Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pisporê komên tundrew ên Îraqî Hişam Haşimî hat kuştin

Faris Omran û AFP

Pisporê warê ewlehî yê Îraqî Haşim Haşimî di 6ê Tîrmehê de ji alîyê çekdarine nenas ve li pêşîya mala wî li Bexadyê hat kuştin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Haşimî ye, di 1ê Kanûna Duyem a 2015an de hatiye belavkirin]

Pisporê warê ewlehî yê Îraqî Haşim Haşimî di 6ê Tîrmehê de ji alîyê çekdarine nenas ve li pêşîya mala wî li Bexadyê hat kuştin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Haşimî ye, di 1ê Kanûna Duyem a 2015an de hatiye belavkirin]

Pisporê tundîyê yê navdar Hîşam Haşimî li derveyî mala wî li Bexdayê roja Duşemê (6ê Tîrmehê) hat gulebarankirin û piştî demeke kurt li nexweşxaneyeke xwecihî mir.

Haşimî dengekî bihêz bû li hember hêzên tundrew di nav wan de "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), lê gelek caran mîdyayê û hikûmetên biyanî şêwira wî dikirin derbarê siyasetên Îraqî yên xwecihî û milîsên Îraqî yên Îran piştgirîya wan dike.

Têkilîyên wî yên xurt bi rayedaran re hebûn, di nav wan de Serokê Îraqê Berhem Salih, lê herwiha bawerîya partîyên hevrik û komên çekdar jî pê di hat, ên ku ew weke navbênkar bi kar tanî.

Lêpirsînerê ku bo tawan kuştinê hat tayînkirin ji AFP re got ku Haşimî, yê 47 salî, ji mala xwe derdiket li rojhilatê Bexdayê û dikete siwareya xwe de dema ku sê çekdarên li ser du motoran fîşek ji çend metran avêtin wî.

Tazîçî di cenazeyê de pisporê komên tundrew yê Îraqî Haşim Haşimî hemêz dikin, ê ku bi fîşekan hat kuştin di 6ê Tîrmehê de li derveyî mala wî li Bexdayê li taxa Zeyûnayê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Tazîçî di cenazeyê de pisporê komên tundrew yê Îraqî Haşim Haşimî hemêz dikin, ê ku bi fîşekan hat kuştin di 6ê Tîrmehê de li derveyî mala wî li Bexdayê li taxa Zeyûnayê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Haşimî hat birîndarkirin û daket pişt siwareya xwe, lê çekdar nêzîk bûn û çar fîşek ji nêzîk ve xistine serê wî de, li gorî lêpirsîner.

Jêdereke bijîşkî li nexweşxaneyê ji AFP re teqez kir ku Haşimî "bi birînên bi fîşekan li gelek deveran di laşê de gihişt nexweşxaneyê".

"Ew miriye û laşê wî aniha di dolabê qeşayê yê nexweşxaneyê de ye," Saed Maen, serokê birêveberîya têkilîyên mîdyayê ya wezaretê, got.

Gef ne tiştekî xerîb in

Haşimî yê li Bexdayê bi xwedî bû, gelek pirtûk derbarê tundîyê weşandin, di pişt re çû da ku bi navendên lêkolînê yên herî pêşketî re kar bike, di nav wan de Chatham House li Londonê herî dawî li Navenda Siyasetê ya Cîhanî li Waşintonê.

Ew bi awayekî bi hêz piştevanê xwenîşandanên cemawerî yên li Bexdayê û li başûrê Îraqê çêbûn di Cotmehê de bû, yên ku rexne li hikûmetê kirin ku ew gendel e, ne çalak e û dardestê Îranê ye.

Bêtir ji 500 kesî di kiryarên tundrew yên girêdayî xwenîşandanan jîyana xwe ji dest dan, di nav wan de gelek çalakgerên navdar ên ku hatin gulebarankirin li Bexdayê, Besra li başûrê Îraqê û li bajarine din ku xwepêşandanan li wan hatin lidarxistin.

Haletên kuştina kesayetên siyasî yên payebilind di van salên dawî de kêm bûn.

Lê geflêxwarin li ser Haşimî ne tiştekî xerîb bû.

Piştî êrîşê, çalakgeran peyamên Haşimî li ser mîdyaya civakî belv kirin yên ku wî di wan de teqez kir ku wî gefên kuştin ji alîyê Ketaib Hizbulah ve wergirtine, milîsa alîgira Îranê ya herî tund li Îraqê.

Kuştina wî pêleke şokê li seranserê Îraqê çêkir. Ji xwenîşander û çalakgeran heta balyozên biyanî û NY, gelekan bi lez tazîya wî kir.

"Tirsonekan hevalê min û yek ji lêkolînerên herî jîr li Îraqê, Hişam Haşimî, kuşt. Ez bizdiham" Haris Hesen, ê ku lêkolînerekî akademî bû berî ku bibe şêwirmendekî serokwezîrê Îraqê yê aniha, got.

Rexnegirekî eşkere ji milîsên Îran piştgirîya wan dike re

Kuştina Haşimî "tê wateya wendakirina kesayeteke navdar ku xwedan nerînên pîşdar û babetîdar bû di gelek karûbarên ewlehî de", şirovekarê siyasî Xanim el-Abid ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku ew xwedan ezmûn û şarezayîyeke mezin bû derbarê karûbarên komên çekdar, û wî bi awayekî bi hêz piştgirîya hêzên ewlekarîyê di şerê wê yê li djî terorîzmê de kir, bi rêya şîret, agahî û şiroveyên xwe.

Gorbeheştî xwedan "nerînên azad û eşkere bû li dijî zûdebûna bandora endamên milîsên Pasdaran piştgirîya wan dike û xebatên wan milîsên ên lawazkirina ewlehî û seqamgîrîyê", wî got.

Haşimî bi awayekî xurt rexneya êrîşên bi rokêtan ên van koman li ser sazîyên hikûmetê û şandên diplomasî û serbazî yên biyanî kir, û wî bal dikişand ser "gefa wan li ser serwerîyê [ya Îraqê] û rêznegirtina wan ji jîyana xelkê re", al-Abid got.

Kuştina wî "berdewamîya tawanên xedar e, ên ji Cotmeha borî de ji hêla milîsan ve li dijî ciwan û çalakgerên xwenîşandanan tên pêkanîn", wî da zanîn.

Endamên Îraqî di dewleta kûr de yên ku ajandaya Îranê dibin serî dixwazin bi rêya van kuştinan "Îraqê bixin kaos û gêrekê de û terorê belav bikin bo dengên ku banga sepandina serwerîya yasayê û nehiştina çekên neyasayî dikin nehêlin", wî got.

Al-Abid bang li serokwezîr Mustefa Kazimî kir ku "desthilatên xwe yên yasayî bi kar bîne bo nehiştina bandora van koman û çalakîyên wan ên neyasayî", û teqez kir ku piştgirîyeke cemawerî ji bo her gaveke di vî warî de heye.

"Karekî qirêj e"

Kazimî sûnd xwar ku ew dê kujerên Haşimî ceza bike.

"Em soz didin ku em dê bidin ser pişta kujerên wî û em dê wan ceza bikin. Em dê nehêlin ku dîyardeya kuştinê careke din serî hilde li Îraqê,"Kazimî di daxuyanîyekê de got.

"Em dê hemû xebatan bidin pêş bo hiştina çek tenê di destê dewletê de û em dê rê nedin ku kes li ser yasayê re be," wî got.

Berpirsa NY li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kuştina wê şermezar kir û got ku ew karekî pir "tirsonek û kirêt e".

"Sersaxîyên me ji malbat û hezkerîyên wî re. Ez bang li hikûmetê dikim ku bi lez tawankaran bigirin û wan bibin dadgehê," wê nivîsî.

Haşimî çend pirtûk derbarê komên tundrew nivîsandine, di nav de "Cîhana DAIŞê" û "DAIŞ Ji Hundir de", û bi sedên babet û lêkolînan belav kirine. ku ya herî dawî lêkolîneke derbarê nakokîyên hundirîn ên hêzên Heşda Şaebî bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500