Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq dergehên sînor ên nefermî bi Sûrîya û Îranê re digire

Faris Omeran

Hikumeta Îraqê di civîna xwe ya 16ê Mijdarê de, ferman da hêzên Îraqî ku hemû dergehê sînorî yê nefermî bigirin bo danîna sînorekî ji çalakîyên qaçaxîyê re. [Wêne ji ofîsa serokwezîrê Îraqî hatiye wergirtin]

Hikumeta Îraqê di civîna xwe ya 16ê Mijdarê de, ferman da hêzên Îraqî ku hemû dergehê sînorî yê nefermî bigirin bo danîna sînorekî ji çalakîyên qaçaxîyê re. [Wêne ji ofîsa serokwezîrê Îraqî hatiye wergirtin]

Hikumeta Îraqê ragihand ku ew dê vê heftîyê dergehên sînor ên nefermî bigire bo nehiştina qaçaxîya ji alîyê milîsên bi ser Îranê û komên din, û bo nehiştina çavkanîyên wan ên darayî.

Serokwezîr Mustefa Kazimî Yekşemê (16ê Mijdarê) ferman da serkirdeyên artêş û Zêrevanên Sînor ku hemû dergehên sînor ên neyasayî bigirin da kelûpelên qaçax derbas nebin û berhemên niştimanî werin parastin, li gorî daxuyanîyeke hikumetê.

Piştî du rojan, Fermandarîya Operasyonên hevbeş got ku wan "planeke bi gelek wezaretên peywendîdar re amojkarî danîye bo girtina hemû dergehên neyasayî".

Kazimî li ser xurtkirina Desteya Dergehên Sînorî bi xebatkarên ji Ajansa Hewalgirî ya Niştimanî tifaq kir, desteyê di daxuanîyekê de got.

Tevî tu data derbarê hejmara rast a dergehên neyasayî li ser sînorên Îraqê tune ne, lê ew bi giştî li ser sînorên bi Îran û Sûrîyayê re ne.

Gava hikumetê ya nû piştî biryara rêgirtin li ber milîsan û astengkirina desthilat û berjewendîyên wan ên li dergehên sînor bi derdora çar mehan tê .

Artêşa Îraqî di encamê de karîbû kontrola 11 dergehên sînorî yên bi welatên cîran re bike, ku piranîya wan bi Îranê re ne, di nav de çar benderên deryayî.

Di heman demê de, Îraq û Siûdîyê Çarşemê sînorên xwe yên bejahî bo cara yekemîn piştî 30 salî dîsan vekirin, ligel xurtkirina têkilîyên bazirganî di navbera herdu welatan de ku vê gavê alîgirên Tehranê yên li Îraqê aciz kirin, AFP ragihand.

Bexda dergehê Erer weke alternatîvekê bo dergehê bi Îranê re dibîne, ku Îraq beşekî mezin ê hawirdeyên xwe tê re tîne.

Bêparkirina milîsan ji çavkanîyên darayî

Şarezayekî aborî ku nexwest nasnameya wî were eşkerekirin Înê ji Diyaruna re ragihand ku gava hikumetê û heta dereng be jî, gaveke girîng e ku dê sînor kontrol bike û milîsên bi ser Îranê û komên qaçaxçîyê ji çavkanîyên wan ên ku dahatên mezin ên darayî ji wan re tînin bê par bike.

Wî got ku rêkarên hikumetê dê rê li ber derbasbûna dermanên hişbir, çek û madeyên qedexe ye ku derbasî Îraqê bibin, herwiha kelûpelên ne li gorî pîvanan ku sealmetîya welatîyan dixin metirsîyê bigirin.

Şareza daxuyand ku çavdêrîkirina sînor û dergehên neyasayî gaveke ku dibe parastina samanên niştimanî mîna şûnwaran, berhemên neftê û sewalan bi hêz bike û nehêle bi qaçaxî bo derveyî welat werin birin.

Wî anî ziman ku ew dê herwiha pîşsazî û berhem niştimanî jî ji rikberîya bi kelûpelên bazara qaçax ên tên bazara herêmî biparêze, û dahata dewletê ji benderên sereke zêde bike, ku bi giranî ji alîyê sîxurên Îranê berî kampanya dawî ya hikumetê dihatin kontrolkirin.

Wî got ku ev milîs her sal bi milyaran dolar li Îraqê dikin xisar ji ber çalakîyên wan ên nerewa li hundirê van benderan, di nav de nedayîna bac û pereyên gumrikê, û lîstina bi katîgorîkirina madeyên pîşesazî û tomarkirina wan weke madeyên xwarinê da bacên gumrikê li ser wan nayê standin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500