Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Li gorî Îraqîyan, êrîşên milîsan komên terorîst tînin bîra wan

Hesen Obêdî li Bexdayê

Kesekî Îraqî radihêje nîşaneke ku li ser nivîsîye "Bese Kuştin" di xwenîşandanekê de li derveyî Zona Kesk li Bexdayê di 12ê Tîrmehê de da bixwazin ku milîs werin rawestandin û bang bikin ku tenê çek di çarçoveya hêzên hikûmetê de werin bikaranîn. [Ehmed Rubêyî/AFP]

Kesekî Îraqî radihêje nîşaneke ku li ser nivîsîye "Bese Kuştin" di xwenîşandanekê de li derveyî Zona Kesk li Bexdayê di 12ê Tîrmehê de da bixwazin ku milîs werin rawestandin û bang bikin ku tenê çek di çarçoveya hêzên hikûmetê de werin bikaranîn. [Ehmed Rubêyî/AFP]

Êrîşên milîsan ên karwanên kemyonan û sazîyên dîplomatîk û serbazî li Îraqê armanc dikin wan êrîşên ji alîyê Qaîdayê û "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) ve tînin bîra mirov, çavdêr û siyasetmedarên Îraqî ji Diyaruna re ragihand.

Sê êrîşên cuda di 24 saetan de ên ku sazîyên dîplomatîk an serbazî yên Rojavayî armanc kirin, jêderên ewlekarî û dîplomatîk roja Sêşemê (15ê Îlonê) got.

Sibeha Sêşemê, teqemenîyeke bidestçêkirî navgîneke balyozxaneya Berîtanî ya ku ji balefirxaneya Bexdayê vedigerîya armanc kir, jêdereke dîplomatî ji AFP re ragihand.

Êrîş, a yekem li dijî navgîna hikûmeta Berîtanî li Îraqê ye di bêtirî deh salan de, yekser li derveyî Zona Kesk a ewlehîya wê ast-bilind, jêderê got.

Bi şev, dû mûşekên Katyoşayê balyozxaneya Amerîkî, a herwiha li derveyî Zona Kesk, armanc kir heman berpirsê ewlekarî got.

Sîstema berevanîyê ya bi mûşekan C-RAM a balyozxaneyê herdu mûşek anîn xwar. C-RAM, a ku di destpêka vê salîê de li balyozxaneyê hat danîn, ew cebilxaneyên ku tên ra dike û wan li hewayê diteqîne di rêya armanckirina wan bi hezarên fîşekan her xulekekê.

Roja Duşemê, du teqemenîyên bidestçêkirî karwaneke pêdivîyên hevpeymanîya navdewletî armanc kir, artêşa Îraqî di daxuyanîyekê de got.

Jêderên hewalgirîya Îarqî di êrîşine ji heman rêbazê de komeke biçûk a milîsên ku Îran piştgirîya wan dike tawanbar kir.

Berî êrîşên vê heftîyê, milîsên girîdayî Îranê 11 êrîş ji Tebaxê ve bi cih anîn, wan karwanên kompanîyên guhestinê yên kel û pelan bi hêzên hevpeymanîya navdewletî hildigirin li Zî Qar, Babil, Besra,Wasit û Bexadyê arman kirin.

Yek hi van êrêşan, ku bi teqemenîyeke bidestçêkirî ya xwecihî hatiye çêkirin hat bicihanîn, ajokerê teksîyê yê 28 salî kuşt, hefte din jî birîndar kirin û zîyan gihande mal û milkên taybet û yên gitşî.

Di 21ê Tebaxê de, li başûrê Bexdayê, milîsekê teqemenîyeke bidestçêkirî ya ku li orta rêyeke qerebalix hatibû çandin teqand, kesek kuşt û du kes jî birîndar kirin.

Êrîşeke di 2wê Îlonê de li parêzgeha Babilê du sivîl birîndar kirin û êrîşeke din, ku karwaneke ku dabînkirinên cihêreng bo baregeheke serbazî li bakur û rojavayê Bexdayê diguhêzin arman dike efserekî polîs birîndar kir.

Êrîş sivîlên Îraqî diêşîne

"Êrîşên ku ji alîyê milîsên Îran piştgirîya wan dike hatin bicihanîn ne gelek cuda ne ji wan êrîşên ku ji alîyê Qaîdayê li Îraqê hatin bicihanîn di nav salên 2003yan û 2012an de û yên vê dawîyê li ser destên DAIŞê," berpirsekî Wezareta Karê Hundir ji Diyaruna re ragihand.

Di herdu haletan de, berpirs got li ser şert û mercên ku navê wî nenaskî bimîne, êrîşkeran angaşt "ku birîndar di nav refên hêzên biyanî de bûn, lê bi rastî qurbanî tenê sivlên Îraqî bûn".

Milîsên ku êrîşan bi cih tînin Ketaib Hizbullah, Hereket Nuceba, Esaib Ehl el-heq, Seraya Xurasanî, Ketaib Îmam Elî û Seyid el-Şuheda dihundirîne.

Berpirs got ku milîsên nû ên ku derketine holê bi navên mîna Eshab el-Kehf (mirovên Şkeftê) û el-Seir (Tolhildan) in, "lê bi rastî tenê ew enî ne ji milîsên bingehîn re".

Wî got "karwanên ku têne êrîşkirin ti têkilîya wan bi hêzên hevpeymanîya navdewletî re nîne," û şirove kir ku bi rastî ew kompanîyên guhestinê yên Îraqî yên taybet in ku xwarin, pêdivîyên kerebeyî û parçeyên guhertinên yên cihêreng in..

"Ev karwan ranahêjine materyalên xwezaya wan serbazî yan ewlekarî, tevî wê yekê milîs berdewam angaşt dikin ku ew di êrîşên xwe yên cihêreng de karwanên hevpeymanîya navdewletî armanc dikin," wî got. "Bi rastî ev yek ne rast e."

Êrîşên vê dawîyê piştrast kir ku şiyana milîsan nîne ku gefê li hêzên hevpeymanîyê bixwin, pisporê karûbarên ewlekarî Ehmed Hedîsî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev yek dîyar e ji rastîya ku ew kemyonên ajokerên Îraqî diajon û radihêjin kel û pelên sivîl yên normal armanc dikin.

Di rêya bikaranîna teqemenîyên bidestçêkirî, ev milîs li jêr sîwana DAIŞê êrîşan bi cih tînin, ên ku gelek caran vî rêbazê êrîşê pêk tîne Hedîsî got û anî ziman ku milîsên Îran piştgirîya wan dike aniha gefeke mezin ji ewlehî û aramîya Îraqê çêdikin.

"Dijminahî li dijî Îraqê"

Parlementerê Îraqî Hemîd Mutleq got ku êrîş berhengarîyeke ji dewlet û qanûna Îraqî re û destnîşan kir ku hevpeymanîya navdewletî li ser xwesteka Îraqê, di sala 2014an de, hazir e û hikûmeta aniha teqez kir ku hewcedarîya wê bi piştgirîyê heye.

Ev yek dihêle ku armanckirina karwaneke ku kel û pelan ji hevpeymanîya navdewletî re hildigire û avêtina mûşekan li ser Zona Kesk û baregehên ku mêvandarîya van hêzan dikin "kiryarên şer bin in berî her tiştî li dijî dewleta Îraqî", wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hêzên hikûmeta Îraqî rastî berhengarîyeke vegerandina hukmê qanûn û serwerîya dewletê tên, rawestandina çekên li derveyî kontrolê, û êrîşên mîna van weke gefeke xeternak reçav dike mîna gefa komên terorîst disepînin.

Çalakgerê Îraqî Ehmed Heqî got ku êrîşên milîsan ên dubare dihêlin ku Îraqî milîsên Îran piştgirîya wan dike red bikin û xeberan ji wan re bikin, ji ber ew ditirsin ku ew wan bikişînin nav kiryarên bombebarandinê, girtina rêyan û mirinê.

"Êrîşên mîna van ne tenê endamên milîsan ji civaka Îraqî îzole dikin, yê ku gelekî dijminatîya wan dike," wî ji Diyaruna re got, "lê herwiha ew dihêlin ku nema Îraqî bixwazin ku ti çalakîyên Îranî li welatê xwe bibînin."

"Ev yek dîyar bûye di dema dawî de li ser asta aborî, bazirganî û heta li ser asta civakî," wî got, "divê aniha dîyar be ku Îraqî aniha ne amade ne ku careke din ji ewlehîya xwe werin xwar."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Kî milîsên ser bi Îranê kirin desthilatdar! Piştî rûxana rejîma Îraqî! Hûn Rojavayî bûn.

BERSIV BIDE