Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraq planeke çaksazîyê dinirxîne bo rizgarkirina aborîyê

Xalid TAî

Wezîrên Îraqî di 9ê Hezîranê de dicivin daku çaksazîyên armanc dikin ku welat ji qeyrana aborî derxin nîqaş bikin. [Wêne ji Hikûmeta Îraqê hatiye wergirtin]

Wezîrên Îraqî di 9ê Hezîranê de dicivin daku çaksazîyên armanc dikin ku welat ji qeyrana aborî derxin nîqaş bikin. [Wêne ji Hikûmeta Îraqê hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî qeyrana aborî bi rêya siyaseta parêzî çareser dike hevdem ligel çaksazîyên kûr ên ku girîngîyê didin çareserkirina xwespartina wê bi dahatên neftê, berpirsên hikûmetê û aborînasan ragihand.

Çaksazî bi du awayan berdewam in, Haşim Dawûd, şêwirmendê Serokwezîr Mustefa Kazimî, di 9ê Hezîranê de îlan kir.

Di nav van çaksazîyan de "Ji nû ve destnîşankirina berîtîyên lêçûna giştî" ji alîyekî ve û "çalakkirina bazara Îraqî, berfirehkirina rola sektorê taybet û handana weberhînanê bo peydakirina derfetine kar ên nû" ji alîyekî din ve, wî got.

Duyem mezintirîn berhemderê nefta xav ê OPEC xwe dispêre hinarddekirina neftê daku bêhtir ji 90% ji budceya xwe temwîl bike, ev yek dihêle ku ew bi awayekî taybet şikestbar be li hember şokên nirxan, AFP ragihand.

Kompanîya Giştî ya Pîşesazîyên Caw û Çerman di Pêşengeha " Berhema Îraqê ye" li Pêşengeha Navdewletê ya Bexdayê beşdar bûye di 3yê Adara 2019an de. [Wêne ji Wezareta Bazirganîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Kompanîya Giştî ya Pîşesazîyên Caw û Çerman di Pêşengeha " Berhema Îraqê ye" li Pêşengeha Navdewletê ya Bexdayê beşdar bûye di 3yê Adara 2019an de. [Wêne ji Wezareta Bazirganîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Di Gulanê de, wê tenê du milyar dolar qezenc kirin -- kêmî sêyekê ji hewcedarîya wê daku bihêle ku hikûmet karê xwe berdewam bike, li gorî datayên ji alîyê wezareta neftê û gelek sazîyên piralî.

Daku li hember vê kêmbûna seyr derkeve, hikûmeta nû pakêteke mezin a çaksazîyan pêşniyar dike, di nav wan de daxistina mûçeyên dewletê.

"Çaksazî jênerevîn e," wezîrê darayî Elî Elawî ji AFP re ragihand.

"Eger em rewşê di sala tê de sererast nekin, dibe ku em rastî şokine ku em nikaribin wan saz bikin werin."

Pêşxistina siyaseteke parêzî

Hikûmet lêçûnan kêm dike bi rêya pêşxistina siyaseta parêzî ku kêmkirina 10% ji padaştên karmendên hikûmetê yên paye bilind dihewîne, parlementerê Îraqî Ehmed Hema Reşîd, ê ku endam e di komîteya darayî ya parleman de, got.

Ew dê "mûçeyên bi navan û alîkarîyên bo hemû karmendên sektorê giştî yên din tên dan weke berê bihêle li gorî Qanûna Hejmar 22 ya sala 2008an a girêdayî Karmendên Hikûmetê û Mûçeyên Karmendên Sektorê Giştî", wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku heta rêjeya mûçeyên sektorê giştî ya nû, ya ku 5 milyar dolar ji gencîneya dewletê lê diçe di mehekê de, nakevine ber xisarên Îraqê ên gihane 11 milyar dolarî, ji ber kêmbûna di dahatên firoştina neftê de di her çar mehên pêşîn ên vê salê de.

Wî teqez kir ku hewcedarîya Îraqê bi çaksazîyên aborî yên tevgir heye, û da zanîn ku çareserî bêhtir ji kêmkirina lêçûn an deynên xwemalî an yên derveyî dixwaze, û ev yek "tenê bar li ser samanên dewletê zêde dike".

Wî dîyar kir ku girîng e ku em giranîyê bidine kişandina balê ser çawanîya "em şerê gendelîyê bikin, ku xeterîya wê ne kêmî xeterîya terorîzmê ye, û jêderên dahatê cihêreng bikin daku bo temwîlkirina gencîneyê ji gelek jêderan ji bilî firoştina neftê".

''Deynkirin ne çareserî ye''

"Aniha Îraq deyndarê 22 welat û sazîyên biyanî," aborînas Salih Hemaş ji Diyaruna re got, û destnşan kir ku deynê niştimanî digihe 132 milyar dolaran.

Wî got ku deynkirin ne çareserî ye bi qasî ku ew bi xwe kêşeyeke.

Wî anî ziman ku giftûgoyên bi deyndêran re berdewam in daku mûçedanên tên xwestin dereng bihêlin, û hin welatan rewş fêm kirin, ew dibînin çawa zehmetîyên aborî girtine ser cîhanê bi tevahî ji ber petaya COVID-19.

Hemaş got ku ji ber ku nirxên neftê bi awayekî berdewam kêm dibin, ku çavdêr pêşbînî dikin ku nirxê her bermîlekê dora 40 dolarî heta dawîya vê salê bimîne, çaksazîya aborî rêya "herî rastbîn e" ku were pêkanîn.

Wî ev çaksazî di zincîreke gavên sereke de "yên pir girîng de bo sivikkirina dijwarîya qeyranê" kom kirin, di nav wan de zêdekirina dahatên dewletê ji berhemên sektorên (çandinî, pîşesazî û weberhînanê) û sektorê taybet.

Wî got ku herwiha divê tedbîrên dijwar werin danîn "bo çavdêrîkirina firoştina neftê, lidarxistina şer li dijî qaçaxîyê û kontrolkirina dergehên sînorî".

Hemaş teqez kir ku ew kesên ku pereyên giştî dizîn divê werine muhasebekirin û pereyên ku bo derve hatin qaçaxkirin divê werine vegerandin.

Rakirina gendelîyê ji kokê

Hikûmet dibêje ku wê "mîratekî giran ê qeyranan wergirtiye" ku aborî bo çend salan felc kir, pirofîsorê di warê aborîyan de Ebdul Rehman Meşhedanî li Zanîngeha el-Îraqîyayê ji Diyaruna re ragihand.

Wî dazanîn ku tenê şerê derkirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Îraqê 100 milyar dolar ji gencîneyê xerc kir.

Wî got ku qeyrana aniha dimîne sivktir ji qeyrana sala 2015an, dema ku nirxên neftê daketine astine herî kêm.

Di wî çaxî de, hikûmetê karîbû bi rêya xwesipartina li planeke parêzî ku lêçûnên giştî kêm bike heta nêvî, ji 110 milyar dînar (92 milyar dolar) bo 55 milyar dînar (66 milyar dolar) bi rêya bikaranîna heman rêjeya buhayê.

"Gengaz e ku em karibin vê qeyranê careke din derbas bikin bi rêya alavên teqlîdî yên hatine ceribandin, mîna kêmkirina lêçûnên xebat û weberhînanê, deynkirina ji Banka Navendî ya Îraqî yan ji sazîyên deyndêrkirinê yên biyanî," Meşhedanî got.

"Lê eger em çaksazîyeke bingehîn ne yeke demkî ya ku xwe dispêre bilindkirina nirxên neftê bixwazin, divê em ji vir û pê de hewl bidin ku stratejîyên pêşxistinê yên piralî pêş bixin ku ne tenê xwedisipêrine sektorekî tenê," wî got.

Herwiha wî bang li hikûmetê kir ku gendelîyê ji kokê rake bi rêya pêkanîna tedbîrên dijwar bo çavdêrîkirina pereyên giştî bikin.

Plana hikûmetê bo çareserkirina qeyranê armanc dike ku careke din gencîneyê dagire bi rêya "zêdekirina dahatên ji dergehên sînorî, samanên dewletê û sektorên ne têkildarî berhemkirina neftê", aborînas Selama Smêsim ji Diyaruna re got.

Wê daxuyand ku plan armanc dike ku hawirdekirinê kêm bike daku fişarê li ser hevsengîya bazirganî sivik bike, herwiha "çalakkirina hemû sektorên aborî û nirxandinê ji lêçûnên derbarê tayînkirinên hikûmetê û mesele din re çêke".

Tevî berhengarîyên ku Îraq rastî wan tê, Smêsim got ku ew bawer e ku aborîya Îraqî dê karibe li hember vê qeyrana aniha raweste û bi ser xwe were, bi rêya plankirin û birêvebirina serkeftî ya samanan.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Terorîzm, ku bi awayekî serekî terorîzma ku dewlet destekê didin wê û ew penagehê ji terorîstên mezin re dabîn dikin, divê were jinavbirin. Ew hemû kesên ku bûne destekên ajandayên herêmî û biyanî divê werin cezakirin.

BERSIV BIDE

Belê.

BERSIV BIDE