruna re ragihand.

Wan dîyar kir ku derz bêhtir di navberamilîsa Ketaib Hizbulah a Îraqî û fermandarên Pasdaran û herwiha komên din de li ser hejmûnê zêde didin.

Şirovekar û çavdarê van nakokîyan vedigerin pêşbazîya germ a li ser serkirdatîyê û çavkanîyên samanan û hejmûnê di navbera hêzên herî mezin li ser zemînê de.

Milîsên Îraqî bi berfirehî li rojhilatê Sûrîyayê ne, ku dora 20 milîsan li wir in. Ji bilî Ketaib Hizbulah, milîsên herî xuyayî ev in: Nuceba, Lîwayê Zulfiqar, Heyderiyûn û lîwayên Seyid el-Şuheda.

Milîsên Îranî, Afxanî (Fatemiyûn), Pakistanî (Zeynebiyûn) û Lubnanî jî hewl didin ku stûnên xwe li wir bikutin.

"Her alîyek dixwaze ew serdest be"

Milîsên Pasdaran piştevanîya wan dike, yên ji welatîyên Îraqî pêk tên, Ketaib Hizbulah bi ferzkirina biryarên tekrew û pozbilindîyê gunehbar dikin.

"Êdî bêhtir ji berê nakokîyên wan derdikevin ji ber ku her alîyek dixwaze ku ew li ser hêzên din zaldar be û hejmûna xwe li ser prosesa briyardanê ferz bike," Şêx Muder Esed, endamê Encumena Êlên Sûrî, ragihand.

"Aniha, nakokîyên mezin û parçebûnên tûj di nava hêzên alîgir ji Îranê re hene ji ber ku ew li ser serkirdatîyê, destdanîna li ser zevîyan û samanên xwezahî li rojhilatê Sûrîyayê -- bi taybetî neft û xazê -- digerin," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Kêmbûna temwîla ku Îranê dide wekîl û peyayên ji ber bandorasizayên aborî li ser rejîmên Îranî û Sûrî" hişt ku nakokî zêde bibin û eşkere bibin, li gorî dîtina Esed.

Alozî di navbera serkirdatîya Pasdaran û milîsên hevalbendê wê li Sûrîyayê pir mezin in, bi taybetî Ketaib Hizbulah -- a ku dît ku mûçeyên çekdarên wê yên mehane ji $1,500 bo $300 kêm bûne.

Wî got ku ji wiha zêdetir, bordumankirina baregehên milîsên ser bi Îranê, ên li Hewzê Feratê nakokî zêdetir kirine û ew bizdandine.

Esed got ku rewş li deverên li jêr destê milîsên ser bi Îranê ve her diçe kambaxtir dibe.

"Şênîyên li bajar û bajarokên li rojhilatê Sûrîyayê mîna Meyadîn, Kesra, Dêra Zorê, Şamiya, Elbû Kemal, Meriyah û el-Tebanî pir zhmetîyan dibînin ji ber zêdegavîyên van koman," wî got.

Wî got ku ew dest datînin ser xanî û zevîyan û berhemên çandinîyê didizin. Di encam de jî, gelek şênî neçar bûn ku bar bikin, ji ber kêmbûna xwarinê, bacên ku milîsê ferz dikin û rewşa aborî ya kambax.

Fişara aborî nakokîyan kûr dike

"Ketaib Hizbulah yek ji milîsên Îranê yên herî tundrew in, çi li Îraqê û çi li Sûrîyayê," şirovekarê siyasî yê Sûrî Ziyad el-Muncid ragihand.

Nakokîyên di navbera wan de derketine hîn bandor li xwazaya serkirdatîya wan nekiriye, û hîn bi tenê li dor "pirsên kesane û taktîkî ne", wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku dibe ev fişara aborî ya ku ev mlîs dijîn "nakokî û parçebûnên wan kûr bikin û bihêlin enîya wan a hundirîn lawaztir in, ji ber ku tê zanîn ku berî aniha Îranê bi comerdî ev kom bi salan temwîl dikirin", wî got.

Wî daxuyand ku aniha rewş hatiye guhertin, û çekdarên tevlî rêzên van koman bûne, bi taybetî Sûrîyên hejar, gazinan ji mûçeyên xwe yên kêm dikin, ji ber ku gelek ji wan ji ber pereyan tevlî wan bûne ne ji ber sedemên îdyolojî.

"Komên girêdayî Îranê dê her tiştî bo parastina berjewendîyên xwe yên aborî bikin ," wî got. "Ew samanên xelkê deverê talan dikin ji dema ku wan dest danîye ser deverên li rojhilatê Sûrîyayê."

"Ew herwiha guhertinêndemografî li van deveran pêk tînin bi rêya destdanîna li ser xanîyan bo bicihkirina çekdarên xwe û malbatên wan, ku di dawîyê de ew bi vê yekê ajandeya Îranê pêk tînin."

Zehmet e kes şûna Sulêmanî bigire

Şirovekarê siyasî yê Îraqî Xanim Ebid got "Alozîya di navbera zilamên Îranê li Sûrîyayê bi tenê dengvedana rewşa pêşbazîyê ya di navbera wan de li Îraqê ji dema kuştina generalê Îranî Qasim Sulêmanî di Kanûna Duyem de ye".

"Smaîl Qaanî, yê ku şûna Sulêmanî girtiye, heta aniha nikare ku şûna pêşîyê xwe dagire û nikare ku rewşê weke berê jî vegerîne," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku milmilanîya li ser serkirdatîyê êdî roj bi roj dijwartir dibe, û da zanîn ku hinek hêzan "dest pê kiriye bi tena serê xwe û bi awayekî yekalî tev digerin bêyî ku bi Pasdaran bişêwirin jî".

Ebid got ku ev demeke dirêj e Îran hewl dide dest deyne ser herêmên di navbera Îraq û Sûrîyayê de û hejmûna xwe ya strtejî li wir qayim bike.

"Di çend mehên dawî de, Îranê sê kampên nû bo komên girêdayî xwe li navçeya sînorî vekirin," wî da zanîn, û teqez kir ku ev yek dê qaçaxîya di dergehên sînorî yên nefermî re zêde bike û dê hinek ji xesarên wê yên ji ber sizayan qerebû bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500