Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Fransa alîkarîya çavdêrî di şerê Îraqê de li dijî DAIŞê dabîn dike

AFP

Wezîrê Berevanîyê yê Îraqî Cuma Inad pêşwezîya hevtaya xwe ya Fransî Florence Parly li Bexdayê dike di destpêka serdana wê ya fermî de bo Îraqê roja 27ê Tebaxê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Wezîrê Berevanîyê yê Îraqî Cuma Inad pêşwezîya hevtaya xwe ya Fransî Florence Parly li Bexdayê dike di destpêka serdana wê ya fermî de bo Îraqê roja 27ê Tebaxê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Wezîra Fransî ya Hêzên Çekdar Florence Parly danûstandin li Bexdayê pêncşemê (27ê Tebaxê) pêk anîn, û soza piştgirîyeke berdewam ji Îraqê re di şerê wê de li dijî bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) da.

Parly duyem wezîra Fransî ye ku serdana paytexta Îraqî dike vê havînê piştî serdana Wezîrê Derve Jean-Yves Le Drian di meha derbasbûyî de.

Wê danûstandin bi hevtayê xwe Cuma Înad û serok Berhem Salih re pêk anîn, û biryar e ku bi serokwezîr Mustefa Kazimî re bicive berî ku berê xwe bide Herêma Kurdistanê.

Di konferansekî rojnamevanî de bi Înad re, wê got ku Fransa hêvî dike ku xebatên rahînankirin û pirçekkirina hêzên ewlekarîyê yên Îraqî dubare dest pê bikin "di demeke herî nêz de".

Piştevanî di destpêka vê salê de hat rawestandin ji ber petaya COVID-19.

Parly dîyar kir ku wê û Înad pêşxistina metodên koleçanê yên hêzên Îraqî nîqaş kirine "çi metodên li ser zemînê çi yên li asmanan", bo fişarkirin li ser şanên DAIŞê yên ku hîn li deverên biyabanî çalak in.

"Em baş dizanin ku şerê li dijî DAIŞê hîn neqedîyaye," wê got. "Teqez em li tenîşt we ne."

Berî vê geşta wê, Wezareta Berevanîyê ya Fransayê got ku ew dixwaze piştrast bike ku dê operasyonên li dijî DAIŞê li Îraqê neyên kêmkirin ji ber alozîyên di navbera Amerîka û Îranê de derketine.

Di serdana Le Drian a meha Tîrmehê de, wî teqez kir ku divê Bexda "xwe ji alozîyên herêmî bi dûr bixe û nebe beşek ji wan" û giranîyê bide şerê li dijî tundrewan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500