Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Mirina cîgirê Hêzên Heşda Şaebî hişt ku milîs li ser desthilatdarîyê bi hev bikevin

Faris Omran

Cîgirê serokê Hêzên Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis bi fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî re tê dîtin. Herdu di 3yê Kanûna Duyem de di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de li Bexdayê hatine kuştin . [Wêne li ser înternêtê hatiye belavkirin]

Cîgirê serokê Hêzên Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis bi fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî re tê dîtin. Herdu di 3yê Kanûna Duyem de di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de li Bexdayê hatine kuştin . [Wêne li ser înternêtê hatiye belavkirin]

Mirina cîgirê serokê Hêzên Heşda Şaebî ya Îraqî Ebû Mehdî Muhendis têkilî di navbera milîsên hevalbendên Îranê de alozdar kirin, şirovekarên Îraqî ragihandin.

Tevî ku ew di payeya serokatîya Heşda Şaebî de bû, Muhendis xwedî desthilatdarîyeke yekalîker bû di nav milîsan de û armanca wî ya dawî piştgirîya ajandaya Îranê li Îraqê bû.

Aniha dema ku ew nema li wê derê ye daku wê yekê bike, milîs hevrikîyê li ser desthilatdarîyê dikin, lêkolîner Xeys Temîmî, oldarekî berê li peymangeha Necefê, got.

"Piştî mirina Muhendis, hemû endamên milîsan hewl didin ku valahîyê dagirin û kontrolê bikin," wî ji Diyaruna re got û da zanîn ku çekdarên milîsan ne amade ku ji ya xwe werin xwar daku bigihine rêkeftinekê.

Endamine milîsa Esaib Ehl el-Heq a hevalbenda Îranê di meşeke serbazî de beşdar dibin di 9ê Hezîrana 2018an de. [Wêne ji malpera Esaib Ehl el-Heq e]

Endamine milîsa Esaib Ehl el-Heq a hevalbenda Îranê di meşeke serbazî de beşdar dibin di 9ê Hezîrana 2018an de. [Wêne ji malpera Esaib Ehl el-Heq e]

Wî got ku bawerîya milîsan bi danûstandin an hevparîyê nayê, ji ber vê yekê hevrikîya wan derbarê serkirdatîyê û avantajên girêdayî wê dibe ku bibin sedema tundîyê.

Hîn wan li ser kandîdekî li hev nekiriye daku cihê Muhendis bigire.

Ketaib Hizbulah a ku têkilîyên wê Îranê re xurt in, hewl da ku Ebdul Ezîz Muhemedawî, yê herwiha weke Ebû Fedek tê naskirin, di vî cihî de destnîşan bike. Lê berbijêrkirina wî bi awayekî xurt ji alîyê serkirdeyên milîsên din ve yên ku çavê wan li heman postê bû hat red kirin.

Parçebûn zêde bûne, tevî hewldanên Îranê yên dubare bo aramkirina rewşê di nav wan de aram bike û nehiştina derzan.

Hewldana dawî ya bi vî rengî civîneke di navbera fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) Îsmaîl Qaanî û çend milîs û serkirdeyên siyasî de bû dema serdana wî ya di 30ê Adarê bo Bexdayê.

Îran endamên milîsên xwe li Îraqê weke "leşkerên peyade reçav dike yên ew naxwaze wan li jêr çi şert û mercan ji dest bide", Temîmî got.

"Çi parçebûnên di navbera wan de yên dibe ku nema werin kontrolkirin Îran wan weke gefeke cidî ji ewlehîya xwe ya neteweyî re reçav dike, ji ber dibe ku ev yek serdestîya wê li ser Îraq û herêmê lawaz bike," wî got.

Mirov nikare hejmûna Muhendis veqetandî ji hejmûna Qasim Sulêmanî fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran bibîne, peyvdarê êla Nînewayê Şêx Muzahim Huwêt ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hejmûna ku Sulêmanî li ser Muhendis bi kar dianî hişt ew karibe milîsên Îraqî bi rê ve bibe û neamadebûna herdu mêran "derbeyeke xurt bû xwezaya têkilîya di navbera van milîsan de hejand".

Wî got ku herwiha vê yekê bandor li têkilîya wan bi Îranê re jî kir.

Huwêt got ku krîza hevrikîyê di navbera milîsan de krîza di hundirê rejîma Îranî de dinimîne, rejîma ku derdê parçebûnên kûr derbarê birêvebirina dewletê dikişîne, herwiha birêvebirina kirîzan.

Milmilanîyên dûrûdirêj

Parçebûna di navbera komên çekdar çêbûn ne tam bi kuştina Muhendis û Sulêmanî re çêbû, şirovekarekî serbazî û stratejîk Rebîe Cewarî got.

"Pevçûn di navbera milîsan de li ser serkirdeyatîyê şerekî li ser desthilatdarîya siyasî raber dike û ev yek heta berî kuştinan jî hebû lê veşartî bû û kêmtir xuya bû ji ber aniha ve," wî ji Diyaruna re ragihand.

Ligel hevrikîya di nav wan de, ew "parçebûn û tayifgerîyê di nav Îraqîyan de hand didin û dihêlin ku Îraq û serwerîya wê rastî gefên berdewam werin, ên xizmeta berjewendîyên wan dikin û daxwazê Îranê jî pêk tînin", wî got.

"Çi xwendina ji dînamîkiyeta tîkilîyên di navbera milîsan de rêyeke dijwar di pişerojê de destnîşan dike, dibe ku tundî şer û parçebûn di nav wan de çêbibe," Cewarî da zanîn.

"Serkirdeyên milîsan ditirsin ku çarenûsa wan dê mîna ya Muhendis û Sulêmanî be," wî got û anî ziman ku dibe ku milîsên hevalbendên Îranê rastî fişara berdewam werin, di nav wan de ji alîyê Amerîkayê ve.

Vê dawîyê Amerîkayê xelateke bi qasî 10 milyon dolar bo agahîyên derbarê çalakî û torên Muhemed Kewseranî îlan kir, ku ew fermandarekî berz ê Hizbulaha Lubnanî ye û li Îraqê kar dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500