Ewlehî

Hêrs li kolana Îraqî zêde dibe ji ber milîsên Îran piştgirîya wan dike

Hesen Obêdî li Bexdayê

image

Xwenîşanderên Îraqî li Meydana Teyeranê li orta Bexdayê dicivin di 28ê Tîrmehê de di xwepêşandanên berdewam de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Kuştina pisporê tundîyê yê Îraqî Hîşam Haşimî û vê dawîyê revandina çalakgera mirovî ya Alman Hella Mewis li Bexdayê qehra Îraqîyan ji milîsên çekdar ên Îran piştgirîya wan dike gur kir.

Ev milîs bi awayekî berfireh gazin ji wan hat kirin ji ber zincîra operesyonên revandin û kuştinê li Îraqê ji çaxa ku xwenîşandanên cemawerî dawîya sala par dest pê kirin.

Ligel du bûyerên herî dawî, Îraqî çûne forumên li ser înternetê daku qehra xwe li dijî milîsên girêdayî Îranê derbirîn bikin -- ên ku aniha ew navên piçûk mîna "Komên Rehber" li wan dikin (ew behsa Serkirdeyê Bilind ê Îranê Elî Xameneiî dikin), "Sêwîyên Sulêmanî" (ew behsa fermandarê berê yê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) Qasim Sulêmanî dikin) û "Terîyên Îranê".

Îraqîyan gelek ji qehra xwe li ser mîdyaya civakî derbirîn kir bi rêya axiftina li dor tawanên milîsan, binpêkirina qanûnê û lawazkirina dewletê, lê çavdêr dibêjin ku qehr li kolanê gelekî mezintir e ji qehra ku li ser cihana xeyalî tê derbirînkirin.

Lêkolînên di kuştina Hîşam Haşimî de destnîşan dikin ku destên milîseke çekdar a ku Îran piştgirîya wê dike tê de heye, berpirsekî paye bilind di Wezareta karê Hundir a Îraqî de ji Diyaruna re got li ser şert û mercên ku navê wî neyê eşkerekirin.

Wî got ku Haşimî gefa ku ev milîs li ser pêşeroj, ewlehî û aborîya Îraqê çêdikin eşkere dikir.

Polîs û ajansên hewaligirîyê agahîyên ku Haşimî gefên nû ji Ketaib Hizbulah wergirtine analîz dikin, wî got.

Wî got ku herwiha nîşan hene ku milîsek destên wê di ervandina Mewis de jî heye bi motîva santajkirin û şermezarkirina hikûmetê.

Îraqî milîsên Îran piştgirîya wan dike red dikin

"Îrqaîyan nerazîbûn li dijî milîsên Îranî derbirîn dikir li ser malperên tora civakî... ligel pêleke qehrê û bersivên dîyar dikin bê heta çi astê ew milîsan piçûk dibînin ên ku hevkarîyê bi hêzên biyanî re dikin li dijî welatê xwe," Ehmed Saedî, endamekî Şepêla Sivîl a Îraqî û çalakgerekî di Komîteyên Hevahengîyê ya Meydana Tehrîr li Bexdayê, got.

"Bombebarandina dubare ji Zona Kesk re û avahîyên hikûmetê, geflêxwarina li ewlehîyê, binpêkirina qanûnê û kuştin revandina wan kesên dijberîya milîsan dikin an destwerdana Îranê red dikin bûne taybetmendîyên cuda ji milîsên girêdayî Îranê re," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Îroj kolana Îraqê pê dihese ku gef li pêşeroja wî tê xwarin ji alîyê van milîsan ve û wan red dikin."

"Xelkên li Bexdayê û li başûrê Îraqê bi taybet, ew kesên milîsên angaşt dikin ku ew berevanîya wan dikin ji ber ew ji heman mezhebî ne, nema van milîsan nas dikin," wî got.

Îraqî "dihesin ku ew [memnûn in] ji wan kesên ku şerê DAIŞê kirin û xwe gorî Îraqê kirin, ne ew kesên ku xwe firoştine Îranê", wî got.

Wî got ku xelk baş ji hev cuda dikin di navbera wan kesên ku berevanîya welatê xwe dikin û wan kesên ku wê sloganê -- ya, berevanîya welat -- diguherine sloganekê bo qayimkirina berjewendîyên Îranê.

"Bikaranîna navên piçûkkirinê daku van milîsan nîşan bidin... û belavbûna bikaranîna wan li kolana Îraqî di vê dema dawî de balkêş e," pisporê di warê ewlehî de yê Îraqî Fuad Elî got.

Zêdeyî vê yekê, propegandaya milîsan ya ku ji gelê Îraqî araste dike "nema kesekî qayil dike û nema ti kes guh dide wê", wî ji Diyarunare got.

Tu cudahî di navbera DAIŞê û milîsan de tune ye

"Dema aniha mina dema ku komên terorîst li bakur û rojavayê Îraqê hatin kifşkirin bê [rastîya wan çi ye] û xelkê dest pê kir ji an û sloganên wan nefret dibin," Elî got.

Wî got ku qehra Îraqîyan û hestê neyênî ji milîsan re bi awayekî eşkere zêde dibe, û rewş gihaye asta ku gelek endamên milîsan endambûna xwe vedişêrin û angaşt dikin ku ew di ajanseke ewlekarî ya asayî de kar dikin eger ew bi dijminatîyê ji alîyê xelkê ve bihesin an xelk red bikin ku di jîyana giştî ya rojane de bi wan re bidin bidin û bistînin.

"Endamên milîsan li Îraqê herî gelek ne zêdey 40,000 ne, lê Îran piştgirîya wan dike û rastî redkirinê tên û kes li wan nanere weke welatîyên dilsoz ji welatê xwe re lê weke alavan in" ji Îranê re çalakgera mafên jînan Îman Ebbas got.

"Asta hişyarîyê zêde dibe çiqas ku bedkarîyên van milîsan û lawazkirina ewlehîyê zêde dibin," wê ji Diyaruna re ragihand.

"Mirov dikare bibêje ku ew rûwê din ê DAIŞê ne li Îraqê, ji ber vê yekê normal e ku kes dê wan qebûl neke," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?
0
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 KARAKTERÊN MAYÎ (1500 Bi PIRANÎ)