Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Gelo Qaanî dikare mîna Sulêmanî bi bandor be?

Faris Omran

Fermandarê nû yê Feyleqê Qudis Îsmaîl Qaanî (rast) li tenîşt ê berî xwe, Qasim Sulêmanî, rûniştîye di wêneyekê de ku piştî kuştina Sulêmanî li ser internêtê hat belavkirin.

Fermandarê nû yê Feyleqê Qudis Îsmaîl Qaanî (rast) li tenîşt ê berî xwe, Qasim Sulêmanî, rûniştîye di wêneyekê de ku piştî kuştina Sulêmanî li ser internêtê hat belavkirin.

Tevî dîyar e ku fermandarê nû yê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) general Îsmaîl Qaanî dê pir zehmetîyê di şopandina rêya pêşîyê xwe de bibîne, şirovekar dibêjin ku ew dê pêvajoyeke hevşêwe bide meşandin.

Qasem Sulêmanî, yê di 3yê Kanûna Duyem de li Bexdayê di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de hat kuştin, bi awayekî berfireh weke kesayeta herî bihêz li Îranê, piştî Rêberê Bilind ê Îranê, Elî Xameneî, dihat naskirin.

Qaanî, yê ku yekser ji hêla Xameneî ve piştî kuştina Sulêmsnî hat destnîşankirin, û tê payîn ku ew bê guhertin rêya wî bidomîne, heman karêzma pêşîyê xwe li nav û derveyî Îranê tune ye, şirovekaran ji Al-Mashareq re ragihand.

Wan got ku tevî desthilata jê re hatiye terxankirin bo pêkanîna ajandaya derve ya rejîma Îranî, xuya dike ku Qaanî dê nikaribe zehmetî û tehedîyên ku Pasdaran û milîsên xwe rastî tê çareser bike.

Fermandarê nû yê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Îsmaîl Qaanî li vi tê dîtin, di wêneyeke ku piştî kuştina Sulêmanî di 3yê Kanûna Duyem de li ser internêtê hat belavkirin.

Fermandarê nû yê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Îsmaîl Qaanî li vi tê dîtin, di wêneyeke ku piştî kuştina Sulêmanî di 3yê Kanûna Duyem de li ser internêtê hat belavkirin.

Sulêmanî kesayeteke bêhampa bû û wî bersiva tu kesî ji bilî Xameneî nedida, şirovekarê stratîjî û serbazî Hatim Felahî ji Al-Mashareq re ragihand.

Ew pir bihêz bû ji ber têkilîya wî ya germ û semîmî bi rêberê bilind re, û wî karî vê yekê bi kar bîne bo avakirina toreke yekcar mezin a ajanên ser bi Îranê ve li herêmê, yên ku li gorî fermanên tev digerîyan.

Felahî da zanîn ku mirina Sulêmanî "gelek tevlîhevî çêkir, bi taybetî têkildarî serkirdatî û birêvebirina milîsên ser bi Îranê ve".

Wî teqez kir ku divê Qaanî "valahîya ku bi oxirkirina pêşîyê wî dirust bûye dagire û divê ew rejîmê li hember dijberîya cemawerî ji bandora wê ya li Îraq, Lubnan û Sûrîyayê re biparêze".

Felahî dîyar kir ku divê ew herwiha zanîbe çawa kontrola li ser milîsan biparêze, û da zanîn ku karînên Qaanî bo yekxistina milîsan cihê pirsyarê û gumanê ne.

Rejîm rastî hêrseke cemawerî tê

Di demekê de ku rewşa aborî li Îranê kambax dibe, di encama sizyan û bedhukimranîyê de, gelê Îranî rewşeke ku bilez kambaxtir dibe jîyan dike.

Felahî dîyar kir ku xwenîşandanên li dijî vê rewşê rastî serkutkirineke hovene hatin ku wan bi tenê hêrsa li dijî rejîmê zêdetir kir.

Hevdem ligel hêrsa cemawerî, rayedarên Îranê, di nav de Qaanî, toneke dijminkarî li hember Rojava berdewam kirin, Îsmaîl Feylî, mamostayê zanistên siyasî li Zanîngeha Mustensirîyayê wiha şirove kir.

Wî got ku ev yek bi hêvîya ku balkişandina li ser terorkirina Sulêmanî bi awayekî berdewam dê baldarîya Îranîyan dûrî kêşeyên wan bike, û dê demê bide rejîmê ku ew xwe ji "gêjawîyeke paşketinê" bi dûr bike, wî wiha ji Al-Mashareq re got.

Di demekê de ku dibe rayedarên Îranê bixwazin ku xwe ji dirustkirina girjîyan bi civaka navdewletî re di vê dema zehmet de biparêzin, serkirdatîya Îranê ligel ajanên xwe yên li derve heman rêya Sulêmanî dişopînin.

Feylî dîyar kir ku Qaanî, yê ku bi îdyolojîya xwe ya tundrew naskirî ye, ku wî bi dehsalan ew şopandiya û berevanî lê kiriye, aniha hewl dide ku şûna Sulêmanî bigire û erkên wî bi cih bîne.

Fişar li milîsan tên kirin

Roja 13ê Kanûna Duyem, Qaanî û serokmilîsê Îraqî û zanayê olê Muqteda Sedir li Qumê bi piranîya sekirdeyên mezin ên milîsên Îraqî yên Îran piştgirîya wan dike civîyan, bi armanca avakirina "encumeneke berxwedêr" li dijî hebûna biyanî li herêmê.

Feylî teqez kir ku rayedarên Îranê, bi taybetî Qaanî, bang bo vê civîna "sazansazî" kirin bo nîşan bidin ku hîn rejîma Îranî "bandordar e û kontrola hêzên serbazî [yên dilsoz] dike".

Wî got ku van hêzan, ku ew jî rastî heman fişaran tê di girjîyên herêmî yên dawî de, bi lez bersiva Qaanî dan, ku ew yekem taqîgeh bû ji karîna wî ya şopandina rêya ku Sulêmanî dest pê kiriye re.

Ev in ajanên ku Îran wan di şer de bi kar tîne bo berevanîkirin li hebûna xwe li gorî dîtina xwe ya siyasî û îdyolojî, şirovekarê siyasî Xetab Ezawî ji Al-Mashareq re ragihand.

Wî got ku zelal e ku van hêzan ev berpirsyarî li ser milê xwe hilgirt û wan biryar da ku li jêr sîwana Îranê bimînin, ji ber ku binketina her alîyekî tê wateya binketina hemûyan.

"Mîna pêşîyê xwe, Qaanî pir tundrew e ku ramana xweteslîmkirinê yan jidestdana destketîyan û kirina saziş û tenazulatan red dike," Ezawî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Dem baş. Ev analîz û şiroveya we ya sade nîşan dide ku hûn di karûbarên Îranê de nezan in. Ji berbanga Îslamê, Îranî pêşengên enîya berxwedanê bûne, li ser astên zanistî, rûhî, aborî û serbazî. Û qet ji we nayê hêvîkirin ku hûn rewşa Îranê bi van zanînên xwe yên refa yekem a dibistana seretayî şirove bikin. Hûn koldarên Amerîkayê ne, û hûn ji Umewî, Ebasî û Xewarican pîstir in. Û, hûn hertimî li derveyî hesaban in, lê gelê Îranê hertimî cihê serfirazî û rûmetdarîyê ye. Silav û rêz ji bo Îslamê Silav û rêz ji bo Xomênî Bi hêvîya Xweda, û bi piştgirêdan bi Xweda, em dê vê şoreşê bigihînin ber destê Îmanmê Serdemê (Xwedê canên me fedayî wî bike) Lanet li we be, Musilmanên sexte

BERSIV BIDE