Nûçeyên Iraqê
Aborî

Xwenîşanderên Besrayê li dijî destêwerdana Îranî ne

Faris Omran

Ciwanên Îraq di xwenîşandanekê de li parêzgeha Besrayê, ya başûrî, cih digirin. [Diyaruna]

Ciwanên Îraq di xwenîşandanekê de li parêzgeha Besrayê, ya başûrî, cih digirin. [Diyaruna]

Tevî ku parêzgeha Besrayê bi neftê zengîn e, lê şênîyê parêzgeha li başûrê Îraqê ev demeke dirêj e ku ji ber xizmetguzarîyên giştî yên şepirze û rewşa aborî ya xerab dinalin, û ew bi rêjeyeke bilind milîsên Îran piştevanîya gunehbar dikin.

Ji destpêka Cotmehê ve, şênîyên Besrayê daketine kolanan bo gendelîyê û nebûna xizmetguzarîyên bingehîn protesto bikin, di çarçoveya pêleke fireh a xwenîşandanên li seranserê Îraqê de, ku heta niha 300 kes tê de hatine kuştin.

Milîsên Îraqî yên Îran piştevanîya wan dike ketine tevgerê bo rawestandina xwenîşandanan, di demekê de ku Besra xerabtirîn şêwazên tundîya li dijî xwenîşanderan dibîne, xwenîşanderên ku ji karîgerîya Îranê li Îraqê û hewlên wê yên talankirina samanên wê bi hêrs in.

Şênîyên Besrayê yên ku ji Diyaruna re axêvîn gotin ku ew bawer dikin ku milîsên Îran piştevanîya wan dike nefta parêzgehê didizin, bo temwîlkirina Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê.

Ew dibêjin ku ew gilîyan ji van milîsan dikin, heta asteke mezin, ji ber rewşên jîyanê yên ne baş û nebûna xizmetguzarîyên giştî.

Xesan, xwenîşanderek ji Besrayê, milîsên Îraqî yên ser bi Îranê ve bi zordarî, û girtinên bêserûber û bertengkirina azadîyê gunehbar dike, û got ku ew milîs "bi tenê berjewendîyên Îranê diparêzin û ew dixwazin ku me bêdeng bikin".

Wî got ku xwenîşander banga danîna dawîyekê ji milîsên "ku nefta Besrayê didizin û dest dideynin ser wê re dikin, milîsên ku neftê didin Îranê di demekê de ku xelk tu sûdê ji samanên welatên xwe nabînin".

"Ji ber vê dizîyê, tu başbûn di rewşa xizmetguzarîyên giştî de û di aborîya me de çê nebûye," Xesan got.

"Bi awayekî berfireh bêkarî heye, û milîs her dewlemendtir dibin, û bandora û desthilatdarîya wan zêde dibe û gendelî berfirehtir dibe," wî got.

Milîs gendelîyê dikin

Besra di pratîkê de bûye "selika nanê" Îranê û sîxurên wê, di demekê de ku piranîya xelkê parêzgehê di "hejarîyeke dijwar" de dijîn, bêyî ku ew bigihêjin ava vexwarinê ya pak, şirovekarê siyasî Xanim Ebid wiha rewş ji Diyaruna re şirove kir.

Wî got ku milîs herî kêm "400,000 bermîlan ji nefta Besrayê rojane di benderên deryayê re bi qaçaxî difroşin", û angaşt kir ku piranîya dahatên neftê ji Pasdaran û milîsên herêmî yên alîgirên wê re diçin.

Wî got ku milîsên hevpeyman ligel Îranê beşekî ji gumrika li ser pêdivîyên di rêya dergehên sînorî yên nefermî bi Îranê re derbas dibin tê sepandin dibin, û da zanîn ku Besra bûye bazarek bo dermanên hişbir ên Îranî.

Ebid got ku di encama van kiryaran de "pir lojîk e ku ev hemû hêrsa cemawerî bi destê şênîyên Besrayê dest pê bibe", û ev hêrs li hember milîsan û rejîma Îranî be.

Di Îlona 2018an de, Besrayê pêlek ji xwenîşandanan dît ku tê de xelkê qebûlnekirina xwe ji milîsan re û ji karîgerîya Îranî li parêzgeha xwe derbirîn kir.

"Mlilîsan bi heman awayê sala par bi şêwazekî hovane bi xwenîşandanên li dar danûstandin kirin," bi rêya êrîşên hovane bo nehiştina xwenîşandanan li gorî şîret û fermanên Pasdaran, wî wiha rewş şirove kir.

Samanên Îraqî tên ''talankirin''

Nerazîbûyîna cemawerî tê meyandin ji ber gendelîyê û nebûna çareserîyên rasteqîn bo kêşeyên ku xelkê Besrayê û Îraqê diwestênin, serokê beşê Kolîja Ragihandinê li Zanîngeha Farabî, Kazim Muqdadî wiha got.

Xwenîşandan van zordarîyan refleks dikin, zordarîyên têkildar bi xizmetguzarîyên giştî, nebûna kar û binpêkirina yasayê, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku xelk bawer dike ku samanên wan "li ber çavên wan tên talankirin û diçin berîkên kesayetên gendel û hêzên çekdar".

Muqdadî got ku xwenîşander rijd in li ser pêkanîna daxwazên xwe -- misogerkirina rewşên jîyanê yên baş û bidawîkirina xerckirina samanên wan ên niştîmanî -- û wî rêkarên hatin girtin bo rawestandina xwenîşandanan rexne kirin.

"Ne ji berjewendîya hêzên ser bi Îranê ve ye ku ev xwenîşandan bibin sedema bidawîbûna karîgerîya Îranî, lewra ew wan serkut dikin," wî got.

Ev yek li Besrayê û herwiha li parêzgeha Kerbelayê qewimî, dema ku konên xwenîşanderan roja 8ê Mijdarê hatin sûtandin.

Muqdadî teqez kir ku dengên bi çaksazîyan bang dikin divê werin guhdarkirin û divê daxwazên wan ên rewa werin bicihanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê rastîyê bi ser bixe!

BERSIV BIDE