TEHRAN -- Xwenîşandan li deverên cuda ji Îranê berdewam in ji ber ku nerazîbûna welatîyan ji hikûmetê berdewam zêde dibe û ji ber rewşa aborî berdewam xerab dibe.
Polîsê Îranî got ku roja Duşemê (20ê Tîrmehê) wan kesên li pey xwenîşandanên ku heftîya bûrî li başûr û rojavayê welat dest pê kirin girtin, lê Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) got ku wê hejmareke kesên "aranker" girtin ên bang kirin ku xelk li Meşhedê dakevin kolanan.
Polîsê Îranî got ku roja Înê (17ê Tîrmehê) wan bi zorê xwenîşandanek ji alîyê komeke ku sloganên "binpêkirina pîvanan" bang dikir ji ber zehmetîyên aborî li Parêzgeha Xuzestanê ji hev belav kir.
"Piştî bangê, hejmareke piçûk ji xelkên bajarê Behbehanê 9ê êvarê roja Pêncemê [16ê Tîrmehê] li hev civîyan da ku ji ber rewşa aborî derkevine xwenîşandanan," serokê polîsê Behbehanê Eqîd Muhemed Ezîz got, ajansa nûçeyan a dewletê ARNA got.
Wî got ku pêşî polîs hewl da ku bi xelkê bi axêve, "lê ne tenê ew ji hev belav nebûn wan dest pê kir bi sloganên ku pîvanan bin pê dikin bang kir," têgîneke ku gelek caran desthihatdarîya Îranî bi kar tîne dema ew behsa slloganên li dijî sîstemê.
Wî Îranî han dan "bi dijminên sîstemê bandor nebin" bi mebesta ku "xelkê di vê rewşa hesas a aniha de aciz bike".
Weşanên li ser medyaya civakî wêne û tomarkirinên vîdyo yên bi dehên xwenîşanderên ku weke tê dîyar li kolanekê li Behbehanê gihabûne hev dîyar dikin.
Înternet qut bûbû û nêzî sê saetan li Xuzestanê kêm bû di dema xwenîşandanê de, Netblocks, malpereke ku çavdêrîya girtina înternetê dike, got.
Paşguhkirina kar û barê Îranîyan
Xwenîşandan tên piştî çend rojan ku Îranê piştgirîya kukmê îdamê di heqê sê mêran de kir ku têkilîya wan bi xwenîşandanên kujer ên Mijdara par çêbûn ji ber bilindbûna nirxê benzînê hebû.
Lê roja Yekşemê (19ê Tîrmehê), rejîm bi ya fişara gel û bi awayekî demkî operasyonên îdamê rawestandin.
Gelek bang li ser înternetê hatin belavkirin ji çaxê ku hukmê îdamê hat îlankirin di rêya bikaranîna haştagekê "îdam neke" daku operasyonên îdamkirinê li welat rawestînin.
Xwenîşandanan di Mijdarê de dest pê kir piştî desthilatdarîyê di şevekê de zedey du taqan nirxê sotemenîyê bilind kir, vê yekê hişt ku zehmetîyên aborî zêde bibin li welatekî ku berê derdê cizayan dikişîne.
Xwenîşandan gelek bajar hejandin û wan xwenîşandanan kirarên tund hewandin berî ku herî kêm li 100 navendên bajarî li seranserî Îranê belav bibin.
Ji ber ku rastî nerazîbûna zêde ji alîyê niştecîyan ve hat û ji ber aborîya kambax, Serkirdeyê Bilind Ayetullah Elî Xameneiî di Kanûna Duyem de bo cara yekem ji sala 2012an ve xutbeyek li Tehranê da weke hewldanekê ku xelkê aram bike.
Berî çend rojan, bi deh hezaran Îranî daketine kolanan û xwenîşaneran bang dikir, "Diktator bimire" -- qesda wan pê Xameneiî -- "Derewîn bimirin" hin sloganên din ên li dijî rejîmê.
Li şûn ku dozên bingehîn ên ku bandora wan li Îranîyan heye çareser bike, Xameneiî bi awayekî dubare hewl da ku ku gotara xwe ber bi kuştina fermandarê Hêza Quds a Feyleqa Pasdaran lîwa Qasim Sulêmanî di 3yê Kanûna Duyem de li Bexdayê araste bike.
Hewldanên Xameneiî ku piştgirîyê careke din bi dest bixe hişt ku gelek Îranî bêtir aciz bibin.
Kêmbûna aborîyê û zêdebûna tevlihevîyê
Rejîm kêşeyên aborî yên xelkê xwe zêde dike ji ber wê bijart ku piştgirîya şerên wekîlên xwe bike li seranserî herêmê -- bi taybet li Sûrîya, Îraq û Yemenê -- li şûn ku weberhênanê li welatê xwe bike, gelek Îranî dibêjin.
Aborîya Îranê bi awayekî balkêş kêm bû ji sala 2018an ve, dema ku Amerîkayê ji rêkeftina navikî ya dîrokî vekişîya û careke din ciza li ser Îranê sepandin.
Petaya vayrûsa Koronayê (COVID-19) hişt ku kêşeyên aborî yên Îranê zêde bibin ji ber girtina demkî ya aborîyê û hişt ku hinarde jî hêm bibin, vê yekê jî hişt ku nirxê pereyên wê heta asteke mezin kêm bibe û enflasyon jî bilind bibe.
Dibe ku sî û pênc milyon Îranî bi vayrûsa Koronayê bikevin, Serok Hesen Rohanî roja Şemîyê (18ê Tîrmehê) got.
Aborîya Îranîd dê bi rêjeya 6% kêm bibe, Sendoqa Diravan a Navdewletî pêşbîn kir.
Rêjeya beşdarbûnê ya kêm di hilbijartinên vê dawîyê de dîyar dike ku rewşeke ne aram heye li welatekî ku ev demeke dirêj e derdê zehmetîyên aborî dikişîne û vê dawîyê bi petaya COVID-19 bandor bû, ev yek "gefekê li ser hemûyan çêdike", şaredarê Tehranê Pîroz Henaçî di 7ê Tîrmehê de ji AFP re got.
Wî got "Rêjeya beşdarbûnê di hilbijartinan de nîşaneke li ser asta razîbûna xelkê".
Rêjeya beşdarbşna di hilbijartinan de ya herî kêm bû al ser asta dîrokî ku kêmî 43% bû di hilbijartinên Sibatê de piştî bi hezaran kandîdatên islahî ji alîyê Encumena Zêrevan ya Komara Îslamî mehrûm bûn ku tevlî wan bibin.
Dibe ku westandina dengderan "gefek be li ser her kesî, ne tenê li ser îslahî yan parêzdaran", Henaçî hişyarî da.