Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Pasdar xanîyan li bajarê Dêra Zorê dikere

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Avahîya dibistanekê û erdine din li bajarê Dêra Zorê bûne kavilan. [Wêne ji Ferat Post hatiye wergirtin]

Avahîya dibistanekê û erdine din li bajarê Dêra Zorê bûne kavilan. [Wêne ji Ferat Post hatiye wergirtin]

Çalakgerekî herêmî ragihand ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê dest bi kirîna samanan li gelek taxên bajarê Dêra Zorê kiriye.

Ev yek jî bi rêya navbînkarên cihêreg pêk tê, di nav de Sûrîyên girêdayî milîsên Pasdaran, çalakgerekî ji Dêra Zorê bi navê Cemîl Abid ji Diyaruna re teqez kir.

Wî got ku Pasdaran girîngîyê dide taxên çaxê şer dest pê kir hatin wêrankirin û gelek niştecihên wê revîyan.

Abid da zanîn ku ji bo niştecihên resen venegerin, rejîma Sûrî bi zanabûn ev tax paşguhe kirine, kavil li kolanan hiştine û karê nûavakirinê temam nekirine.

Leşkerekî rejîma Sûrî li ser xaleke pişkinînê ye li derbasgeha taxa Kenematê ya Dêra Zorê. [Wêne ji Ferat Post hatiye wergirtin]

Leşkerekî rejîma Sûrî li ser xaleke pişkinînê ye li derbasgeha taxa Kenematê ya Dêra Zorê. [Wêne ji Ferat Post hatiye wergirtin]

Abid anî ziman ku "dîyar e ev beşek ji statejîyeke dariştî ye bo guhertina hevsengîya demografîya van deveran, û da zanîn ku vê yekê asta paşguhkirinê derbas kiriye.

Wî got ku ev ne desteserkirina yekemîn a kampanya desteserkirina samanan e ku Pasdaran parêzgehê pêk anîne, destnîşan kir jî ku mal û samanên taybet li deverên din yên Dêra Zorê tên desteserkirin.

Abid got ku Pasdaran plan dike ku hinek taxên Dêra Zorê bistîne, weke Kenemat, Şerqîya, Xerbîya û Hewîqa, ku ji ber zîyanên gihaştine wan, nema niştecih li wan vedigerin.

Wî dîyar kir ku rejîma Sûrî tu xebatên çaksazkirinê li van deveran nekirine û kavil ranekirine, ku belî dibe ev yek beşekî planeke sazkirî ya rejîm û Feyleqê ye da xwedantîya samanan a van taxan veguhêzin.

Wî anî ziman ku kesayetên sereke yên di sazîyê rejîmê de diravkarîyên milkan bi rêya derxistina delîlekî derbarê belgeyên xwedantîya samanan û bilez pêkanîna pêvajoya veguhestinê hêsan kirin.

Abid da zanîn ku gelek taxên bajêr li jêr paşguhkirineke tirsnak in, li gel ku piranîya wan bi temamî kêmî xizmetguzarîyên giştî ne, mîna kehrebe, av û paqijîyê.

Wî teqez kir ku guhertineke demografîk li van deveran çêdibedi rêya zexta li ser hinek niştecihan û keysbazkirina pêdivîya xelkê bi pereyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500