Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Milîseke girêdayî Îranê êrîşî xwenîşanderên Îraqî dike

Faris Omran

Xwenîşanderine Îraqî li Bexdayê li karîketûrên ku xwenîşandanên berdewam nîşan didin temaşe dikin. [Diyaruna]

Xwenîşanderine Îraqî li Bexdayê li karîketûrên ku xwenîşandanên berdewam nîşan didin temaşe dikin. [Diyaruna]

Bi sedan alîgirên Kataib Hizbulah a girêdayî Îranê ber bi Meydana Tehrîrê ya Bexdayê ve herikîn Pêncşemê (5ê Kanûna Yekem) da xwenîşanderên li dijî hikumetê yên rola Îranî li welat şermezar kirine bitirsînin.

Girseyên ku piranîya wan ciwan in, paytexta Îraqî û bajarên başûrî ji Cotmehê ve hejandine, ku di wan gendelî û desthilata Îrana cîran tê rexnekirin.

Çavdêran got ku endamine Ketaib Hizbulah -- ya bi serokatîya cîgirê serokê Hêzên Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis -- û milîsine din, êrîşî hejmarek ji xwepêşanderan kirin.

"Ew hatin me biqewitînin û xwenîşandanan bi dawî bikin," Temîm, xwenîşanderekî 30 salî ku vestekî parêz li xwe dikir wiha ji AFP re ragihand.

Îraqî di 9ê Mijdarê li Meydana Tehrîrê li Bexdayê kom dibin bo proteskirina gendelîyê û hejmûna Îranî li welatê. [Diyaruna]

Îraqî di 9ê Mijdarê li Meydana Tehrîrê li Bexdayê kom dibin bo proteskirina gendelîyê û hejmûna Îranî li welatê. [Diyaruna]

Milîsan alîgirên xwe ji taxên hawîrdor şandin Meydana Tehrîrê, slogan û lafîteyên ku banga xwestekên niştîmanî dikin hildan, rojnameger Ziyad Şengalî wiha ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev hewldaneke eşkere bû "da xwenîşanderan bikşînin şerekî dijwar."

Şengalî daxuyand ku xwenîşander xwe ragirtin da bi wan re şer nekin, ji ber ku dê ev yek xwenîşandanên wan ji rêya aştîyane derxînin.

Wî got ku "vê yekê hêrs li cem endamên milîsan çêkir, ku bi kêr û alavine tûj êrîşî xwenîşanderan kirin," û da zanîn jî ku herî kêm 25 xwenîşander hatin birîndarkirin, rewşa hinekan jî pir giran e.

Alîkarîyên destpêkê ji alîyê xalên rewşên awarte, yên li Meydana Tehrîrê hatine belavkirin, hatin pêşkêşkirin.

"Hewldaneke bêsûd"

Wî dîyar kir ku "ev hewldaneke din bêsûd a din e ji hêla milîsên Îranê ve daku xwenîşandanên cemawerî têk bibin, ku bi awayekî rasterast desthilatdarîya van koman û binbêkirinên wan ên li dijî gelê Îraqê red kirin."

Şengalî da zanîn ku milîsan hewl da xwenîşanderan bikujin, çalakvanan birevînin û gefan li wan bixwin, û nûçe û wêneyine sexte biweşînin da "xwenîşdanan xerab bikin û têk bibin."

Wî anî ziman ku piştî van hemû hewldanan, wan dest bi şandina endam û alîgirên xwe bo taxan kirin bi hewldana ku xwenîşdanderan bitirsînin û wan bikişînin şer.

Wî destnîşan kir ku "rejîma Îranê û sîxurên wê naxwazin xwenîşandan berdewam bikin, ji ber ev yek wê dawîyê li hejmûn û berjewendîyên wan ên li Îraqê bîne."

Şengalî da zanîn ku Îran û wekîlên xwe "bi salan ji bo desthilatê kar kirine li ser hesabê berjewendîyên gelê Îraqî û kedên wan ên avakirina welat û misogerkirina aramî, geşedan û serbixwebûnê."

"Xelkê Îraqê dê xwenîşandanên xwe yên aştîyane dewam bikin heya bandora Îranê û wekîlên wê bi temamî bi dawî bikin û hemû xwestekên xwe bi cih bînin," Şengalî wisa got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500