Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Çaksazîyên li Îraqê ji ber pêla êrîşên ji hêla komên çekdar ve tên astengkirin

AFP

Wêneke di 26ê Cotemha 2019an de hatiye kişandin, tê de endamine Hêzên Heşda Şaebî di merasîma cenazeyê Wîsam Elyawî de, fermandarekî milîsa Esaib Ehl el-heq a bi ser Îranê ve li Bexdayê amade dibin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Wêneke di 26ê Cotemha 2019an de hatiye kişandin, tê de endamine Hêzên Heşda Şaebî di merasîma cenazeyê Wîsam Elyawî de, fermandarekî milîsa Esaib Ehl el-heq a bi ser Îranê ve li Bexdayê amade dibin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Îraq hêvî dike çaksazîyan bide destpêkirin û aborîya xwe ya jihevketî geş bike , lê ev yek ji rê derdikeve ji ber pêleke tundîyê ku tê de tilîyên tawanbarîyê dirêjî komên nepenî yên bi ser Îranê ve dibin.

Ji çaxê serokwezîr Mustefa Kazimî dest bi karê xwe kiriye di Gulanê de, soz da ku rê li ber komên bêrûmet bigire, şerê gendelîyê bike û jinûve gewdeyê hikumetê ava bike ku ji mêj ve bendewarîya wê tê kirin.

Mezintirîn berpirs û şirovekarên Îraqî got ku her hikumeta wî ber bi armancên xwe yên ragihandî ve diçe, her ku hêmanên çekdar ên tên gumankirin ku têkilîya wan bi Îranê re heye zêde dibin.

Berpirsekî hikumî yê payebilind anî ziman ku "her cara ku ev kom dibînin em nêzî berjewendîyeke xwe ya serbazî yan aborî dibin, yan mûşekan davêjin an jî kampanyên propagandayê didin destpêkirin da me şaşwaz bikin".

Derengîya Sêşemê (8ê Îlonê) bombeyek bi karwaneke pêdivîyan ve ku berê xwe dida abaregeheke Îraqî ku hêzên Amerîkî tê de ne teqîya û di encamê de endamekî hêzên Îraqî hat kuştin.

Di 3yê Îlonê de, êrîşekê navenda kompanîya ewlehîyê G4S a Brîtanî- Amerîkî li Bexdayê kir armanc. Berpirsekî hewalgirîyê anî ziman ku dronekê bombeyeke bi ser avahîyê de avêt.

Ti komê berpirsyartî ranekir, lê komên bi ser Îranê de G4S bi êrîşa Kanûna Duyem a Amerîkî ku generalê payebilind ê Îranî Qasim Sulêmanî kuşt tawanbar kir .

Berî çend rojan, karmendekî NY gava bombeyeke bidestçêkirî ku bi binê karwaneke alîkarîyan li bajarê Mûsilê yê bakurî ve teqîya birîndar bû.

Komeke ku xwe weke beşekî "berxwedana Îslamî" bi nav dike -- gotineke giştî ji hemû komên bi ser Îranê re tê gotin-- berpirsyartîya vê yekê rakir û gefeke di rêya netê re xwar.

Perdeyên dûkêlê

Şeş komên ku berî niha bi navê wan nehatiye bihîstin gefine weke wan di çend mehên çûyî de li jêr ala "berxwedana Îslamî" xwarin, lê berpirs dibêjin ku ew perdeyeke dûkêlê ne.

"Pênc kom, di nav de Ketaib Hizbullah, Esaib Ehlulheq û hinekê din, li paş rewşa ne aram a li welêt in," efserekî hewalgirî yê Îraqî anî ziman.

Ev komên tundrew endamine Hêzên Heşda Şaebî ne, ew jî toreke çekdar a dewletê ye ku komên bi ser Îranê ve wê bi rê ve dibin.

Berpirsine Amerîkî heman tawan dirêjî wan kirin, ku Ketaib Hizbullah û Esaib Ehlulheq êrîşkarên êrîşên bimûşek ên li ser dezgehên Amerîkî yên li Îraqê ne.

Heman koman Kazimî tawanbar kir ku li dijî Sulêmanî plan danîne dema berpirsê bilind ê hewalgirîyê yê Îraqê bû û bihêrs bû gava bû serokwezîr.

Berpirs û şarezayan got ku wan soza Kazimî ya rêlibergirtina komên çekdar weke hewldana jêkirina baskên wan fêm kir.

Ligel êrîşên bimûşek ên berdewam, koman herwiha fişar di rêya navgînên ragihandinê re jî giran kirin.

Kanaline nenas li ser aplîkasyona Telegramê hişyarîne tinaz derbarê êrîşên li ser karwanên serbazî berî ku pêk werin bi demeke dirêj belav dikin, tiştê dihêle hîna bêhtir ew ji sizayê bifilitin.

Heman foruman televîzyonine Îraqî ku rexneyê Îranê dikin kirine armanc.

Dijle TV berî heftîyekê hat şewitandin piştî kanalên Telegramê bi ser de hatin weşandin, û pêleke gefên nû jî televîzyona UTV a taybet bi Suna jî re hat.

Ev kampanîya piştî hikumeta Amerîkî dest danî ser malpera Al-Etejah pêk hat, ew jî televîzyoneke Îraqî girêdayî Ketaib Hizbullah e.

Vemirandina şewatan

Hikumet naxwaze yekser bi van koman re rû bi rû bimîne, peyvdarê ofîsa Kazimî Ehmed Mula wiha got.

"Li şûnê, em hewl didin çavkanîyên piştevanîya wan ziwa bikindi rêya armanckirina dergehên sînor re " yên bo qaçaxîya bisûd ji Îranê tên bikaranîn, Mula got.

Berpirsinan ev yek weke tiştekî ku dibe tirsnak be bi nav kir. Gava Kazimî kampanyeke fireh a dijî-gendelîyê li ser sînorê Îraqê yê tije xalên sînorî dest pê kir, wan xwe ji ya xerabtir re amade kir.

Berpirsekî payebilind ji AFP re di Tîrmehê de ragihand, "ew dê bela xwe di berpirsan de bidin û gefan li malbatên wan bixwin û êlan sefer bikin û belkî kuştinên plankirî jî pêk bînin".

Bi rastî jî, du çalakgerên payeberz piştî wê bi çend heftîyan li başûrê bajarê Besra yê beravî hatin kuştin û tundîyeke êlî li bakurê Bexdayê rû da.

"Em hertim agiran vedimirînin, ji lew re em nikarin bala xwe gişî bidin ser stratejîya herî mezin," berpirsekî din ê Îraqî got, derbarê xebatên Bexdayê yên pêkanîna çaksazîyan di dewletê de û geşkirina aborîya wê ya jihevketî ya ku ji ber korona û buhayên petrolê ziyan dîtiye.

Berpirsekî sêyemîn jî dîyar kir ku Wezîrê Darayî Elî Elawî nikarî di dema dawî de, ya ku 24ê Tebaxê jê re hatibû destnîşankirinm, planeke çaksazîya aborî bide parlemanê ji ber tengejîyên vê dawîyê.

Heftîya borî, Kazimî encumenek bo rûbirûbûna gendelîyê damezrand, rê da hêzên bijarte yên Ajansa Dijî- Terorîzmê erkdar kirin ku berpirsên ku tê gotin tu kes nikare nêzî wan bibe bigirin.

Herwiha hêzên wî operasyonên lêgerînê li Besra û Bexdayê pêk anînda çekên nerêdayî bigirin , lê tenê dest li ser hinekan ji wan hat danîn.

Şarezayê Îraqî Fadil Ebû Rexîf dîyar kir ku rewş "tirsnak" bûye.

Wî got "di dawîyê de, divê Kazimî diyalogeke rastî bi rêberên van koman re pêk bîne da xwe ji şerekî bi dûr bixe".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500