Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Xwenîşanderên Îraqî û Îranî Feyleqê Pasdaran û wekîlên wê qebûl nakin

Faris Omran

Xwenîşanderên Îraqî li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê radihêjin ala welatê xwe di 9ê Mijdarê de. [Diyaruna]

Xwenîşanderên Îraqî li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê radihêjin ala welatê xwe di 9ê Mijdarê de. [Diyaruna]

Lêkolînerên siyasî dibêjin ku qehra ji rejîma Îranî û wekîlên wê mijara hevbeş bû di xwenîşandanên berdewam de li kolanên Îraqî û Îranî.

Feyleqê Pasdarên Şoreşe Îslamî ya Îranê (Pasdaran) rasterast destê wê di çêkirina şert û mercên aborî û ewlehî de yên ku bûne sedema xwenîşandanên bihêrs li herdu welatan heye, wan ji Diyaruna re wiha şirove kir.

Li Îraqê, xwenîşander derdikevne kolanan daku rola neyînî ya ku milîsên Îraqî yên girêdayî Îranê li welat digerînin şermezar bikin.

Xwenîşanderên Îraqî û şermezarkirina wan ji rejîma Îranî re gelê Îranî jî han da ku bi xwe derkevine kolanan û redkirina xwe ji hikûmeta xwe re derbirîn bikin, rojnamevan Ziyad Sincarî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ew demek bû gelê Îranî dikeliya, û xwenîşandanên li vir û wir hebûn heta biryara hikûmetê di nîvê Mijdarê de ku buhayê xazê bilind bike hate pêş.

Wî daxuyand ku vê gavê hişt ku volkan li dijî hikûmetê gur bibe, volkanê ku gelekî mezintir bû ji biryara hikûmetê ya zêdekirina buhayê xazê.

Derbirînkirina qehra cemawerî

Sincarî not kir ku xwenîşander li Îraq û Îranê derbirînek in ji qehra cemawerî li dijî rejîma Îranî, rejîma ku siyasetên wê bûne sedema hêrsê û nerazîbûnê li herdû welatan.

Wî got ku li herdu welatan, dewlemendîya van dewletan hat xilaskirin bo sepandina vîna rejîma Îranî û wekîlên wê li ser xelkê.

Wî got ku li Îranê, rejîm samanên niştîmanî bi kar tîne bo bihêzkirina Feyleqê Pasdaran û destnîşan kir ku milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran aniha heman tiştî li Îraqê dikin.

Wî got ku Herdu dewlet derdê barê aborî dikişînin, barê ku gendelîya berfireh, bêkarîyê û xizmetguzarîyên giştî yên lawaz dihundirîne.

Dema ku rejîma Îranî azadîya gelê xwe diçewisîne, milîsên Îraqî yên hevalbendên Îranê hukmê qanûnê li Îraqê lawaz dikin, û ev yek nîgeranê çêdike û Îraqîyan bi tundîya xwe ditirsîne, wî anî ziman.

Sincarî got ku armanca wan ew e ku serdest bin û karûbarên Îraqê kontrol bikin û bihêlin ku ew li gor vîna Îranî bin.

Wî teqez kir ku xwenîşandanan hemû xetên sor ên ku ji alîyê rejîma Îranî û wekîlên wê ve hatine danîn derbas kirin, ku xwenîşander aniha bê tirs ji rejîm û milîsên wê re dibêjin ku ew dixwaza bidawîkirina kuştinê û talankirina samanên xwe dikin.

Xwenîşanderan li Bexdayê û başûr agir bi wêneyên serkirdeyê herî bilind ê Îranê Elî Xameneî û fermandarê Hêza Quds ya Feyleqê Pasdaran Qasim Sulêmanî xist, wî got.

Di heman demê de, dîmeneke vîdyo ku li ser înternetê hatiye belavkirin xwenîşanderên Îranî dîyar dike li beşê başûrî yê Tehranê dema ku ew wêneyên Xameneî dişewitînin.

Çewisandina xwenîşandanan bi awayekî tund

Li Îraqê, milîsên ku Îran piştgirîya wan dike xwenîşanderên Îraqî yên bêçek çewisandin, şirovekarê siyasî Xanim Abid ji Diyaruna re ragihand.

Xwenîşander ji alîyê segvan ve hatine armanckirin, revandin û kuştin û lêpirsîn bi xebatkarên medyayê yên ku xwenîşandanan rûmal dikin hatine vekirin.

Li Îranê, rejîm xwe dispêre hêza Basîc a nîv-serbazî û hin hêzên din ên girêdayî Feyleqê Pasdaran daku bi zorê xwepêşandanan biçewisînin.

Wî got ku xwenîşander tên girtin û di hin haletan de tên kuştin, û astengkirina înternetê azadîya gel sinîor kiriye.

Abid got ew bawer dike ku xwezaya xwenîşandanan ew e sedema bertekên tund ji alîyê rejîma Îranî û wekîlên wê ve li hember xwenîşanderan li Îraq û Îranê.

Wî got ku di xwezaya xwe de jixweber in û ne partîzanî ne û sloganên dîyar ên ku çalakîyên kirêt ên Feyleqê Pasdaran û komên dilsozên wê şermezar dikin.

Wî got ku herwiha xwenîşandan xwedî xwezayeke niştimanî ne û xwestekên hebeş derbirîn dikin, û not kir ku Îraqî dixwazin pêşeroja xwe misoger bikin bêyî hebûna milîsên ku Îran piştgirîya wan dike, lê Îranî dixwazin ji nav lepê rejîmê azad bibin.

Abid teqez kir ku tu dijminahîya Îraqîyan li hember gelê Îranê tune ye.

Wî got ku dijminahîya wan bêhtirî xwe bi rejîma Îranî re ye, ji ber ew dibînin ku rejîma Îranê serwerîya welatê wan bin pê dike û ziyanê digihîne wan li şûn ku rêzgirtinê ji wan re bike weke cîranên xwe.

Wî got ku li ser asta cemawerî Îranî jî herwiha qurbanîyên siyasetên rejîmê ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500