Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Zilamê Îranê li Îraqê neseqamgîrîyê gur dike

Faris Omran

Amerîka di 10ê Nîsanê de 10 milyon dolar weke xelat destnîşan kir bo çi agahîyên derbarê çalakî, tor û hevkarên çalakgerê Hizbulah Muhemed Kewseranî. [Wêne ji Wezareta Derve ya Amerîkî hatiye wergirtin]

Amerîka di 10ê Nîsanê de 10 milyon dolar weke xelat destnîşan kir bo çi agahîyên derbarê çalakî, tor û hevkarên çalakgerê Hizbulah Muhemed Kewseranî. [Wêne ji Wezareta Derve ya Amerîkî hatiye wergirtin]

Wekîlê Hizbulah Muhemed Heweseranî , zilamekî ku tê xwestin ê ku heta asteke mezin berpirs e derbarê serperiştîya kirarên milîsên Îran piştgirîya wan dike li Îraqê, ên ku Qasim Sulêmanî li pey xwe hiştin.

Pispor dibêjin ku piştî ku fermandarê Feyleqê Qudis a Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) di Kanûna Duyem de hat kuştin, Kewseranî weke lîstikvanekî serke derkete holê, ku hewl dide ku cihê wî dagire û hevgirtinê di milîsên alîgirê Îranê de li Îraqê biparêze.

Kewseranî, ku welatîyê Îraq û Lubnanê ye, berpirsyarê veguhestina çekdarên Îraqî daku li tenîşt rejîma Sûrî şer bikin û qaçaxkirina çekan bo wan bû, wan ji Diyaruna re ragihand.

Bi dirêjahîya gelek salan, wî êrîş paln kirin û hevaheng kirin li dijî hêzên hevpeymanîya navdewletî li Îraqê, di nav wan de êrîşa Kanûna Duyem a 2007an li dijî navendeke henahengîyê ya hevbeş li parêzgeha Kerbelayê ku tê de pênc leşkerên Amerîkî kuştin.

Çalakgerê Hizbulah Muhemed Kewseranî di pîroznameyeke bîranînî de bo fermandarê Feyleqa Quds ê Pasdaran Qasim Sulêmanî li bajarê Kirmanê yê Îranî tê dîtin. [Wêne li ser înternetê hatiye belavkirin]

Çalakgerê Hizbulah Muhemed Kewseranî di pîroznameyeke bîranînî de bo fermandarê Feyleqa Quds ê Pasdaran Qasim Sulêmanî li bajarê Kirmanê yê Îranî tê dîtin. [Wêne li ser înternetê hatiye belavkirin]

"Kesayeteke sereke"

Kewseranî bi awayekî xurt vegeriya ji çaxê kuştina Sulêmanî, bi mebesta ku misogerkirina ku nema milîsên hevalbenên Îranê ji bin kontrola wê derkevin, şirovekarê siyasî yê Sûrî Ziyad Muncid ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku di destpêkê de hate ragihandin ku ew li gel Sulêmanî hat kuştin, lê ne rast bû, "û ji wî çaxî ve, ew weke kesayeteke sereke ya ku Îran xwe dispêre wî derkete holê daku berevanîya berjewendîyên wê bike".

Muncid teqez kir ku Kewseranî aniha "kesayeteke sereke ye di projeya serdestîya Îranî li Îraqê" ji ber rola wî weke hêsanker ku têkilîyan di navbera milîsên cuda yên hevalbendên Feyleqa Pasdaran hevaheng dike.

Wî daxuyand ku herwiha destên wî di çewisandina xwenîşandanên Îraqî yên li dijî hejmûna Îranî hebû, û di operesyonên şûştina pereyan û çalakîyên aborî yên neqanûnî de bo temwîlkirina Hizbulah û wekîlên Îranî yên din heye.

Di Tebaxa 2013an de, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî siza li Kewseranî sepandin ji ber dabînkirina piştgirîya darayî û lojîstî ji milîsên alîgirê Îranê re.

Di 10ê Nîsana Vê salê de, Amerîkayê xelateke bi 10 milyon dolar kaş destnîşan kir weke berdêl ji "çi agahîyên derbarê tevger tor û hevkarên Kewseranî".

Kewseranî "gelekî bandora wî heye bê çawa milîsên Îran piştgirîya wan dike îdîolojîya Serkirdeyê Bilind ê Îranê Elî Xameneiî bi cih bînin", rojnameger û şirovekarê siyasî yê Îraqî Ziyad Sincarî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku tevî ku hejmûna wî bi ya Sûleymanî re nayê beramberkirin, "Kewseranî dimîne roleke girîng digerîne di parastina kontrolê li ser van komên çekdar de".

Wî dîyar kir ku di nav wan milîsan de Ketaib Hizbulah, Esaib Ehl el-Heq, Nuceba û Rêxistina Bedir, û rola Kewseranî ew e ku "fermanan bide wan daku êrîşên bi mûşekan bibin ser mîsyonên diplomasî û serbazî yên biyanî li Îraqê".

Guhertina proseya siyasî

Sincarî got ku dema mesele girêdayî proseya siyasî ya Îraqî be, herwiha Kewseranî xwedî hejmûn e, di rêya "destwerdanê di çêkirina hikûmetê û destnîşankirina kandîdên wezarî de".

Li gorî şirovekarê siyasî Xanim Ebid, Kewseranî yek ji "alavên Îranî yên herî girîng e ku ew bi kar tîne daku destêwerdanê di kaû barên navxweyî yên Îraqê de bike".

Xeterîya Kewseranî "di xebatên wî yên çalak de ye ku proseya siyasî [li Îraqê] ber bi alîyê ku Îranê qayil bike ve bibe", wî ji Diyaruna re ragihand.

Berî mirina Qasim Sulêmanî, medyaya Îraqî ragihand, ku ew û Kewseranî di danûsatandinên bi hêzên siyasî re li Îraqê derbarê bijartina cîgirê Serokwezîrê Adil Ebdul Mehîd beşdar bûn.

Raportên medyayê yên din ragihandin ku Kewseranî ev xebat berdewam kir, heta piştî Sulêmanî hat kuştin, û rola wî "zêde bû û bû hevahengek di navbera pêkhateyên siyasî yên Kurd, Şîe û Sunî".

Herwiha ew bi rahînankirina komên çekdar li Îraq û herêmê û dabînkirina wan bi pere û çekan daku tevlihevîyê û pevçûnê ji berdêla Îranê ve gur bikin hat tawanbarkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500