Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî operasyonên xwe yên li dijî çekên neyasayî xurt dikin

Xalid Ta'î

Hêzên Îraqî dest danîn ser çekên nemuhletdar di pêngavekê de li bakurê parêzgeha Besrayê di Îlonê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî dest danîn ser çekên nemuhletdar di pêngavekê de li bakurê parêzgeha Besrayê di Îlonê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî vê heftîyê pêngava duyem di mehekê de bo destdanîna li ser çekên nemuhletdar û girtina kesên tên xwest dest pê kir, ligel bayexdarîyeke mezin bi Bexdaya paytext.

Operasyona nû ya Sêşemê (20ê Cotmehê) dest pê kir, ku armanc dike desthilatdarîya dewletê li ser dîyardeya hilgirtina kesan û koman ji çekên neyasayî re teqez bike, peyvdarekî serbazî ji Diyaruna re ragihand.

Berî aniha, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş roja 5ê Îlonê hejmarek ji operasyonan bi navê "Soza Rastîn" dest pê kir, bo destdanîna li ser çekên nemuhletdar li parêzgehên Besra, Meysan, Musena û Zî Qar li başûrê Îraqê, herwiha li deverên êlên Fadiliya û Husêniyet el-Maamel li Bexdayê.

"Em vegerîyane paytextê, û me bi mebest berê pêngavê da parêzgehên din, ên mîna Dîwaniya û Nasiriyayê," lîwa Tehsîn Xefacî, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ragihand.

Efserekî Îraqî ji welatîyekî re li Bexdayê xeterîyên çekên nemuhletdar şirove dike, roja 20ê Cotmehê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]]

Efserekî Îraqî ji welatîyekî re li Bexdayê xeterîyên çekên nemuhletdar şirove dike, roja 20ê Cotmehê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]]

Pêngava nû beşeke ji operasyonên li dar ên bi fermana Serokwezîr Mustefa Kazimî, bi beşdarîya fermandarîyên artêş, polîs û hewalgirîyê, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hêzên ewlekarî dest datîne ser çekên têkderan û wan li gorî yasayê digire, û da zanîn ku "her kesê çekê xwe radest neke jîyana xwe dixe xeterîyê".

Wî dîyar kir ku hikûmet dixwaze hebûna çekan "di destê kesên ne li ser melakê sazîyên dewletê de û yên ku hewl didin ku serwerîya yasayê binpê bikin bi dawî bike".

Pêngavên ewlehî bi encam in

Qasên mezin ji çekan heta aniha hatine desteserkirin, di nav de tifing, kilaşinkof û bombeyên granîdê.

Herwiha dest li ser çekên navîn mîna tifingên ji corê PKC, avêjerên rokêtên RPG û çendîn corên cebilxaneyan hatine danîn.

Pêngavên destdanîna li ser çekên nemuhletdar "bi awayekî berfireh jihêla xelkê û rûsipîyên êlan ve hatin pêşwazîkirin, ên ku destekê didin xebatên me û bi me re hevkarîyê dikin bi rêya dabînkirina agahîyan li dor embarên çekan", Xefacî ragihand.

Hêzên Îraqî çalakîyên bilindkirina asta hişyarîyê pêk tînin bo teqezîkirin li ser girîngîya serwerîya yasayê û xeterîyên çekên neyasayî.

Wî dîyar kir ku van xebatan "encamên baş" anîn holê, ji ber ku belavbûna çekan kêm bûye û hejmara pevçûnên çekdarî yên di navbera êlan de "bi awayekî berçav" di dema dawî de kêm bûye.

"Lê tevî van nîşanên baş jî, em dê xebatên xwe yên bo hiştina hilgirtina çekan bi tenê di destê hêzên ewlekarîyê de berdewam bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500