Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Serkirdeyê milîseke Îraqî xwe bi têkilîyên xwe bi Îranê re mezin dibîne

Faris Omran

Ebû Mehdî Muhendis (R), cîgirê serokê Hêzên Heşda Şaebî, bi fermandarê Hêza Qudsê lîwa Qasim Sulêmanî re tê dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ebû Mehdî Muhendis (R), cîgirê serokê Hêzên Heşda Şaebî, bi fermandarê Hêza Qudsê lîwa Qasim Sulêmanî re tê dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Yek ji serkirdeyên milîsa herî desthilatdar li Îraqê vê dawîyê bi awayekî eşkere piştgirîya xwe ji Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) re îlan kir.

Di daxuyanîyekê de roja 24ê Nîsanê, piştî çend heftîyinan ji binavkirina Amerîka ji Feyleqa Pasdaran re weke rêxistineke terorîst hat, cîgirê serokê Hêzên Heşda Şaebî Ebû MehdîMuhendis piştgirîya xwe teqez kir û got "em serbilind in ku em terorîst bin".

Ew xelkê Besrayê ye, navê wî yê rast Cemal Cefer Brahîm e, di sala 1954an de ji dayîkeke Îranî û bavekî Îraqî re ji dayîk bûye.

Herwiha ew jî li ser lîsteya Amerîkayê ya terorîstên destnîşankirî ye.

Muhendis di sala 1979an de li Îranê bi cih bû, û bû şêwirmendê hêza Qudsê ya tikildarî Feyleqa Pasdaran. Cezaya bi îdamê lê hatibû birîn ji alîyê dadgeheke Kwêtî ve ji ber destê wî di teqînên şeş siwênkarên Kwêtî û biyanî de di sala 1983yan de hebû.

Ew bi awayekî berfireh "weke zilamê herî berz ê Îranê li Îarqê, û yek ji fermandarên wê yê herî dilsoz û wefadar" tê reçavkirin, lêkolînerê kar û barên siyasî Ebdul Qadir Nayil got.

Di heman gotara ku wî piştgirîya xwe ji Feyleqa Pasdaran re îlan kir, Muhendis got Îraq dikare weke penagehek be ji Îranê re daku van sizayên ku nû li ser hatine sepandin sivik bike.

Herwekî ku ew mêrê duwem e di fermandarîya Hêzên Heşda Şebî de, el-Muhendis kar kir ber bi ku "hişt welatê wî di şerên navdewletî û herêmî de beşdar bibe daku bercewendîyên Îranê biparêze", Nayil got.

Wî got ku ew bawer nake ku el-Muhendis û milîsên ku Îran piştgirîya wan dike yên ku ew bi rê ve dibe "dê betal bmînin eger êrîşî Îranê bû".

Wî da zanîn ku Muhendin di qaçaxîkirina çekan de bo Îranê de cih girtiye, "aniha ew serperiştîya guhestina milîs û çekên Îranî ber bi navçeya Cerf el-Sexr [li parêzgeha Selahedînê] ve dike".

Wî anî ziman ku baregeheke mezin aniha tê avakirin ji bo milîsên ku dê berevanîya Îranê bikin rahênan û bi çek bikin eger Îran rastî êrîşê hat.

Îran li pey bilindbûna Muhendis e

"El-Muhendis yek ji kesayetên Îraqî yên ku Îran piştgirîya wan dike yê herî dethilatdar e," enalîstê siyasî Adil el-Eşrem Bin Emar, serokê sendîkeya Şimarê ya Rewşenbîrên Êlan, got.

Wî têkilîyên serkirdeyê Hêzên Heşda Şebî yên nêzîk bi fermandarê Hêza Qudis lîwa Qasim Sulêmanî re û têkilîyên wî yên demdirêj bi Feyleqa Pasdaran re.

Îranî li pey desthilatdarîya el-Muhendis ya ku zêde dibe û êrîşên ku dike daku desthilatdarîyeke bêtir bi dest bixe û destwerdanê di hemû warên hikûmeta Îraqî de dike daku xizmeta bercewendîyên Îranî bike, Bin Emar ji Diyaruna re got.

Muhendis aniha kar dike weke ku ew "di ser qanûn û destûrê re ye û ew di lûtkeya desthilatdarîyê [ya Îraqê] ya berdêl de ye -- ya ku hêza veşartîye ku welat bi rê ve dibe û biryarên sereke dide", wî got.

"Ew gelekî bandorbar e li ser gelek astên cuda di warê siyasî de heta asta ku ew biryara dawî dide dema ku payeyên wezarî tên dagirtin û kandîdekî dideyne şûna kandîdekî din," Bin Emar got.

"Muhendis destpêkerê sereke ye ji nakokî û bêaramîya di dîmenê Îraqî de li ser astên siyasî, aborî û ewlehî û weke endamekî xeternak li welat û herêmê tê raçavkirin," wî anîziman.

Tikilîyên el- Muhendis ên eşkere bi Îranê re hene û ew eşkere piştgirîya xwe ji Feyleqa Pasdaran re derbirîn dike, xwe wele "leşkerekî Sulêmanî" şiyanse dike, Sair Beyatî, sekreterê giştî yên Encumena Êlên Ereb ên Selahedînê got.

Gotara Muhendis ya alîgir ji Îranê re ne surprîz bo, wî ji Diyarunare got.

"Îran Muhendis himbêz kir û piştgirî û çek ji piranîya komên çekdar ên aniha li jêr ala Heşda Şaebî ne dabîn kirin," wî ji Diyaruna re got.

Ev milîs ziyanê digihînin Îraqê "di rêya çalakîyên wan dijber ên hatine dîzaynkirin daku tevlihevî belav bikin û şîraza civakî xirab bikin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

5 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bimirin Amerîka, Îran, Îsraîl û Turkîya û alîyên ku ji Îraqê hez nakin! Bimire hikûmeta qehfkurmî! Bimire Qasimê Îranê! Rûreşî ji xayîn Qeys Xezelî re!

BERSIV BIDE

Divê em li alîyê Îranê bisekinin, û ev tiştê herî biçûk e li hember tiştê wan bi gelê Îraqê re kiriye ku hiştin Îraq li dijî dijwartirîn êrîş bi ser bikeve, ku Al Siûd û Erebên din ev yek fînans kiribûn, herwiha ew kesên DAIŞê çêkirin mîna Ameîrka û Zîyonîst.

BERSIV BIDE

Eger rawestandin ligel Îranê terorîzm be, ez terorîstê yekem im.

BERSIV BIDE

Ev yek rast e ji ber ku wan her û her li tenîşt me şer kir heta wan "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Îraqê qewitand. Ne tenê Rêber vê yekê dibêje, lê belê piranîya Îraqîyan vê yekê dibêjin. Ev jê re tê gotin vegerandina qencîyê.

BERSIV BIDE

Ev qehreman -- Hac Qasim Sulêmanî, ku Erebekî Îranî ye, û Hac Ebû Mehdî Muhendis, ji Îraqê -- her du ji êla Benî Temîm in. Êl yek ji êlên Ereb ên herî mezin e û di gelek hedîsên pêxember de navê wê hatiye. Lewra, Îraqê hegemonîya xwe ferz kir û hişt Îran bibe Şîayên Ereb ên ser bi Necef Eşref û zanayên Ereban ve, û hişt ku ew karûbarên Musilman û Ereban biparêze piştî ku ew berî aniha hevpareke Îsraîl bû di dagirkirin û wêrankirina Ereban de. Van her du zilaman cîhadeke mezin bo bergirîkirin li Îraqê li hember "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) meşand, lê rêberên siyasî, olî û êlan ji parêzgehên Sûnî revîyan. Van qehremanên ji Îranê berevanîya van parêzgehan kir.

BERSIV BIDE