Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Xwenîşander li Nasirîyayê milîsên Îran piştgirîya wan dike şermezar dikin

Omer Elî li Nasirîyayê

Xwenîşanderên Îraqî li Nasirîyayê li meydana Hebûbîyê di 29ê Kanûna Duyem de kom bûne da banga bidawîkirina gendelîyê û destwerdana Îranî di karûbarên Îraqî de bikin. [Ala Husên/Diyaruna]

Xwenîşanderên Îraqî li Nasirîyayê li meydana Hebûbîyê di 29ê Kanûna Duyem de kom bûne da banga bidawîkirina gendelîyê û destwerdana Îranî di karûbarên Îraqî de bikin. [Ala Husên/Diyaruna]

Bi sedên xwenişanderan li Nasirîyayê, bajarê herî mezin li parêzgeha Zî Qarê ya li başûrê Îraqê, hêrsa xwe li dijî milîsên ku Îran piştgirîya wan dike derbirîn dikin, û sloganan gotin û wan bersûc dikin ku ew li pey kuştina çalakgerên xwecihî ne.

Pêla xwenîşandanên li dijî milîsan zêde dibe piştî êrîşa 27ê Kanûna Duyem li meydana Hebûbîyê ya bajar, navenda xwenîşandanan, ku tê de kesek hat kuştin û çende din jî birîndar bûn û konên xwenîşanderan hatin şewitandin.

Milîsên Îran piştgirîya wan dike li pey êrîşê bûn, çalakger Amir Muhemed ji Diyaruna re ragihand, û herwiha ew berpirs in ji mirin û kuştinên bi guleyên segvanan ên ku li Îraqê rû dane ji çaxê ku xwenîşandanan di 1ê Cotmehê de dest pê kir.

"Li sloganên wan guhdarî bike," Muhemed got, dema ku xwenîşanderên nêzîk hawae dikir û ji milîsan re digotin ku ew "terîya" Îranê ne, bi vî awayî ew destnîşan dikin ku ew li jêr kontrola Îranê ne. "Ew baş dizanin ku ev milîs berpirsên kuştina wan in."

Xwenîşanderên Îraqî radihêjin ala Îraqî dema ew sloganên li dijî Îranê dibêjin li bajarê Nasirîyayê di dawîya meha Kanûna Duyem de. [Ala Husên/Diyaruna]

Xwenîşanderên Îraqî radihêjin ala Îraqî dema ew sloganên li dijî Îranê dibêjin li bajarê Nasirîyayê di dawîya meha Kanûna Duyem de. [Ala Husên/Diyaruna]

Muhemed dîmeneke vîdyo ji mobayla xwe vêxist ku tê de bavê xwenîşanderê ku di êrîşa li ser meydanê de hat kuştin xuya dibe, ku wî bi êşeke mezin hûrgilîyên kuştina kurê xwe vedigotin.

Li şûna konên ji lafîteyan ên hatin şewitandin wenîşanderan li meydana Hebûbîyê heykel ji blokan ava kirin, Zulfîqar Xazî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ev yek tê wateya ku ew nameyekê dişînin ku ew nêt dikin ku dê sabit bimînin her çiqasî tehedî zehmet bin jî, dema wî alîkarî bi hevalên xwe re dikir daku heykelekî bi blokan ava bikin.

"Dîwarê tirsê hatiye şikandin"

Xazî got "eger ew bawer dikin ku şewitandina konan dê bihêle ku em vegerin malên xwe, ew şaş in".

"Em odeyên bi blokan li ser hesabê xwe ava dikin da em bihêlin ku bizanibin ku em natirsin û em dê ji çekên milîsên wan jî netirsin."

Wî got ku dîwarê tirsê hatiye şikandin û nema kes ditirse ku eşkere navên serkirdeyên milîsan bibêje yan wan bersûc bike ku ew girêdayî Îranê ne û ew bicihanîna planên wê yên wêranker li Îraqê erê dikin.

Wî got ku bi sedan li meydanên xwenîşandanan sloganên dibêjin ku ew weke rûbaz û terîyan bang dikin, ligel gotina navên serkirdeyên payebilind ên milîsan ên "ti kesî berê nediwêra ku bi awayekî eşkere rexneyan li wan bike".

Wî got ku ajansên ewlekarîyê yên Îraqî di erkê xwe de bi bin ketin, ku nikarîbûn bi awayekî guncan xwenşanderan ji wan milîsan biparêzin, hêzên ku wan jî ji alîyê xwe ve tu rêz û hurmet ji xwîna Îraqîyan re negirt.

Neqîb Macid Fadilî ji Diyaruna re got ku hêzên ewlekarîyê li parêzgehê çavdêrîya êrîşa dawî li ser meydana Hebûbîyê kirin û hêzên polîs dane dûv tawanbaran berî ku ji ber çavên wan li devera Zidnawîyayê li nêzî Nasirîyayê wenda bibin.

Wî got ku polîs peygerînê derbarê bûyerê dikin, lê heta aniha tu delîl li dor nasnameya tawanbaran tune ne, tevî dîyar e ku dibe "ew komine orgenîzkirî bin ku armanca wan ew e ku tevlihevîyê li welat peyda bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500