Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pispor: Bi pêkanîna êrîşên bi mûşekan, wekîlên Îranê ziyanê digihînin wêneyê Îraqê

Faris Omran

Hêzên Îraqî 5ê Tebaxê li başûrê Bexdayê mûşekine amade kuber bi Zona Kesk li orta Bexdayê werin avêtin dîtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî 5ê Tebaxê li başûrê Bexdayê mûşekine amade kuber bi Zona Kesk li orta Bexdayê werin avêtin dîtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ev zêdebûna rêjeya êrîşên bi mûşekan li ser cihên serbazî yên biyanî û yên dîplomatîk li Îraqê hişt ku gelek Îraqî milîsên hevalbendên Îranê bersûc bikin ku ew êrîşan pêk tînin daku welatê wan îzole bikin, pisporan ji Diyaruna re ragihand.

Tawanbarên li pey van êrîşên bi mûşekan ên "ne wêrek" ne welatperwer in û ne dilsozên welatê xwe ne, pisporê serbazî yê xanenişîn lîwa Celîl Xelef Şuwêl got.

Êrîşên bi mûşekên Katoşayê cihên sivîlan û baregehên serbazî yên Îraqî yên ku şêwirmendên hevpeymanîya navdewletî û rahînaner li wan in armanc dikin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Ji detpêka salê ve, bi dehan êrîşên bi mûşekanBalefirxaneya Navdewletî ya Bexdayê, Zona Kesk li orta Bexdayê û baregehên serbazî yên Tacî, Beled, Besmaya û Spaykerê hatine armanckirin.

Çekdarên milîsên Îran piştgirîya wan dike tên dîtin ku li Kerbelayê dimeşin di 24ê Nîsana 2019an de. [Wêne li ser înternetê hat belavkirin]

Çekdarên milîsên Îran piştgirîya wan dike tên dîtin ku li Kerbelayê dimeşin di 24ê Nîsana 2019an de. [Wêne li ser înternetê hat belavkirin]

Vê dawîyê, gelek teqemenîyên bidestçêkirî yên li ser rêyên sereke li başûrê Îraqê hatin çandin kemyonên ku radihêjin dabînkirinên hevpeymanîya navdewletî armanc kirin, li gorî raportên mîdyayê.

Tarîkirina wêneyê Îraqê

Şiwêl komên hevalbendên Îranê bersûc kir ku ew van êrîşan hevaheng dikin "daku ziyanê bigihînin Îraqê, serwerîya wê lawaz bikin û ji cîhanê re bidine xuyakirin ku ew tu ewlehî û hukmê qanûnê lê nîne".

Wî got ku di rêya van kiraran re, ew hewl didin ku "[Îraqê] ji herêmê û hevtayên wê yên navdewletî îzole bikin".

Wî got ku rejîma Îranî armanc dike ku "Îraqê wêran bike û bihêle ku ew di tevlihevî û pevçûnê de biteqine daku sûdê ji dewlemendîya wê û samanên wê yên aborî wergire û di dawî de dest deyne ser proseya çêkirina biryarê".

Wî anî ziman ku serkirdeyên Îranî naxwazin Îraq rabe ser xwe û hêza xwe vegerîne, ji ber vê yekê ew berdewam dikin wekîlên dilsozên xwe tecnîd dikin û ew wan bi çek û pereyan dabîn dikin.

Şiwêl teqez kir ku divê Îraqî li hember van wekîlan derkevin û tedbîrên bergir bi cih bînin daku çalakîyên wan ên wêranker rawestînin û welat biparêzin.

"Ez hikûmetê han didim ku li dijî çi kesê dervey qanûnê derkeve û endamên şandeyên dîplomatîk biparêzin ji ber ew mêvan in li welatê me", Şiwêl got û destnîşan kir ku hevpeymanî hêzên Îraqî rahînan dike û piştgirîya wan dike di şerê li dijî terorê û alîkarîyê di xebatên nûavakirinê de dikin.

Piştî çend saetan ku Serokwezîr Mustefa Kazimî di çarçoveya serdaneke fermî de di 18ê Tebaxê de çû Amerîkayê, mûşeke Katyoşayê li nêzî Balefirxaneya Navdewletî ya Bexdayê ket -- a ku nêzî baregeheke serbazî ye ku leşker hevpeymanîyê lê bi cih in -- bê ku tu kes birîndar bibe.

Berî wê bi du rojan, mûşekek li ser Zona Kesk ket bê ku tui kes birîndar bibe, dema ku hêzên ewlekarîyê du mûşekên din ên amade bûn ku werin avêtin ji hev xistin.

Kêmbûna hejmûna Îranî

Îran komên dilsozên xwe li Îraqê -- bi giştî 73 milîs in -- weke alavan bi kar tîne daku fişarê li civaka navdewletî û Amerîkayê bike, pisporê stratejî û şirovekarê siyasî Ala Neşo ji Diyaruna re ragihand

Wî got ku "Pasdarên Şoreşa Îslamî yê Îranê" (Pasdaran) êrîşên bi mûşekan hevaheng dike "daku Îraqê weke şanoyeke rûbirûbûnê bi cihanê re bi kar bîne û peyamekê weke bersivê li ser sizayan bişîne".

Wî got ku ji ber vê yekê, dijminatîya Îraqîyan ji destwerdana Îranî di wetatên wan de û hewldana rejîmê ku serwerîya Îraqê lawaz bike zêde dibe.

Rojnamevan û şirovekarê siyasî yê Îraqî Ziyad Sincarî heman hest derbirîn kir û destnîşan kir ku rejîma Îranî tenê " zimanê xwînê û wêrankirinê nas dike û dê dudilî nebe ku kirarên hovane bike daku hejmûna xwe biparêze û dijberan tune bike".

Wî got ku ev yek di pêla kuştinê ya vê dawîyê a ku çalakgerên Îraqî li parêzgeha Besrayê armanc kirin dîyar bû, ku gelekan gazin ji milîsên Îran piştgirîya wan dike kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500