Nûçeyên Iraqê
Analîz

Kuştina şarezayekî Îraqî tirsê ji peydabûna qonexeke nû ya tundîyê belav dike

AFP

Xwepêşanderine Îraqî maskine ku rûyê wan digirin li xwe kirine da xwe ji vayrusa Koronayê biparêzin li merasîmê cenazeya şarezayê komên tundrew yê Îraqî Hîşam Haşimî amade bûne di 7ê Tîrmehê de li qada Tehrîr a Bexdayê. [Ehmed al-Rubeyî/AFP]

Xwepêşanderine Îraqî maskine ku rûyê wan digirin li xwe kirine da xwe ji vayrusa Koronayê biparêzin li merasîmê cenazeya şarezayê komên tundrew yê Îraqî Hîşam Haşimî amade bûne di 7ê Tîrmehê de li qada Tehrîr a Bexdayê. [Ehmed al-Rubeyî/AFP]

Kuştina şarezayê komên tundrew Hîşam Haşimî hişt Îraq derbasî qonaxeke tarî û tund bibe, li gel kelandina tengijînan di navbera komên bi ser Îranê û hikumetê de ku gihaştin asone nû.

Haşimî yê 47 salî, li derveyî mala xwe li rojhilatê Bexdayê êvara Duşemê (6ê Hezîranê) li ser destê hinek kesên serçavgirtî ku li ser motoran bûn hat kuştin.

Şareza dibêjin ku ev kuştin dîyar dike ku gaveke ecêb di tundîya sîyasî de hatiye avêtin tundîya ku ji çaxa xwepêşandanên Cotmehê de dikelîya.

"Hêzên çekdar bi hemû beşên xwe xwepêşander kuştin û kesên din ên dikarin bi rengekî eşkere dev biavêjin hikumet û hêzên çekdar bêyî siza", Belkis Wille ji Human Rights Watch got.

Xwepêşanderine Îraqî pankartek ku nivîsa "dengê rastîyê bi guleyeke şaş hatiye kuştin" hildidin di merasîmekî sembolîk de bo şarezayê komên tundrew ê Îraqî Hîşam Haşimî di 7ê Tîrmehê de li qada Tehrîr a Bexdayê. [Ehmed al-Rebey/AFP]

Xwepêşanderine Îraqî pankartek ku nivîsa "dengê rastîyê bi guleyeke şaş hatiye kuştin" hildidin di merasîmekî sembolîk de bo şarezayê komên tundrew ê Îraqî Hîşam Haşimî di 7ê Tîrmehê de li qada Tehrîr a Bexdayê. [Ehmed al-Rebey/AFP]

Wê dîyar kir ku "lê kuştina kesekî mîna wî derbeyeke mezin e di welatekî de ku rê dide hinek koman binpêkirinên xwe yên hovane bikin û ji sizayê bifilitin, ku dikarin çi keskî bikujin bêyî ti berdêlan bidin".

Li dirêjahîya çend salan, Haşimî toreke fireh ava kiribû ku tê de biryarçêker, tundrewine berê û alîyên sîyasî yên dijber hebûn, ku pirê caran navbenkarî dikir.

Kesên nêzî wî anîn ziman ku gihaştina wî ya awarte hinek parastin dayê, lê di Cotmehê de hevsengî êdî hat xerakirin.

Piştevanîya wî bo xwepêşandanên gelêrî yên li dijî hikumetê ya ku pir nêzî Îranê tê dîtin hişt komên bi ser Tehranê ve yên di Hêzên Heşda Şaebî de bihêrs bibin.

Haşimî gefên bo navbeynkarîyê navbera xwepêşander û berpirsên hikumetê yên payebilind paşguh kirin, tevî ku çalakger li derveyî malên xwe dihatin kuştin û bi dehan dihatin revandin.

"Rêbazekî nû yê kar"

"Pîvan ji destpêka Cotmehê ve hatin guhertin. Rêbazekî kar ê nû hebû, û veguherî şerê li dijî komên bi ser Îranê ve", şarezayekî Îraqî Adil Bekewan ku Haşimî nas dikir got.

Şarezane din dibêjin ku xala ku guhertina rastîn çêkir di Kanûna Duyem de bû, gava generalê Îranî yê payebilind Qasim Silêmanî û cîgirê serokê Hêzên Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhedis bi êrîşeke Amerîkî li nêzî balafirgeha Bexdayê hatin kuştin.

Komên tundrew ên di hundirê Hêzên Heşdê de, bi tayebt ev ên nêzî Îranê mîna Ketaib Hizbullah, soza tolhildanê li dijî Amerîka û alîgirên wê yên li Îraqê dan.

Weke kesekî ku têkilîyeke wî ya xurt bi hikumetên bîyanî re heye, Haşimî weke armanceke gengaz dihat dîtin, û di dawîya Kanûna Duyem de çend rojan ji Bexdayê derket.

"Haşimî dizanîbû ku tişt hatine guhertin," Rênad Mensûr got, lêkolînerekî Chatham House ku navenda wê li Londonê ye û çend salan bi Haşimî re kar kiriye.

Wî anî ziman ku "kuştina Ebû Mehdî spîyên van hemû koman fetiqand ku hewl dida wan kontrol bike û wan bike jêr sîwaneke navendî. Hîna em matmayî ne".

Di hundirê torê de, Ketaib Hizbullah Mistefa Kazimî bi vê derbeya kujer tawabar kir û gihaştina wî bo erkê serokwezîrtîya Îraqê di Gulanê de jî bi tundî red kir.

Haşimî çend salan şêwir dida Kazimî, ev têkilî jî wî xist "metirsîyê" gava serokê hewalgirîyê bû serokwezîr, kesine nêzî Haşimî wisa gotin.

Haşimî endamine serserî yên Heşda Şaebî rexne kiribû û herî kêm gef ji du komên çekdar ên tundrew xwaribû, alîgirên wî got. Malbata wî jî dîyar kir ku wî gef ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve xwaribû.

"Ev kuştineke sîyasî ye ku huşkirina azadîya derbirînê raber dike û weke berhengarî bo hikumet, serokwezîrê wê û çi planeke çaksazkirinê ye", sîyasetmedarê Îraqî Raid Fehmî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500