Nûçeyên Iraqê
Aborî

Tehran û wekîlên wê samanên herêmî talan dikin bo fînanskirina terorîzmê

Faris Omran

Serkirdeyê Bilind ê Îranî Elî Xameneî û Serokê Îranê Hesen Rohanî ligel serkirdeyine din dicivin di 24ê Gulana 2018an de. [Mîdyaya dewletê ya Îranî]

Serkirdeyê Bilind ê Îranî Elî Xameneî û Serokê Îranê Hesen Rohanî ligel serkirdeyine din dicivin di 24ê Gulana 2018an de. [Mîdyaya dewletê ya Îranî]

Şirovekar dibînin ku piştgirîya Tehranê ya berdewam ji çalakîyên terorîst re li seranserî herêmê tê li ser hisabê berjewendîyên aborî yên gelê Îranî û gelên wan welatan tê, ku Îran û wekîlên xwe tevlihevî û tundîyê diçînin.

"Serkirdeyên Îranê tenê bi projeya xwe yên terorîst difikirin, ya armanc dike ku welatên herêmê lawaz bike û hejmûna wê li wan berfireh bike," şirovekarê siyasî yê Behrênî Ebdulah Cunêd ji Diyaruna re ragihand.

"Ev berêtîyeke herî girîng e" ji Tehranê re, ji ber vê yekê rejîm " hemû samanên aborî û civakî [yên Îranê] disixurîne daku xizmeta projeya wê bikin, projeyê ku herwiha ji alîyê wekîlên wê ve jî tê piştgirîkirin", wî got.

Ev wekîl, mîna Hizbulaha Lubnanî, Hûsîyên Yemenê û milîsên Îran piştgirîya wan dike li Îraqê, "ew ji alîyê xwe ve samanên welatê xwe talan dikin û xelkên xwe perîşan dikin ji bo berjewendîyên hakimên Îranê", Cunêd got.

Îraqî li Meydana Nusûrê li Bexdayê di 27ê Cotmehê de derdikevine xwenîşandanan daku hejmûna Îranî li welatê xwe şermezar bikin. [Diyaruna]

Îraqî li Meydana Nusûrê li Bexdayê di 27ê Cotmehê de derdikevine xwenîşandanan daku hejmûna Îranî li welatê xwe şermezar bikin. [Diyaruna]

Di encamê de, Lubnan di bin deynan de maye yên gihane 92 milyar dolar, beramber dora 170% ji berhema wê ya xwecihî ya tam, li gorî ajansa dabeşkirina kredî, Standard and Poors, a ku yek ji rêjeyên deyn ê herî bilind e di cîhanê de.

Herwiha lîreya Lubnanî hate nîvê nirxê xwe, vê yekê hişt ku nirxê rast ê mûçeyan dakeve kêmî nîvî ji wan kesên ku mûçeyên xwe bi lîreyan werdigirin, û bo vî awayî qudreta wa ya kirinê ji ber bilindbûna nirxan kêm bû.

Cunêd got ku rêjeyeke mezin ji samanên welatên ku hevalbendên Îranê li wan hene mişeya çû di encama operasyonên şûştina pereyan li ser asta herêmê û ji ber gendelîya darayî daku alîkarîyê bi Îranê re bikin ku berdewambûna projeya xwe misoger bike.

Weke mînak, qezencên firoştina nefta Îraqî bi qaçaxî -- digihe 14 milyar dolaran di nava salên 2006an û 2010an tenê de -- çûn birîkên rejîma Îranî di rêya wekîlên wê yên Îraqî re, Cunêd eşkere kir.

Xwenîşandan li Îraq, Sûrîya û Lubnanê

Milîsên Îran piştgirîya wan dike li Îraqê dihêlin ku rewşa aborî bi paş ve biçe dema ku nirxên neftê yê cîhanî dadikevin, yê ku jêdera serke ye ya dewletê ji pereyên hişk re, çavdêr dibêjin.

"Îran Îraqê weke sînga xwe ya aborî reçav dike," pisporê stratejî û serbazî Hatim Felahî got. "Ew hîn kehrebe û xaza Îraqê yên ji bo bikarkirina stasyonên enerjîyê tên bikaranîn bi nirxine bilindtir ji nirxên rast li bazara cîhanî difiroşe."

"Bi rêya wekîlên xwe, Îran fişarê dike da nehêle ku Îraq nêzî ti dewletên din li herêmê bibe, mîna Erebistana Siûdî, ya ku berî vê pêşniyar kir ku alîkarîyê bi Bexdayê re bike daku karibe kêmbûna kehrebeyê derbas bike," wî got.

Hevalbendên Îranê li Îraqê hewl didin ku "berhemdana xwecihî asteng bikin û ziyanê bigihînin sektorê aborî, bi taybet sektorê çandinîyê, bo vekirina bazaran li pêşîya kel û pelên Îranî" da bandora sizayan li ser rejîmê sivik bikin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Gendelîya ku destên milîsan tê de heye û sponserîya wê dikin pirsgirêkên bêkarî, feqîrtî û dabînkirina xizmetguzarîyê giştî xirabtir kirine.

Vê yekê Îraqî bi hêrs kirin, ên ku ev heft meh in xwenîşandan organîz dikin bo şermezarkirina kiryarên van wekîlan û destwerdana Îranê di karûbarên welatê xwe de.

Xwenîşandan li Îraq, Lubnan û Sûrîyayê derbirîneke dîyar e ji nerazîbûna giştî ji çalakîyên jîma Îranî û hevalbendên wê, rojnamevanê Sûrî Zîyad Muncid got.

Hevalbendên Îranê dê berdewam bin di talankirina samanên welatên xwe de ji bo çalakîyên xwe fînans bikin û piştgirîya ajandaya Tehranê bikin, wî ji Diyaruna re ragihand

"Lubnanî derdê zehmetîyên aborî û darayî yên dijwar dikişînin ji ber destên Hizbulah di çalakîyên wêrankirina aborî de hene, di nav de tecrîdkirina welat ji diravên biyanî bi rêya firoştina wan bi lîreyên Lubnanî û Sûrî," wî got.

"Milîsên Îraqî heman rolan digerînin û ji Îraqê re astengîyek in ku dikevine pêşîya wê de û samanên wê bi kar tînin daku xwe ava bikin, û komên Îranê li Sûrîya û Yemenê heman karî dikin," Muncid got.

Aborîya Îranê li ber xirênîya mirinê ye

Ji bo Îranê, aborîya wê roj bi roj bi paş ve diçe, ya ku bandoreke mezin li hemû alîyên jîyanê dike dihêle ku Îranî gelek gazinan ji serkirdeyên xwe bikin ji ber şert û mercên jîyana xwe ên xirab.

Hevdem ligel qeyranên navxweyî yên gelek de, nirxê pereyên Îranî berdewam e di kêmbûnê de û gihaye asta herî kêm di vê mehê de.

Di 20ê Gulanê de, nirxê guhertinê li hember dolar giha nêzî 180,000 rîyalan, kêmbûneke bi rêjeya 11% di van herdu mehên dawî de hat tomarkirin, Radyoya Ferda ragihand.

Zêdeyî vê yekê, pêşbînî heye ku di nav 2.8 milyon û 6.4 milyon kes "dê hêdî hêdî li ser niştecîyên bêkar werin zêdekirin" ji ber belavbûna vayrûsa Koronayê, qedexekirina çûn û hatinê û siyasetên hikûmetê, Navenda Lêkolînê ya Parlemana Îslamî vê dawîyê ragihand.

Herî kêm 75% ji 80 milyon kesên Îranî bi hejarî dijîn, li gorî Mehmûd Cemsaz, aborînasekî nêzî rejîma Îranî, el-Arebiya di 30ê Nîsanê de ragihand.

"Xuya nake ku rejîma Îranî nîgeran e ji ber mezinbûna bobelata ku wê anîye serê gelê xwe, û ligel hevparên xwe berdewam e di birinasamanên gelê xwe dibe daku bihêle makîneya terorî berdewam bike," Muncid got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500