Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pêngaveke ewlehî li Besrayê dest pê dike piştî kuştina çalakgerinan

Faris Omeran

Serokwezîr Mustefa Kazimî, Wezîrê Hundir Osman Xanimî û hinek berpirsine din li parêzgeha Besrayê roja 22yê Tebaxê dicivin. [Wêne ji Ofîsa Mîdyayî ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîr Mustefa Kazimî, Wezîrê Hundir Osman Xanimî û hinek berpirsine din li parêzgeha Besrayê roja 22yê Tebaxê dicivin. [Wêne ji Ofîsa Mîdyayî ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Yekşemê (23yê Tebaxê) pêngaveke ewlehî ya berfreh dest pê kirin bo girtina kesên ji desthilatdarîyên dadwerî yên Besrayê re tên xwestin piştî pêleketerorkirinan ku çalakgerênparêzgehê armanc kirin.

Bêhtir ji 200 gumanbaran heta aniha hatine girtin, berpirsekî ji Diyaruna re ragihand.

Çekdarine nenas heftîya borî du çalakgerên xuyayî yên ku di xwenîşandanên Besrayê de beşdar dibûn kuştin -- Rîham Yaqûb û Tehsîn Usama Şehmanî -- û pênc çalakgerên din ji hewlên terorkirinê rizgar bûn.

Ev kuştin "binpêkirineke ku em nikarin qebûl bikin", Serokwezîr Mustefa Kazimî ragihand, di civînekê de bi serkirdeyên ewlehî re di dema serdana xwe ya roja Şemîyê bo Besrayê de.

Leşkerên Îraqî pêngavekê li parêzgeha Besrayê roja 6ê Adarê pêk tînin bo lêgerîna li gumanbarên ku ji hêla desthilatdarîyan ve tên xwestin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî pêngavekê li parêzgeha Besrayê roja 6ê Adarê pêk tînin bo lêgerîna li gumanbarên ku ji hêla desthilatdarîyan ve tên xwestin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Hinek komên neyasayî hene ku ev demeke hewl didin ku xelkê Besrayê bitirsînin," wî got û da zanîn ku ev kom meritsîne li "ser hemû Îraqîyan".

Wî hêzên ewlekarî haydar kirin ku bi hemû awayan kar bikin "bo selametîya xelkê Besrayê misoger bikin û bo tawankaran bi zûtirîn dem bigirin".

Tundîya vê dawîyê li Besrayê vedigere "hebûna çekên neyasayî yên li derveyî desthilata dewletê", endamê encumena parêzgeha Besrayê Elî Şedad Faris ji Diyaruna re ragihand.

Wî teqez kir ku tundîyê rewşên aborî, civakî û ewlehîyên li Besrayê kambaxtir kirine, ku vê yekê hişt ku şênîyên bihêrs careke din birijin kolanan û xwenîşandanan li dar bixin hevdem ligel zêdebûna nexweşîyên vayrûsa koronayê ya nû (COVID-19).

Girtinên berfireh

Pêngava ewlehî dest pê kir piştî serdana roja Şemîyê ya Kazimî bo parêzgeha Besrayê û serdana Wezîrê Hundir Osman Xanimî ya roja 20ê Tebaxê.

Faris got ku hêzên ewlekarî li gelek deverên parêzgehên êrîşan pêk tînin û li tawankarên ku ji dadgehê re tên xwestin digerin.

Wî da zanîn ku ev xebat heta aniha bûne sedema "girtina 200 kesên tên xwestin li gorî biryarnameyên desthilatdarîyên dadwerî ji ber tawanên cihêreng".

"Bicihanîna biryarnameyên girtinê erkê serekî yê hêzên ewlekarî ye û beşekî girîng ji berpirsyarîyan wan e," wî teqez kir.

Wî eşkere kir ku aniha dora "5,000 biryarnameyên girtinê hene li dijî kesên tên xwestin", û da zanîn ku "û ev yek nayê wateya ku ew dê neyên muhasebekirin û dê cezayên xwe wernegirin".

Wî got ku şênîyên Besrayê rezamendîya xwe ji xebatên dawîn derbirîn kir, û ew êdî baş bi hêzên artêş, polîs û hewlagirîyê re di vê derbarê de alîkar in.

Faris got ku ew hêvîdar in ku hêzên ewlekarîyê dê di demeke pir nêz de encamên lêkolîn û lêpirsînên xwe têkildarî armanckirina çalakgeran eşkere bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500