Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Îraqî ewlehîya xalên sînorî yên bi Îranê re bi hêz dike

Xalid Taî

Fermandarîya Operasyonên Besrayê xala sînorî ya Şelemçeyê bi Îranê re roja 20 Tîrmehê diparêzin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarîya Operasyonên Besrayê xala sînorî ya Şelemçeyê bi Îranê re roja 20 Tîrmehê diparêzin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî Yekşemê (19ê Tîrmehê) dest bi bihêzkirina xala sînorî ya Şelemçeyê ligel Îranê li parêzgeha Besrayê kir di çarçoveya planekê de bo nehiştina gendelîyê, qaçaxîyê û çalakîyên neyasayî li hemû dergeh û xalên sînorî.

Ev duyem xala sînorî ye li Besrayê, piştî Sefwan a bi Kuwêtê re, ku rêkarên parastinê yên rijd li wir hatine pêkanîn di çarçoveya planekê de ku roja 11ê Tîrmehê hatiye destpêkirin.

Plana parastina sînor armanc jê ev e "sepandina serwerîya yasayê û serwerîya dewleta Îraqî li hemû xalên sînorî", Fermandarê Operasyonên Besrayêr feqîr Qasim Casim Nezal ji Diyaruna re ragihand.

"Me dest bi xebatên ewlehkirina xala sînorî ya Şelemçeyê kiriye û hêzên piştevanîyê li wir hatine belavkirin," wî got.

"Me pakêtek ji rêkaran bi armanca kontrolkirina xala sînorî wergirtine, mîna girtina hemû derbasgehan û hiştina korîdoreke tenê ku ew li jêr kontrola artêşê ye," wî got.

Wî got ku herwiha hêzên Îraqî hemû rêyên nefermî yên diçin xala sînorî girtin û deverên li derdora wê ramaliştin.

"Kar bi hevkarîyeke li ser asteke bilind ligel hêzên polîs, birêveberîya gumrikê û xebatkarên xala sînorî berdewam dike," Nezal got, û da zanîn ku ev rêkar "dê alîkarîyê di zêdekirina ewlehîyê de li xala sînorî bikin".

Wî got ku artêş hemû berpirsyarîya parastina xala sînorî hildigire, bi rêya rêkarên nû yên li gorî qewêtî û fermanên serokwezîr Mustefa Kaizmî tên bicihanîn, ê ku li gorî makzanogê fermandarê giştî yê hêzên çekdar e.

Ligel xalên sînorî yên Sefwan û Şelemçe, Besra keştîgehên deryayî yên Um Qesira bakurî û başûrî, Meqel û Zubêr dihundirîne.

Ewlehkirina xalên sînorî yên bi Îranê re

Di serdana xwe de bo Besrayê roja 15ê Tîrmehê, Kazimî got ku rijd e ku gendelîyê û çalakîyên neyasayî li xalên gumrikê yê sînor nehêle û bi tenê çek di destê dewletê de be.

Wî ferman da Fermandarîya Operasyonên Besrayê ku kontrola tam li ser xalên sînorî yên Şelemçe û Sefwanê bisepîne, û Fermandarîya Hêza Deryayî kir berpirsyara kontrolkirina keştîgehên deryayî, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş got.

Nezal got ku ev hêz ji hejmareke mezin ji hêzên rahênankirî pêk tê bo hemû erk û karên ew pê werin raspartinê pêk bînin, û da zanîn ku hemû xalên sînorî yên li Besrayê bi tundî tên ewlehkirin û kontrolkirin, û tu binpêkirinên ji yasayê re nehatine tomarkirin.

Hêzên Îraqî sê xalên sînorî yên bi Îranê re bi temamî kontrol dikin: Mendelî û Munzirîya li parêzgeha Diyalayê, û Zerbetîyayê li parêzgeha Wasitê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500