Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hikûmeta Îraqî rêkarên tund li hember hilgirtina neyasayî ya çekan dide pêş

Xalid Taî

Hêzên Îraqî li Besrayê dest danîn ser çekên neyasayî di pêngaveke ewlehî de roja 6ê Îlonê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî li Besrayê dest danîn ser çekên neyasayî di pêngaveke ewlehî de roja 6ê Îlonê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Îraq pêngaveke ewlehî ya pir mezin dest pê kir bo xistina çekan di destê dewletê de û sepandina serwerîya yasayê li parêzgehên Besra, Bexda û Meysanê.

"Operasyonên Soza Rasteqîn" Yekşemê (5ê Îlonê) dest pê kirin bo pişkinînkirina deverên ku pevçûnên çekdarî li wan di navbera êlan de qewimîne bo lêgerîna li çekên neyasayî.

Ji dema destpêkririna pêngavê: gelek dever li parêzgeha Besrayê hatin pişkinînkirin, di nav de: Medîna, Qerna, Macidiya, Kerma, Faw, Sefwan, Mexfer, Harişan û Mexfer Xerenic.

Li Bexdayê, lêgerînê giranî da deverên Fadilîya û Huseyniyet el-Meamil, ku pevçûneke êlan a dijwar di Tebaxê de lê qewimîbû.

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî civînekê bi serkirdeyên ewlehî re roja 3yê Îlonê li dar dixe bo nîqaşkirina xebatên nehiştina dîyardeya çekên nerêdayî. [Wêne ji ofîsa ragihadinê ya Encumena Wezîran hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî civînekê bi serkirdeyên ewlehî re roja 3yê Îlonê li dar dixe bo nîqaşkirina xebatên nehiştina dîyardeya çekên nerêdayî. [Wêne ji ofîsa ragihadinê ya Encumena Wezîran hatiye wergirtin]

Heta Sêşemê, di encama pêngavê de dest li ser qaseke mezin a çekên sivik û navîn hat danîn, di nav de Kalaşinkov, tifingên segvanîyê, tifingên maşîn ên ji curê PKC, avêjerên RPG-7, topên hawen, demançe, narincok, mîn, dûrbînên şevan, û cebilxaneyeke pir gelek.

Hêrî kêm 52 kesên ji dadgehê re tên xwestin ji ber tawanên têkildarî terorîzmê û qaçaxîya çekan û dermanên hişbir hatin girtin.

Li Mecer el-Kebîr, li parêzgeha Meysanê, dest li ser 30 çekên neyasayî hat danîn û şeş kesên tên xwestin hatin girtin roja Duşemê.

Serokwezîrê Îraqê Mustefa Kazimî roja 3yê Îlonê ragihand ku mîratekî giran "a çekên ne li jêr kontrolê û nakokîyên êldarî" ji hikûmeta wî re maye.

Wî bang li serkirdeyên ajansên ewlekarîyê kir ku serwerîya dewletê bisepînin û rûbirûyî "her gefeke li ser seqamgîrî û ewlehîya welat bibin".

"Gaveke di rêya rast de ye"

Bi rêya vê pêngava ewlehî, hikûmeta Îraqî hewl dide dest deyne ser hemû çekên li derveyî kontrola xwe di çarçoveya xebatên çespandina serwerîya yasayê de, Ketah Necim Rikabî, endamê komîteya ewlehî û berevanîyê ya parleman, ragihand.

Hikûmet dê hemû rêkaran bide pêş "bo dadgehkirina kesên ku zêdegavîyan li pergala giştî dikin, û bo parastina jîyana xelkê û sepandina serwerîya dewletê", wî ji Diyaruna re ragihand.

"Em li tenîşt hikûmetê radiwestin di pêbendbûna wê de bi berpirsyarîyên yasayî bo parastina welatîyan ji xeterîya çekên bêserûber," wî teqez kir.

Rikabî teqez kir ku dawîanîn bi dîyardeya çekên nerêdayî "erkekî ne hêsan e", lê xebatên hikûmetê yên vê dawîyê gaveke li ser rêya rast.

Wî dîyar kir ku welatîyên Îraqê "dixwazin bi selametî û aramî bijîn li jêr desthilata dewleteke bihêz ku seqmgîrîyê biparêze û hilgirtina çekan a li derveyî destûra sazîyên xwe qedexe bike".

Rikabî dîyar kir ku kirîna çekan ji welatîyên çekdar -- ku hinek parlamentaran weke çareserîyekê bo nehiştina dîyardeya hilgiritna neyasayî ya çekan dabû pêş -- ne rêyeke "guncan e ji ber hebûna pir a çekan û tirsa ku gendelî bikeve prosesê de".

Li Bexdayê êrîş

Hevdem, hîn Bexdaarmanca êrîşên bi rokêtên Katyûşa ye, ku milîsên girêdayî Îranê pê tên gunehbarkirin.

Sê mûşek êvara Yekşemê li Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê ketin, ku ev cara duyem e di heyama heftîyekê de.

Yek ji mûşekan li geraceke balefirgehê katibû, ku ziyan gihand çar otombîlên welatîyan, li gorî raportên rojnamevanî.

Kazimî Duşemê fermana vekirina lêpirsînekê di vê bûyerê de da.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500