Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Wekîlên girêdayî Îranê bi êrîşên li dijî karwanên hevpeymanîyê sivikatî bi Îraqê dikin

Faris Omran

Endamên komên girêdayî Îranê di merasîmên cenazeya Wîsam Elyawî, fermandarekî bilind ê milîsên Esaib Ehil el-Heq ên ku Îran piştgirîya wê dike, li Bexdayê di 26ê Cotmeha 2019an de weke pasîvan cih digirin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Endamên komên girêdayî Îranê di merasîmên cenazeya Wîsam Elyawî, fermandarekî bilind ê milîsên Esaib Ehil el-Heq ên ku Îran piştgirîya wê dike, li Bexdayê di 26ê Cotmeha 2019an de weke pasîvan cih digirin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Êrîşên herî dawî yên wekîlên Îranê li dijî hevpeymanîya navdewletî ya li Îraqê, ku du karwan bûn armanca bombeyên li rex rê, nîşan didin milîsên ku Îran piştgirîya wan dike dewleta Îraqê lawaz dikin, berpirsekî êlan got.

Du karwanên kamyonên ku ji hêla hin kesan dihatin xebitandin ku ji bo hevpeymanîya navdewletî alavên lojîstî bar dikirin roja Pêncşemê (10ê Kanûna Yekem) bûn hedefa bombeyine li rex rê yên ku ji hêla milîsên alîgirên Îranê hatibûn çandin.

Karwanek li ser rêya parêzgeha Musena ya li başûrê Îraqê, û yeke din jî li ser rêya navdewletî li devera Latifîya, li başûrê Bexdayê rastî êrîşan hatin.

Di teqînan de karwanan zîyan dîtin, lê kuştî û birîndar çênebûn.

Komeke nenaskirî ku nav li xwe dike "Lîwaya Qasim Cebarîn" berpirsiyarîya êrîşê girt ser xwe di daxuyanîya ku ji hêla sazîyên çapemenîyê yên alîgirên Îranê ve hat weşandin, di nav de Sebrîn News li ser Telegramê.

Dîmeneke vîdyo karwanê ku Humvî yên serbazî hil digire nîşan dibe li bajarokê Latifîye berî ku were lêxistin, bi daxuyanîyê re hate belavkirin.

Heman dezgehên ragihandinê gefên nû yên Lîwaya Zulfiqar û Eshab el-Kehfbelav kirin, yên ku berpirsiyarîya ji êrîşên berê yên li Îraqê girtibûn ser xwe.

''Li dijî nîzam û desthilatdarîyê ne''

Şêx Muzahim Huwêyt, berdevkeke êlên Ereb li Nînewayê got ku rîşên herî dawî beşek in ji hewildaneke nû ya Îranê û wekîlên wê ji bo têkdana aramîya Îraqê û ewlehîya wê.

Hêzên ser bi Îranê ve îdîa dikin ku ew li jêr sîwana "berxwedana Îslamî" dixebitin û ew ên li jêr navên cûda dîyar dibin hemî ji bo berjewendîya Îranê dixebitin û fermanên wê pêk tînin, wî ji Diyaruna re got.

"Rastîya ku van milîsan êrîşên xwe yên provokatîf ji nû ve dest pê kirine, ku her dem zîyanê dighînin sivîlên Îraqî, delîlê dijayetîya wan a ji nîzam û desthilatdarîyê re ye," wî got.

Bi pêkanîna êrîşên bi vî rengî ew careke din nîşan didin ku ew "ne beşek ji dewletê ne, lê belê komên neqanûnî ne ku qanûnê binpê dikin û kaosê belav dikin bi behane û dirûşmên derewîn", Huwêyt got.

Wî dîyar kir ku bi rêkirina wekîlên xwe ji bo êrîşa şandên navdewletî bikin, Îran dixwaze ku fişarê li civaka navdewletî bike daku fişara ku ew bi xwe rû bi rû ye kêm bike, û hebûna serbazî û dîplomasî ya biyanî ji Îraqê derbixe.

Armanca Îranê ew e ku bandor û serdestîya xwe li Îraqê xurt bike û wê bixe nav parçebûn û pevçûnan, wî got.

Ketaib Hizbulah û milîsên din ên ku Îran piştgirîyê dide wan di 10ê Cotmehê de "agirbesteke bi şert" ragihandin bo rawestandina êrîşan, ku wan gelek caran bin pe kirîye, herî dawî jî bi du êrîşên roja Pêncşemê.

Meha dawî, di 17ê Mijdarê de, heft mûşek li Zona Kesk û derdora wê ketin, ku keçeke ciwan hat kuştin, di êrîşekê de ku Eshab el-Kehf berpirsîyarîya wê girt ser xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500