Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Xwenîşanderên Îraqî "reftarên dijminkarî" yên milîsên Îran piştgirîya wan dike şermezar dikin

Faris Omran

Îraqî 9ê Mijdarê pêşangehekê bo pêşkêşkirina wêneyên karîkatûrî yên ku xwenîşandanên vê dawîyê li welat xêz dikin, li nêzî Meydana Tehrîrê li Bexdayê organîz dikin. [Diyaruna]

Îraqî 9ê Mijdarê pêşangehekê bo pêşkêşkirina wêneyên karîkatûrî yên ku xwenîşandanên vê dawîyê li welat xêz dikin, li nêzî Meydana Tehrîrê li Bexdayê organîz dikin. [Diyaruna]

Reftarê dijminkar ê ji alîyê milîsên Îran piştgirîya wan dike li hember xwenîşanderan li Îraqê rastî nerazîbûna giştî hat, bi taybetî li parêzgehên li başûrê welat.

Xwenîşanderên ku bi Diyaruna re axêvîn gotin ku "wekîlên" Îranê li Îraqê tundîya zêde bi kar tînin bo çewsandina xwenîşanderan ji ber ku ew wan weke "gefekê li ser hebûna" rejîma Îranê û milîsên girêdayî wê dibînin.

"Xwenîşandanên me aştîyane ne û em rêza qanûnê digirin," Hesen, ku xwenîşandereke ji parêzgeha Kerbelayê ku nexwest navê wî bi temamî were eşkerekirin, got.

"Hêzên ewlekarîyê me diparêzin û em jî hevahengîyê bi wan re dikin," wî ji Diyaruna re ragihand.

Îraqî di xwenîşandanan de beşdar dibin li Bexdayê û li gelek parêzgehên din ên li başûrê welat di 9ê Mijdarê de û daxwaza bidawîkirina kontrola ji alîyê milîsan ve û çaksazîyên giştî li seranserê welat dikin. [Diyaruna]

Îraqî di xwenîşandanan de beşdar dibin li Bexdayê û li gelek parêzgehên din ên li başûrê welat di 9ê Mijdarê de û daxwaza bidawîkirina kontrola ji alîyê milîsan ve û çaksazîyên giştî li seranserê welat dikin. [Diyaruna]

Wî da zanîn ku tevî vê yekê jî, "çekdarên milîsan tên zordarkirin. ew me dikujin û tepeser dikin û me digirin ji ber ew dizanin ku em li dijî zordestîya wan derdikevin xwenîşandanan".

"Em nema dixwazin ku ew kontrola çarenûsa me bikin."

Gef li ser hebûna Feyleqê Pasdaran

Selam, xwenîşanderekî din e ji bajarê Dîwanîyayê li parêzgeha Qadisîyayê, got ku "wekîlên" Îranê xwenîşandanan weke gefekê li ser hebûna xwe bi xwe û li ser karîgerîya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) li Îraqê reçav dikin.

Wî got ku "ji ber vê yekê ew tundî û hovîtîyê li dijî me dikin weke hewldanekê bo me bitirsînin û nehêlin em xwenîşandanên xwe li dijî wan berdewam bikin".

Selam got ku xwenîşandan neynikek in ji nerazîbûna zêde ya Îraqîyan re li hember milîsên ku Îran piştgirîya wan dike.

"Van koman samanên me birin û ji alîyê rejîma Îranî ve tên bikaranîn bo kişandin û teqinandina welatê me di qeyran û pirsgirêkên herêmî," wî anî ziman.

Wî got ku Îraq welatekî serwer e û xwenîşander her destwerdaneke biyanî red dikin "destwerdana ku biryara pêşeroja wan dide, ji ber ew bi tenê mafdar in ku biryara pêşeroja xwe bidin".

Şirovekarê siyasî û parlementerê Îraqê yê berê Taha Lehîbî got ku xwenîşandan weke bertekekê li hember kambaxbûna rewşa aborî, genedelîya berbelav, xizmetguzarîyên giştî yên lawaz û nebûna çareserîyên ji kokê ji bêkarîyê re hatin.

"Milîsên ku dilsozên Îranê ne, bi awayekî yekser berpirs in ji çêkirina van qeyranan û têkbirina xebatên ku dixwazin wan çaser bikin, ji ber ew dixwazin bihêlin ku welat di rewşeke tevlihevîyê ya berdewam de noq bibe û nehêlin ku ew ji samanên xwe sûdê wergirin," wî got.

Ev yek hemû tê kirin "di xizmeta berjewendîyên Îranê de", wî ji Diyaruna re teqez kir.

Wî anî ziman ku van milîsan "tu sûd li Îraqê nekir ji ber wan kar dikir tenê daku xwe li ser hisabê miletê Îraqê û aborîya wan dewlemend bikin".

Wan hewl da ku welat bikin "meydaneke karîgerîya Îranî ya ku xizmeta ajandayên wan dike ku jîngeheke ne aram li Îraq û herêmê peyda bikin".

Bangên yekbûyî yên bo guhertinê

Luhîbî got ku hemû pêkhatîyên civaka Îraqî di xwenîşandanan de beşdar bûne. "Ciwan, jin û heta bi zarokan sloganên niştîmanî yên daxwaza welatekî aram dikin, ku ji Îranê ser bi xwe be û dûrî destwerdana milîsên wê be, bilind kirin".

"Tiştê ku hêjaye pesindanê ye ew hevkarîya di navbera xwenîşanderan de û di nav wan û artêş û polîs de ye, ya ku pêbendî bi yasayê û piştgirîya rewatîya dewletê raber dike," wî got.

"Dewleta kûr ya ku Îran [Feyleqê Pasdaran] hewl dide ku di rêya bikaranîna milîsan re ava bike hildiweşe di encama redkirina cemawerî de," şirovekarê siyasî Ehmed Şewqî got.

Xwenîşandanên aniha -- yên ku bi tu pêkhatî, etnîyê, partî an sembolekê ne bandordar in -- tenê alîgirên Îraqê ne û ew derza berfireh a di navbera gelê Îraqê û milîsan de eşkere dike, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku aniha Îraqî giranîyê didine ku ji "dewleta kûr" xelas bibin û welatê xwe yê ku ji alîyê milîsên Îran piştgirîya wan dike hatiye revandin vejînin.

Wî got ku ew dixwazin "pêşerojeke nû û geş ji welatê xwe yê ewle û dewlemend re ji nû ve ava bikin, ku tu kes nikaribe di ser yasayê re be".

Wî got ku rejîma Îranî dê dirêj neke eger ew li hember daxwazên cemawerî yên azadî û aramîyê were.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500