Nûçeyên Iraqê
Civak

Êrîşkerên li ser mîdyaya civakî yên girêdayî Îranê Îraqîyan li ser înternêtê şeperze dikin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Ev wêneyên ku di 22yê Tebaxa 2018an de hatine berhevkirin, wêneyeke şîrovedar a ku di 23yê Adara 2018an de hatiye kişandin ji logoyên Twîterê re li ser ekranê kompîterekî li Bikînê û wêneyeke şîrovedar ji dosyayê re ku di 28ê Nîsana 2018an de hatiye kişandin ji logoyê tora civakî Facebookê re li ser ekranekê refleksa wê li ser tabloyekê li Parîsê nîşan dide. [Nicholas Asfouri/Lionel Bonaventure/AFP]

Ev wêneyên ku di 22yê Tebaxa 2018an de hatine berhevkirin, wêneyeke şîrovedar a ku di 23yê Adara 2018an de hatiye kişandin ji logoyên Twîterê re li ser ekranê kompîterekî li Bikînê û wêneyeke şîrovedar ji dosyayê re ku di 28ê Nîsana 2018an de hatiye kişandin ji logoyê tora civakî Facebookê re li ser ekranekê refleksa wê li ser tabloyekê li Parîsê nîşan dide. [Nicholas Asfouri/Lionel Bonaventure/AFP]

Bikarhînerên mîdyaya civakî yên Îraqî gazinan dikin ku ew bi nameyên ji alîyê artêşên elektronî tên bombebarankirin, ên ku bi awayekî xurt ajandaya Îranê han didin û hemû rexneyên li rejîma wê ya hakim red dikin.

Bi sedan bikarhînerên Twîter û Facebookê radigihînin ku ew ji alîyê hesabên ku wêneyên fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) Qasim Sulêmanî yan ên Serkirdeyê Bilind Elî Xameneî bi kar tînin hatine armanckirin.

Nameyên ku ji alîyê van hesaban ve hatin şandin û yên ji hesabine din ên xapîner ên bi wêneyên kesayetên oldar ên hevalbendên Îranê re diguncin, gef li bikarhînerên û blogerên Îraqî xwarin, bi taybet ew kesên di xwenîşandanên cemawerî de beşdar dibin.

Dema ku milîsên Îran piştgirîya wan dike yên li Îraqê kar dikin zêdegavîyên xwe li dijî xwenîşanderan li ser erdê zêde dikin, kampanyayeke paralîl li ser înternêtê derket daku çalakgeran lawaz bike û wan li ber lehîya şirovekirinên gefbar bibe.

Kontrolkirina naratîvê li ser înternêtê

Ev "artêşên elektronî" hewil didin ku ji qedr û qîmetê xwenîşanderan daxin û çîrokeke sexte derbarê êrîşan pêşkêş bikin bi rêya nûçe û wêneyên çêkirî, li gorî çalakgeran.

Herwiha ew blogeran armanc dikin û hewl didin ku bi awayekî neyînî bandorê li kampanyayên haştagên gelemper bikin, bi taybet ew haştagên girêdayî rewşa ewlekarî û siyasî, da ku bandorê li raya giştî bikin, endazyarê Teknolojîya Agahîyan (IT) Ehmed Obêdî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku weke mînak li ser kampanyayeke haştagê ku rastî êrîşeke ji alîyê artêşa elektronî li ser înternetê hat, "Ew li kû ne", haştaga hewl dide ku hişyarîyê derbarê niştecihên Enbarê yên ji alîyê milîsên Ketaib Hizbulah û Hereket Nuceba ve hatin revandin bide.

Obêdî got ku herwiha xwestinên bo qanûndayîna tundîya malbatê ku azadîyê dide jînan ku gilih bikin û parastinê bixwazin hatine armanckirin.

Wî da zanîn ku hin bikarhînerên Îraqî dibînin ku hesabên wan hatin hakkirin an gef wergirtine ji ber wan rexne li Îran û rola wê ya neyînî li Îraqê kiriye, an rexne li bipêkirinên ji alîyê milîsên Îran piştgirîya wan dike kiriye.

Bi rêya van kiryaran, milîs hewl didin ku "kontrola çîrokên li ser mîdyaya civakî bikin û bihêlin ku çalakîya van platforman kêmtir be di eşkerekirina rola Îran û wan milîsan li Îraqê", wî anî ziman.

Li gorî çalakgerê ji Zî Qarê Ehmed Heqî, yê ku xwenîşandanan li meydana Hebûbî ya Nasirîyayê hevaheng dike, ev hesabên mîdyaya civakî ji alîyê çekdarên milîsan ên ku ser erdê kar dikin hatine çêkirin.

Wî hêvîya xwe ku ev hesab dê werin girtinderbirîn kir "ji ber ew nahêlin ku Îraqî nûçeyan bişopînin û agahîyên rast bi dest bixin", destnîşan kir ku herwiha hin Îraqî ditirsin ku nerînên xwe derbirîn bikin.

Ragihandina derbarê hesabên xapîner

Xeys Ehmed, kesek e ji komeke ciwanan a xwebexş a li dijî van "artêşên elektronî" derkevin, bikarhînerên hevalbendên milîsan "bi tohmetên hazir çekdar in û amade ne ku êrîş bikin û rastîyê çelexwarî bikin"

Ew êrîşî bandordarên civakî dikin di rêya bikaranîna wêneyên çêkirî yên dikarin bi hêsanî qedir û qimetê wan kêm bikin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Ehmed, ê ku kodnavekî bi kat tîne ji ber ew li ser selameta xwe ditrise, got ku ev bikarhîner li ser xetên êrîşê li hev dikin da ku wan di rêya Telegram û Wattsyppê re bi kar bînin.

Ew nameyên ku pesnê Îranê didin belav dikin û angaşt dikin ku gelê Îraqê li rex Îranê radiweste yan helwesteke alîgir ji Îranê re han didin.

Ehmed û hevrêyên xwe yên xwebexş qewêtîyan dikin ku bikarhînerên mîdyaya civakî yên Îraqî çi hesabên Facebookê yan Twîterê yên ku profaylê wan wêneyên Qasim Sulêmanî yan çi serkirdeyên milîsa hevalbenda Îranê bin ragihînin.

Wî hêvîya xwe derbirîn kir ku di rêya xebatên mîna van, dibe ku hesab werin rakirin, daku mîdyaya civakî bimîne "cihek ku xelk karibin lê bi azadî biaxêvin û nerînên xwe derbirîn bikin, bê ku rastî êrîşên devkî werin an ji tolhildanê bitirsin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500