Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êlên başûrê Îraqê piştgirîya destdanîna li ser çekên neyasayî dikin

Ala Husên li Bexdayê

Çekên ku di "Operasyona Soza Rast" de li parêzgeha Meysanê, li başûrê welat hatin desteserkirin di vê wêneyê de têne dîtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Çekên ku di "Operasyona Soza Rast" de li parêzgeha Meysanê, li başûrê welat hatin desteserkirin di vê wêneyê de têne dîtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Serkirdeyên êlan li parêzgehên başûrî li Îraqê heta asteke bilind pêşwazîya xebatên hikûmetê yên vê dawîyê yên bo destdanîna li ser çekên neyasayî û girtina kesên tên xwestin kirin, berpirsan ji Diyaruna re ragihand.

Di 5ê Îlonê de, Fermandarîya operasyonên Hevbeş dest bi zincîreke operasyonên bi navê "Soza Rast" kirin, a ku dê destdanîna li ser çekên neyasayî li deverên ku şerên çekdar di navbera êlan de hebûn bihundirîne.

Operasyonên ku heta 15ê Îlonê dirêj kirin, parêzgehên Besra, Meysan Musena, û Zî Qarê li başûrê Îraqê û herwiha deverên Fadilîya û Huseynîyet el-Meamil yên êldarî li Bexdayê armanc kirin.

Yekîneyên Ajansa Dijî Terorîzmê û fewcên hêzên taybet di operasyonên ku li Bexdayê hatin bicihanîn beşdar bûn, û hêzên artêşa Îraqî, Hêzên Deryayî, Zêrevanîya Sînor û yekîneyên Bersiva Lezgîn yên Polîs êrîşên li Besrayê bi cih anîn.

Hêzên Îraqî dest bi operasyoneke berfireh di 5ê Îlonê de kirin daku dest deynin ser çekên nerêdayî li parêzgehên başûrî. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî dest bi operasyoneke berfireh di 5ê Îlonê de kirin daku dest deynin ser çekên nerêdayî li parêzgehên başûrî. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Firqeya Bersiva Lezgîn a Îraqê ligel polîsê xwecihî êrîşên girtinê li parêzgeha Meysanê bi cih anîn.

Operasyon bûn encama desteserkirina bi sedan çekên sivik û yên weset û girtina bi dehan kesên tên xwestin.

Di van êrîşan de pevçûn çêbûn, ku di encamê de hejmarek ji kesên tên xwestin hatin kuştin û karmendekî Bersiva Lezgîn bi pileya neqîb ji navçeya Qelet Salih li parêzgeha Meysanê hat kuştin.

Operasyonên ku li deverên êldarî yên li derdora bajar û navçeyan hatin bicihanîn, bi berfirehî ji alîyê serkirdeyên êlan ve hatin pêşwazîkirin, yên dilxwaz bûn ku erkên ji alîyê hêzên ewlekarî li deverên wan hatine bicihanîn hêsan bikin.

Şêx Hesen Seyid Hemed, serokê eşîra Neîm li parêzgeha Besrayê, ji Diyaruna re ragihand ku niştecihên Besrayê, di nav wan de rûsipî û kesên xuyayî, "bi awayekî xurt piştgirîya operasyonên ewlekarî yên vê dawîyê yên hewl didin ku dest deynine ser çekên neyasayî dikin".

Wî pesnê şopandina kesên têne xwestin û yên derveyî yasayê, yên "gefê li êlên xwe dixwin bi heman rêjeya ku ew gefê li civakê dikin kir".

Êl çekdarên milîsan red dikin

Şêx Faxir Seyhûd got ku hin çekdar an kesên derveyî yasayê êlan weke perdeyekê bi kar tînin daku kiryarên xwe yên tawanbar bi cih bînin "ku ew dijî nerêtên civakê û adetên xelkê ne".

"Êlên Îraqî tam ji van kesan û komên çekdar û ew kesên li pey wan û yên wan dişopînin bêrî ne," wî ji Diyaruna re got û anî ziman ku êl bikaranîna çekên nerêdayî di nav sivîlan de red dikin.

Seyhûd, serkirdeyekî xuyayî yên hozên êla Xazî li başûrê Îraqê, got ku piranîya serkirdeyên êlan li Îraqê "teqez dikin ku ew bi yasayê û destûrê pêbend in".

Operasyonên Soza Rast "rastî pêşwazîyeke mezin û alîkarîyeke bêhempa ji alîyê serkirdeyên eşîran ve li parêzgeha Musenayê hatin", serokê polîs emîd Ebdul Rîda Katih ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hevkarîya ji alîyê hevwelatîyan û zilamên êlan ve alîkarî kir di pêkanîna encamên mezin de, girêdayî desteserkirina çekan û girtina kesên têne xwestin û anî ziman ku bêhtir ji 90 kesî di operasyonan de hatine girtin.

Wî got ku êlên Îraqî xebatên hêzên ewlekarî ên parastian ewlehîyê û nîzamê temam dikin û ew stûna aramîyê û ewlehîyê ya sereke ne û destnîşan kir ku ew kesên derveyî yasayê di nava eşîrên xwe de qebûl nakin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500