Nûçeyên Iraqê
Mafên Jin

Dîla ku bû çalakger, çîroka keçeke Êzîdî a ku şerê tundîyê dike

AFP

Îman Ebas, keçeke Êzîdî ya 18 salî ye ku qurbanîya terora DAIŞê ye, wêneyê wê li nava konekî li kampa Şarîya a bêwaran li parêzgeha Duhokê li Kurdistana Îraqê, roja 21ê Mijdarê hatiye girtin. Ebas, a ku çend caran weke "koleyekê" ji hêla DAIŞê ve hatibû firoştin, Xelata Dayê Tîrîza bi navê Ofîsa Rizgarkirina Êzîdîyan wergirt. [Sefîn Hemîd/AFP]

Îman Ebas, keçeke Êzîdî ya 18 salî ye ku qurbanîya terora DAIŞê ye, wêneyê wê li nava konekî li kampa Şarîya a bêwaran li parêzgeha Duhokê li Kurdistana Îraqê, roja 21ê Mijdarê hatiye girtin. Ebas, a ku çend caran weke "koleyekê" ji hêla DAIŞê ve hatibû firoştin, Xelata Dayê Tîrîza bi navê Ofîsa Rizgarkirina Êzîdîyan wergirt. [Sefîn Hemîd/AFP]

Bi tenê di temenê 18 salî de Îman karî li ser azarên xwe yên ku her kesekî din kuştibaye bi ser ket -- keça Êzîdî çend caran weke "koleyekê" ji hêla tundrewan ve hat firoştin lê wê karî birevê û bû parêzvanek ji rizgarbûyîyên din re û xelatekê werdigire.

"Ji ber tiştê ku ez tê re derbas bûme, êdî ez xwe ciwanek nabînim," Ebas bi dengekî nizim got, li mala malbata wê, ya ji konekî du-ode pêk tê, li kampa Şarîya li herêma Kurdistana Îraqê.

Keça ciwan a dirêj û por reş vê dawîyê ji Bumbayê vegerîyaye, wê li wir Xelata Dayê Tîrîza wergirt bi navê Ofîsa Rizgarkirina Êzîdîyan, a ku ew ligel dixebite.

Ofîsa Rizgarkirina Êzîdîyan alîkarî di rizgarkirina dora 5,000 keçên Êzîdî de kiriye, yên ku dîl hatibûn girtin dema ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) derbasî welatê bavûkalan ê Êzîdîyan bû li bakurê rojavayê Îraqê di sala 2014an de.

Wergirtina xelatê "tiştek xweş bû", Ebas got, û wê cilê Êzîdî li xwe dikir, yê kiras û çarikeke sipî û serîn sor.

"Dema min çîroka xwe û çîrokên jinin Êzîdî ên rizgarbûyî yên din vegotin, hinek amadebûyan dest bi girî kir," wê ji AFP re ragihand, di hevpeyvînekê de berî Roja Cîhanî ya Nehiştina Tundîyê li dijî Jinê, ku roja Duşemê (25ê Mijdarê) bû.

"Ahengê hinek ji êşa min kêm kir, lê wê berpirsyarîya min a alîkarîkirina bi jinên din ên rizgarbûyî re zêde kir."

Temenê Ebas bi tenê 13 sal bûn dema ku DAIŞê êrîşî gundên Şengalê kir, û bi hezaran jin û keçên Êzîdî kirin "koleyên sêks", û zilamên wan tevkuştin kirin û kurên wan kirin leşker.

Tundrewan ew yekser ji malbata wê veqetand, û ew ligel jinên din ên Êzîdî li "bazarên koleyan" ji endamên DAIŞê re hatin firoştin.

Ebas sê caran hatibû firoştin, û cara dawî gihiştibû destê doktorekî DAIŞê yê Îraqî yê 40-salî, yê ku soz da wê ku eger 101 rûpelan ji Quranê ji ber bike, ew dê wê azad bike.

"Çîrokên azardar"

Êzîdî hindikahîyeke olî ya Kurdî e, lewra fêrbûna deqên olekî din bi Erebî pir zehmet bû ji ciwanên bizdayî re.

"Her roj wî ji min dixwest ku li pêş wî rûnim û Quranê bixwînim. min karî ez 101 rûpelan di mehekê û çar rojan de ji ber bikim," wê got.

Dîlgirê wê ew bir dadgeheke DAIŞê li Mûsilê, asêgeha rêxistinê li Îraqê, bo belgehên fermî ji "xîlafetê" derbîne, û wî Ebas "keçeke Musilman a azad" îlan kir.

Wê rêya xwe bo Tel Efer li bakurê rojavayê Îraqê dît, ku endamên malbata wê li wir koleyên DAIŞê bûn û şivantîya pezên wan dikirin.

Di sala 2015an de, ew ji hêla Ofîsa Rizgarkirina Êzîdîyan ve hatin rizgarkirin û bo Şarîyayê hat birin, ku aniha ew cihê 17,000 Êzîdîyên aware ye.

Aniha Ebas nîvê roja xwe li dibistanê derbas dike û nîvê din ligel ofîseke ku hevşêweyê ofîsa ku ew rizgarkiribû dixebite.

DAIŞê asêgehên Îraqî di sala 2017an de ji dest dan û ji dawî terîşa xaka di destê wê de li Sûrîyayê vê Adarê hat derxistin.

Bi sedên Êzîdîyên ku bo salên dirêj hatibûn dîlkirin dîyar bûn dema ku tiştê mayî ji "xîlafeta" tudrew herifî.

Lê hîna qedera bi hezaran ne dîyar e, li gorî Ofîsa Rizgarkirina Êzîdîyan.

Hinek bûne Musilman û hîn bi malbatên Musilan re dijîn, û ew pir ditirsin, şerm dikin û yan jî "hişên wan hatine şiştin" lewra navegerin malê, li gorî berpirsên Êzîdî.

Ebas got ku beşek ji erkê wê di Ofîsa Rizgarkirina Êzîdîyan de, ku wê berî salekê dest bi kar li wir kir, ew e ku van jin û keçan qayil bike ku vegerin malbatên xwe yên resen.

Wê herwiha hevpeyvîn bi bêhtir ji 50 keçên rizgarbûyî re kir bo belgehkirina çîrokên wan di arşîfên rêxistinê de, karê ku ew dibêje wê "him kêfxweş dike him xemgîn dike".

"Divê ez li van hemû çîrokên diltezîn guhdar bikim, yek ji wan ji ya din cuda ye. Ew hemû pir êşdar in, hinek çîrok ji yan min azardartir in," wê got.

Lê ew bi karê ku dike serfiraz e: "Ez dilşad im ku beşek bim ji prosesa rizgarkirina jinên Êzîdî."

Tenê destpêk e

Pêvajoya wê mîna yaNadya Murad e, keça Êzîdî ya ku Xelata Nobil a Aştîyê sala borî wergirt ji ber karê xwe yê mafnasîyê.

Ji dema sefera Bumbayî ve, Ebas êdî bûye kesek navdar, bi taybetî li kampa ku ew lê dijî.

Telîfon li pey telîfonê ji dêûbavên wê re tên ku ew pîrozbahîyê dikin û sipasîya xebata keça wan dikin.

"Ez têbînî dikim ku Îman dilşadtir û bihêztir bûye ji dema ku wê dest pê kiriye çîroka xwe bi awayekî vekirî û eşkere vedibêje," bavê wê Ebdulah got, wî bi serfirazî ji AFP re got ku wê karî nerînên wê derbarê hêza çîrokvegotinê biguhere.

"Destpêkê, dema ku wê qala dîlbûna xwe dikir, min pişta xwe dida wê ji ber ku pir êşdar bû ji min re ku ez rû-bi-rû guhdar bikim," wî got.

Lê aniha ew dixwaze ku her rizgarbûyîyeke Êzîdî biaxêve, û ew bawer dikin ku ev yek him dê alîkarîya wan bike û him alîkarîya civaka wan bike.

Ebas aniha dersên zimanê Înglîzî werdigire -- lê ev bi tenê destpêka awatên wê yên çalakgêrîyê ne.

"Di pêşerojê de, ez dixwazim ku bibim parêzerek û aşnayî zagona Îraqî û navdewletî bibim bo ez karibim berevanîyê li mafên jinên Êzîdî yên rizgarbûyî û herwiha qurbanîyên din ên DAIŞê bikim," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500