Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Milîsên girêdayî Îranê li Îraqê di metirsîyekê de ne

Faris Omran

Endamên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî rahînanekê de li Akademîya Hêzên Taybet li nêzî Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê di 19ê Adara 2018an de amade dibin. Pisporên Îraqî dibêjin ku milîsên li derveyî vîna dewletê tevdigerin nêzî rûbirûbûnekê bi hêzên Îraqî re tên ku ev yek dê qet ne di berjewendîya wan de be. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Endamên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî rahînanekê de li Akademîya Hêzên Taybet li nêzî Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê di 19ê Adara 2018an de amade dibin. Pisporên Îraqî dibêjin ku milîsên li derveyî vîna dewletê tevdigerin nêzî rûbirûbûnekê bi hêzên Îraqî re tên ku ev yek dê qet ne di berjewendîya wan de be. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Xebîrên serbazî dibêjin ku milîsên girêdayî Îranê yên li pişt êrîşên vê dawîyê nêzî rûbirûbûnan bi hêzên Îraqî re dibin, û ew texmîn nakin ku eger ew lawaz bibin rejîma Îranî destêwerdanê bike û destê alîkarîyê ji wan re dirêj bike.

Pisporan got ku ev ew nikarin pişta xwe bi bi wergirtina alîkarîyê ji Hizbulaha Lubnanî germ bikin, ji ber ku milîs li jêr fişareke mezin e li ser asta navweyî û navdewletî.

Ew dibînin ku redkirina serwerîya yasayê û ziyangihandin bi Îraqîyan dê ne bê hesab e, û her rûbirûbûneke bi hêzên Îraqî re dê jinavçûna van milîsan bi lez bike, bi taybetî milîsên girêdayî Ketaib Hizbulah.

Koma ser bi Ketaib Hizbulah ve ya bi navê Eshab el-Kehifberpirsyarîya xwe ji êrîşa 17ê Mijdarê li Bexdayê ragihand, ku tê de mûşekbaranan keçek kuşt û pênc sivîlên din birîndar bûn.

Ev wêneya ku di 17ê Mijdarê de hatiye kişandin ziyana gihiştîye wesayiteke sivîl piştî êrîşeke bi rokêteke Katyûşa li navenda Bexdayê, ku Ketaib Hizbulah a girêdayî Îranê pê tê tawanbarkirin, nîşan dide. [Wêne ji Mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Ev wêneya ku di 17ê Mijdarê de hatiye kişandin ziyana gihiştîye wesayiteke sivîl piştî êrîşeke bi rokêteke Katyûşa li navenda Bexdayê, ku Ketaib Hizbulah a girêdayî Îranê pê tê tawanbarkirin, nîşan dide. [Wêne ji Mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Berpirsên Amerîkî û Îraqî ew kom weke "dûmanekê" ji hêzên tundrew ên ser bi Îranê vê li Îraqê bi nav kirin, ku wan berpirsyarîya xwe ji êrîşên ku vê dawîyê li dijî şandên diplomasî yên biyanî hatin pêkanîn ragihand.

"Hevdem ku hikûmeta Îraqî berdewam e di bidestanîna serkeftinan di warê sepandina serwerîya dewletê de, û tevî asta baş a pîşedarî û zîrekîya hêzên me... hinek hêzên nerewa û nefermî hewl didin ku seqamgîrîyê têk bidin û xizmeta berjewendî û armancên teng bikin, ku ew qet nakevin xizmeta berjewendîyên niştîmanî," artêşa Îraqî got.

''Peydakirina pêvajoyeke xeternak li Îraqê''

Ketaib Hizbulah ku bi gelek navên din çalak e "xwe û welat dixe nava pêvajoyeke xeternak de", xebîrê ewlekarî yê Îraqî Macid Qeysî, ku efserekî xanenişîn ê artêşê ye, ragihand.

Wî ji Diyaruna re teqez kir ku her pevçûnek di navbera hêzên Îraqî û milîsan de dê "bi encama şikestina milîsan bi dawî bibe", ew qet nikarin xwe li ber hêzên artêşa Îraqî, polîs, hewlagirî û Ajansa Dijî Terorîzmê bigirin.

Wî teqez kir ku hêzên Îraqî li ser asteke bilind hatine rahînankirin û wan ezmûnên şer ên mezin ji cenga li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi dest xistine, lewra jî dê milîsên çekdar qet xwe li ber wan negirin.

Wî da zanîn ku têkildarî şêwazê danûstandina bi milîsan re, hikûmet stratîjîyeke dûrûdirêj bi cih tîne, û ew naxwaze ku bikeve rûbirûbûneke li ser asteke berfireh de ji ber gelek sedeman.

Di nav de egera têkçûna ewlehîya niştîmanî hevdem ligel hebûnaqeyrana aborî, petaya vayrûsa Koronayêû gefên DAIŞê.

Wî anî ziman ku divê milîs "sebir û hedara hêzên Îraqî taqî nekin û divê ew bizanin ku ew li hember dewletekê bi sazîyan xwe ve ne, ku ew dê li hember gefên li dijî ewlehîya niştîmanî bi rêya pêkanîna êrîşan li dijî misyonên diplomasî serê xwe netewînin".

Wî got ku hêzên Îraqî dê rê nedin milîsên girêdayî Îranê ku ziyanê bigihînin berjewendîyên niştîmanî yên welat û pêwendîyên wê bi civaka navdewletî re.

Helwesta Îraqîyan ji milîsan tê guhertin

Xebîrê serbazî Eyad Tufan ji Diyaruna re ragihand ku raya giştî ya Îraqî baş xwezaya Ketaib Hizbulah û milîsên din ên girêdayî Pasdaran nas dikin.

"Xelk baş dizane ku ev komên çekdar ji bo berjewendîyên Îranê û bicihanîna ajandayên wê xebatê dikin," wî got.

Wî got ku ev yek "dê Îraqê parçe bike û koas û tevlîhevîyê belav bike", bi rêya binpêkirina serwerîya Îraqê û xerabkirina cih û rêza wê li ser asta navdewletî û vekirina derî bo Îranê da ew samanên xwezayî yên Îraqî ji bo berjewendîyên xwe bi kar bîne.

Tufan got ku her xebateke bo qedexekirina hêzên girêdayî Îranê, û Ketaib Hizbulah bi taybetî, dê bibe cihê piştgirî û pêşwazîyeke berfireh a gelê Îraqê.

Wî dîyar kir ku divê bi hêzê bersiva van koman were dayîn, ji ber bidawîkirina êrîşên bi mûşekan ên ku Îraqî di wan de tên kuştin û wêneya Îraqê xerab dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500