Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Milîs çekên neyasayî li Bexdayê û li başûrê Îraqê difroşin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Hinek karmend tifingên xwe ji firoştinê re li firoşgeheke çekan li paytexta Îraqê Bexdayê nîşan didin di 22yê Îlona 2020an de. Milîsên girêdayî Pasdaran bi veguhestin û firoştina neyasayî ya çekan tên tawanbarkirin, ku ev yek dibe sedema zêdebûna tawanan û pevçûnên di navbera êlan de li Bexdayê û parêzgehên başûrî yên Îraqî. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hinek karmend tifingên xwe ji firoştinê re li firoşgeheke çekan li paytexta Îraqê Bexdayê nîşan didin di 22yê Îlona 2020an de. Milîsên girêdayî Pasdaran bi veguhestin û firoştina neyasayî ya çekan tên tawanbarkirin, ku ev yek dibe sedema zêdebûna tawanan û pevçûnên di navbera êlan de li Bexdayê û parêzgehên başûrî yên Îraqî. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Berpirs û şarezayên ji Diyaruna re axêvîn milîsên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) bi têkbirina ewlehî û seqamgîrîya parêzgehên başûrî yên Îraqê bi rêya firoştina çekan bo alîyên sêyemîn gunehbar kirin.

Wan got ku li şûna vegera çekên DAIŞê li pey xwe hiştibûn ji artêşa Îraqî re, wan ew ji parêzgehên rojavayî û bakurî birin Bexdayê û parêzgehên başûrî, û ew wan li wir difroşin.

Li gorî yasaya Îraqê çekên ku di serdema DAIŞê de mayî divê ji artêşê re werin vegerandin bo ew werin wêrankirin.

Nakokîyên di navbera êlan de û çalakîyên tawanbar bi awayekî berçav di heyama dawî de li Bexda, Besra, Zî Qar û Meysanê zêde bûne. Li gorî polîsê Îraqî, çar kesn hatine kuştin û herî kêm 10 birîndar bûne di pevçûnên di navbera êlan de li navçeyên li başûrê Bexdayê di meha borî de.

Polîsê Îraqî 11 kes li parêzgeha Meysanê girtin, piştî bûyerekê ku kesek tê de hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Berpirsekî payebilind di Wezareta Hundir de ku ji Diyaruna re axêvî yê xwest ku navê wî neyê eşkerekirin got ku yek ji sedemên zêdebûna tawanan li Bexdayê û başûrê Îraqê ew e ku milîsên girêdayî Pasdaran "van navçeyan li ber lehîya" çekên li pey DAIŞê mane dibin, û ew weke "çekên qirêj" bi nav kirin.

Wî teqez kir ku milîsan dest danî ser van çekan û ew birin parêzgehên başûrî û Bexdayê, û ew wan li wir bi buhayên pir kêm difroşin. Weke mînak, çekekî ji corê AK-47 bi 250,000 dînar(dora 200 dolaran) tê firoştin, û guleyek bi 400 dînaran (35 sentan) tê firoştin.

Wî daxuyand ku çek ji êl, taqimên tawana rêxistinkirî û torên bazirganîkirina bi dermanên hişbir re tên firoştin. Vê dawîyê, lêpirsînên tawankarî eşkere kirin ku kesên tawanbar bi kuştinê, dizînê û talankirinê çekên xwe ji endamên milîsine ser bi Îranê ve kirîne.

Wî berpirsî dîyar kir ku endamên milîsansûdê ji kardên Hêzên Heşda Şaebî yên bi xwe re digirinbo veguhestina çekan û cebilxaneyê û firoştina wan li Bexdayê û başûrê Îraqê.

"Şerekî dijwar ê desteserkirina çekan"

Şêx Elî Xefacî, berpirsekî êlên parêzgeha Zî Qarê, ji Diyaruna re ragihand ku çekên ji DAIŞê hatine desteserkirin ewlehîya navçeyên başûrî dixin metirsîyê û bûne "formeke nû ya terora milîsan".

Wî got ku Wezareta Hundir şerekî dijwar ê destdanîna li ser çekên mayî li dar dixe.

Ketaib Hizbulah, Nuceba, Seraya Xuresanî, Cund el-Îmam, Seyid el-Şuheda, Esaib Ehil el-Heq û milîsên Bedir çekên dizîyê difroşin bo xwe temwîl bikin, xebîrê di karûbarên ewlehî de, emîd xanenişîn Saed Hadisî ragihand.

Hadisî ev yek vegerand zêdebûna nekarîbûna Pasdaran a fînanskirina milîsan vegerand, ku ev yek dihêle ku ew çek û dermanên hişbir bifroşin û pereyan bi darê zorê ji weberhîneran bistînin bo xwe temwîl bikin.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku tevî hebûna rênimayên ku hikûmeta Îraqî di Kanûna Duyem a 2017an de taybet bi çek û cebilxaneya li pey DAIŞê mane derxistine -- ku divê ji artêşê re werin radestkirin -- milîs otombîl û kardên Pasdaran bi kar tînin bo veguhestin û firoştina çekan.

Wî da zanîn ku hinek milîsan di dema dawî de dest bi anîna çekan ji Sûrîyayê û firoştina wan li Îraqê kiriye, ku ev yek jî nîşaneke din a kêmbûna fînansa Pasdaran e.

Lîwa, Tehsîn Xefacî, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş, ji Diyaruna re ragihand ku hêzên ewlekarîyêxebatên desteserkirina çekan dewam dikin û vê dawîyê serkeftin li Bexdayê û Besrayê bi dest xistine.

Wî got ku ji ber ku ew bi dehên salan kom bûne, êdî qebareya çek û cebilxaneyên li Îraqê mane pir bêhtir e ji pêşbînîyan.

Xefacî got ku hejmarek ji kesên ku di bazirganîya neyasayî ya çekan de cih digirin hatine girtin û bo dadgehê hatine veguhestin li gorî Madeya 111 a Zagona Cezayên Îraqî. Wî dîyar nekir ew kengî hatine girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500