Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Tê çaverêkirin ku vekirina dergehê sînorî yê Ererê aborîya Îraqê geş bike

Faris Omran

Berpirsên Îraqî û Siûdî di vekirina fermî ya dergehê sînorî yê Ererê yê di navbera herdu welatan de roja 18ê Mijdarê beşdar dibin. [Wêne ji Wezareta Karê Hundir hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî û Siûdî di vekirina fermî ya dergehê sînorî yê Ererê yê di navbera herdu welatan de roja 18ê Mijdarê beşdar dibin. [Wêne ji Wezareta Karê Hundir hatiye wergirtin]

Berpisên xwecihî û çavdêrên herêmî dibînin ku dîsan vekirina dergehê sînorî yê Ererê di navbera Îraq û Erebistana Siûdî de nîşaneke din a têkilîyên germ di navbera herdu ciranan de ye û dê sûdên wê yên berçav ji xelkên Îraqî re hebin.

Dergehê, ku parêzgeha Enbarê ya rojavayî bi Siûdîyê ve girê dide, bi awayekî fermî careke din di 18ê Mijdarê de hat vekirin piştî 30 salan ji girtinê. Biryar hebû ku di Cotmeha 2019an hatiba vekirin, lê ev yek çend caran hat paşdexistin.

Herwiha herdu welat vekirina xaleke sînorî ya duyem li Cumeymayê gotûbêj dikin, li ser sînorê başûrî yê Îraqê bi Siûdîyê re, AFP ragihand.

Bexda dibîne ku Erer alternatîvekî pêkan ji dergehên wê bi Îranê re, yên ku Îraq di wan re pareke mezin ji hawirdeyên xwe tîne.

Parlemanterên Îraqî û yên Siûdî di 8ê Mijdarê de li Bexdayê dicivin daku rêkeftinên dualî giftûgo bikin bo destpêkirina weberhênanên Siûdî li ser asteke berfireh li Îraqê. [Wêne ji Wezareta Guhestinê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Parlemanterên Îraqî û yên Siûdî di 8ê Mijdarê de li Bexdayê dicivin daku rêkeftinên dualî giftûgo bikin bo destpêkirina weberhênanên Siûdî li ser asteke berfireh li Îraqê. [Wêne ji Wezareta Guhestinê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Di heman demê de, hikûmeta Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî hewl da ku weberhênana biyanî di nav de piştgirîya Siûdî ji sektorên enerjî û çandinîyê re bi lez bike.

Hikûmeta Îraqî pêşbîn dike ku ev gav dê pitgirîya weberhênan û geşedanê bike, û çavdêrên Îraqî yên ji Diyaruna re axivîn piştgirîya xwe ji nêzîkbûna Îraqî-Siûdî re anîn ziman, û gotin ev yek dûrbûna ji Îranê gengaz dike.

Cîgirê parêzgarê Enbarê Mustefa Ersan got ku vevekirina dergeh "encama civînên hevbeş ên di navbera Îraq û Erebistana Siûdî de bû, yên ku ev nêzî du salan e berdewam in".

Dergeh careke bi temwîla Siûdî ya bi qasî 75 milyon dolaran hat avakirin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Ew avahîyên cihêreng dihundirîne, sazîyên xizmetguzarîyan, hewş ji bo şehna bazirganî û tevgera rêwîyan, sîstema pişkinînê bi X-ray, sîstema pîvana kemyonan û du stasyonên kehrebe û paqijkirina avê.

Wî got ku di van salên dawî de, dergehê Ererê bi kapasîtîyeke kêm hatibû vekirin da derfetê bide derbasbûna kesên diçine hecê û umrê û anî ziman ku bi vekirina fermî re ew dê careke din ji bo bazirganî û tîcaretê were bikarnaîn.

Wî dîyar kir ku dê dergehê sînorî "derîyek û damarekî bazirganî yê jîndar be ji Îraqê re", û daxuyand ku destpêkirina rêwîtî û bazirganîya pîşesazî ya Erebistana Siûdî dê dahatan ji xezîneya dewletê re çêke, karan peyda bike û aborîya xwecihî vejîne.

Bihêzkirina têkilîyên Îraqî-Siûdî

Encumena Hevahengîyê ya Siûdî-Îraqî, ku di 2017an de hat damezrandin bo başkirina têkilîyan di navbera herdu welatan de, hêsankiina jinûvevekirinê, gelek caran civîn li dar xistin berî şahîya fermî.

Şandeke Siûdî ya mezin serdana Bexdayê kir di 8ê Mijdarê de daku rêkeftinên weberhênanê yên di sektorên çandinî û pîşesazî de yên hêja ne milyarên dolaran biqedînin.

Lûtkeyeke Siûdî-Îraqî di rêya civîneke televîzyonê ya girtî re di 10ê Mijdarê de hat lidarxistin, Kazimî û Cihnişînê Siûdî Muhemed bin Selman tê de civiyan.

Vê yekê alîkarî kir ku bingeha hevkarîya siyasî, ewlekarî û aborî deynin û derî ji kompanîyên Siûdî re vekirin ku weberhênanê li Îraqê bikin.

Weke gaveke din piştî vekirina dergehê Ererê, dê berpirsekî bazirganî yê Siûdî bo xizmeta Bexdayê were destnîşankirin.

Ersan got ku Erebistana Siûdî xwedî pisporîyeke mezin di komeke sektoran de, di nav de çandinî, xwedîkirina sewal û ew dikar alîkarîyê bi Îraqê re bike daku samanên xwe di rêya projeyên weberhênanê yên mezin re pêş bixe.

Ev corê alîkarîya di warê pêşxistinê de dê piştgirîya Îraqîyan bike li ser astên aborî, xizmetguzarîyan û geşepêdanê.

Parlemanterê Îraqî, Yehya Muhemedî girîngîya qayimkirin û bihêzkirina hevparîya Îrqaî bi Erebistana Siûdî re teqez kir.

Ev yek dê alîkarîyê bike di pêşxistina aborîya Îraqî de û têkilîyên xurt ên dê qezencan ji herdu welat re bînin çêke, wî ji Diyarunare ragihand.

"Em hêvî dikin ku vekirina dergehê Ererê dê bibe destpêka çalakîya bazirganî ya berfireh di navbera Îraq û Etebistana Siûdî de û dê destpêkek be ji projeyên weberhênanê re û vekirineke Siûdî ya berfireh ku alîkarîyê bike di xebatên nûavakirin û pêşxistinê û kişandina balê ser weberhênanê," wî got.

"Îraq aniha jîngeheke weberhênanê ya biber dabîn dike," Muhemedî got.

Wî daxuyand ku girîng e ji Îraqê re ku li ser welatên Erebî yên din vebe û herwiha têkilîyên hevparîya hevseng bi wan re ava bike di çarçoveya herêmî de li ser bingeha prensîpa berjewendîyên hevbeş.

Dijberî ji alîyê komên alîgirê Îranê ve

Vekirina dergehê sînorî û nêzîkbûna Îraqî-Siûdî komên alîgirê Îranê qeherand, ên gef xwarin ku ew dê li dijî vê gavê rawest in, li gorî dîtina çavdêrên Îraqî.

Berî vekirina Ererê, komeke ku xwe weke Eshab el-kehf dide naskirin daxuyanîyek belav kir tê de "redkirina xwe ji projeya Siûdî li Îraqê" îlan dike, AFP ragihand.

Kazimî ev gef di konferanseke rojnamevanî di 17ê Mijdarê de şermezar kir, û teqez kir ku hikûmeta wî ber bi têkilîyên xurt bi Erebistana Siûdî ve diçe û derîyên xwe ji weberhênana Siûdî re vedike.

Çavdêran teqez kir ku nêzîkatîya Siûdî-Îraqî dê îzolekirina Îranî ya navdewletî zêde bike û dê wê ji qezencên aborî yên wê bi dest dixistin ji hinardekirina kelûpelan ji bazara Îraqî bê par bihêle.

Têkilîyên Îraqî-Siûdî yên xurt dê herwiha bandorê li hejmûna Îranê bike û xebatên wê ku Îraqê bi rêkeftinên aborî û ewlehî yên xizmeta berjewendîyên wê nakin pabend bike.

Îraqîyan her û her ji Îranê xwest ku siyasetên xwe yên dijminayîtîyê rawestîne û nema gefan di rêya wekîlên xwe bixwe, serokê Navenda Îraqî bo Lêkolînên Stratejî Xazî Fêsel Husên ji Diyaruna re got.

Wî got ku tevî wê yekê Îran temwîla wekîlên xwe li Îraqê û dabînkirina wan bi çek û mûşekan berdewam dike bo têkdana aramîyê û sûdwergirtin ji samanên Îraqê.

Wî got ku Îraq xwedî serwerî ye û ji mafê wê ye ku têkilîyên temamkirî bi her kesî re ava bike li ser bingeha berjewendîyên wê yên stratejî û siyaseteke hevseng.

"Ji bo Erebistana Siûdî, ew welatekî zengîn û pêşketî ye di gelek alîyan de û ew welatê pêncemîn ê herî hêzdar di cîhanê de," wî anî ziman.

Wî got ku herwiha herdu welat xwedî têkilîyên êlî û malbatî yên hevpar in, ligel têkilîyên dîrokî û berjewendîyên hevbeş ên din, û daxuyand ku "Erebistana Siûdî roleke erênî û avaker" li Îraqê gerand.

"Girîng e ku Îraq sûdê ji şiyanên Siûdî yên berdest bigire, bi taybet di warê weberhênanê de," wî teqez kir.

Wî anî ziman ku weberhênana Siûdî ya çandinî li Îraqê -- di nav de vejandina bi hezaran hêktarên erda çandinî û avakirina pîşesazîyên xwarin û berhemdayînê yên berfireh -- tiştekî gelekî girîng e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500