Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Şer û pevçûn di navbera Hizbulah û rejîma Sûrîyayê de li Dêra Zorê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Hizbulah li çepereke serbazî tên dîtin li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrîyayê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Endamên Hizbulah li çepereke serbazî tên dîtin li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrîyayê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Pevçûnên çekdar di navbera Hizbulaha Lubnanî û rejîma Sûrî de der ketin li bajarên Muhesen û Eşarayê li gundewarê parêzgeha Dêra Zorê, çalakvanekî Sûrî ragihand.

Pevçûnên giran êvara Yekşemê (26ê Tebaxê) derketin û heta nivroya Duşemê dewam kirin di navbera endamên Hizbûlah û artêşa rejîma Sûrîyayê û milîsên alîgirên wê de, mîdyavan Cemîl Ebid ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev berdewamîyeke bo pevçûnên ku berî mehekê dest pê kirin, ji ber nakokîyên li dor knotrola rêbendên bejahî û derbasgehên ser avê û dahatên wan yên ji bac û gumrikan tên.

Wî got ku nakokî di navbera her du alîyan de derket li ser bacên ku ew li ser tevgera derbasgehên li ser Çemê Feratê bûn, û da zanîn ku dahatên wan derbasgehan "rojane çend hezar dolar in", û ew li ser xelkê di wan re derbas dibe tên sepandin.

Endamine milîsên ser bi Pasdaran ve li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrîyayê leşkerekî rejîma Sûrî digirin. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Endamine milîsên ser bi Pasdaran ve li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrîyayê leşkerekî rejîma Sûrî digirin. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Ebid got ku pevçûnên berê, yên ku li ser rêvebirina derbasgehên bejahî derketin, li bajarên Meyadîn û Elbukemalê yên dikevin rojhilatê Dêra Zorê qewimî.

Bacên mezin li ser her kesên ku di wan derbasgehan re derbas dibin tên sepandin.

Alozîya tund

Ebid goy ku pevçûn berî mehekê dest pê kirin di navbera Hizbulah û yekînene Hêzên Berevanîya Niştîmanî yên ser bi rejîma Sûrîyayê ve.

Wî got ku alozî dewam kirin heta rejmîa Sûrî neçar ma endamên van milîsan ên li bajarên Muhesen û Bolêl bigire û wan bixe nav rêzên xwe de, bi taybetî rêzên Lîwayê 101 yên Pesîvanîya Komarî.

Ev bû sedema derketina alozîyekê, vê carê rejîma Sûrî li alîyekî û Hizbulah û Lîwayê Fatimiyûn yê Afxanî, yên ku Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) piştevanîya wan dike, û yekînene ji Heşda Şebî ya Îraqîû Hereka Nuceba, ku milîseke Îraqî ye Îran piştevanîya wê dike, li alîyekî din.

"Gelek çekdar ji her du alîyan hatin kuştin û birîndar bûn di pevçûnên ku bi dirêjahîya mehekê dewam kirin," wê got.

Ebid got ku pevçûn di navbera endamên milîsa lîwa Qudsa Felestînî ya Pasdaran piştevanîya wê dike, û Firqeya Çarê ya artêşa Sûrî der ketin.

Wî got ku deverên ku pevçûn li wan qewimîn li jêr kontrola Pasdaran in, û ew wan bi rê ve dibe û wan ji hêla serbazî ve kontrol dike, û herwiha rêveberîya dergehên sînorî yên di navbera Îraq û Sûrîyayê, li nêzî Elbû Kemal, dike.

Ev milîs rijd in ku van deveran û derbasgehan kontrol bikin ji ber ew rêya wan a sereke ye bo rêwîtîya ji Îranê bo deverên hundirîn ên Sûrîyayê û Lubnanê, ûû veguhestina tiştên Îranê bo Deryaya Sipî hêsan dike, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500