Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Êrîşeke bi mûşekan li ser kampeke serbazî li nêzî Bexdayê diqewime

Faris Omeran

Şêwirmendekî bi hêzên Amerîkayî re di 22yê Kanûna Duyem a 2018an de, serpereştîya rahînankirina leşkerên Îraqî li serbazgeha Tacî, li bakurê Bexdayê, dike. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqê hatiye wergirtin]

Şêwirmendekî bi hêzên Amerîkayî re di 22yê Kanûna Duyem a 2018an de, serpereştîya rahînankirina leşkerên Îraqî li serbazgeha Tacî, li bakurê Bexdayê, dike. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqê hatiye wergirtin]

Sê rokêtên Katyûşa li serbazgeha Tacî li bakurê Bexdayê şeva Duşemê (27ê Tîrmehê) ketin pişt re bi kêlîyekê du teqîn li serbazgehekê li parêzgeha Selahedînê qewimîn.

Ew herdu serbazgeh mêvandarîya hêzên Amerîkayê dikin.

Rokêta yekem ya serbazgeha Tacî armanc kir li Refê 15ê yê hêza asmanî ya Îraqî ket, û bû sedema ziyanên "mezin" di balefireke şer a artêşê de, Wezareta Berevanîyê ragihand.

Rokêta duyem li kargeheke top û çekan ket, û bû sedema ziyanên madî, lê ya sêyem li Refê 2yê yê hêza asmanî ket bêyî ku biteqe.

Daxuyanîyê, ku qala tu qurbanîyan nekir, got ku rokêt ji devera Sabe Bûr li nêzî serbazgeha Tacî hatine berdan.

Hêzên elwekarîyê "dê berdewam bin di kar de heta girtina kesên di van êrîşên de cih girtine û radestkirina wan ji dadwerîyê re", daxuyanîyê teqez kir.

Êrîşa Duşemê ya herî dawî ye di zincîrek ji êrîşên bi rokêtan ku berjewendîyên biyanî li Îraqê armanc dikin ku gelek tilîyên gunehbarîyê bi alîyê milîsên ser bi Îranê ve dirêj dikin.

Çend demjimêran piştî êrîşa li ser serbazgeha Tacî, du teqîn li bingeha asmanî ya Şehîd Macid Temîm (berê navê wê Kampa Spayker bû) li parêzgeha Selahedînê, ku mêvandarîya hêzên Amerîkî dike, pêk hatin.

Tîmên berevanîya sivîl agirê teqînan vemirandin, û agir nebûn sedema mirin û birîndarbûna tu kesî, li gorî Wezareta Berevanîyê.

Înê, çar Katyûşa li serbazgeha Besmaya, li başûrê Bexdayê, ketin û ziyan gihişt depoyeke çekan û baregehên fewcekî parastinê, lê xesarên mirovî nebûn.

Êrîşa li ser serbazgehê rojekê berî radestkirina wê ji artêşa Îraqî re tê pêkanîn, radestkirin jî li ser bingeha xişteyekê ye ku hikûmeta Îraqî û hevpeymanîya navdewletî li ser li hev kirine.

Besmaya serbazgeha heftemîn e ku ji alîyê hevpeymanîyê ve ji 17ê Adarê ve tê radestkirin.

"Binpêkirina serwerîya Îraqî"

Ev êrîş "tehedîyeke ewlehî ya mezin in û divê hikûmet sînorekî ji wan re deyne", xebîrê di warê ewlehî de Macid Qeysî ji Diyaruna re ragihand.

Zêdegavî û binpêkirinên van milîsan ji yasayên Îraqî re "nayên jiberçavrakirin", wî got, û "divê biryarên bihêz werin standin bo nehiştina wan, parastina pergala giştî, û parastina jîyan û mal û milkên sivîlan".

Wî teqez kir ku ewlehîya misyonên serbazî û diplomasî yên biyanî "erkê hikûmetê ye [ya Îraqî] li gorî zagonê", wî got.

Qeysî got ku armanckirina van damezrawe û dezgehan "binpêkirineke ji serwerîya niştîmanî re û ew ziyanê dighîne berjewendîyên Îraqê".

Wî got ku milîsên Îraqî "amrazine lokal in" bo rejîma Îranê ya ku dixwaze ziyanê bigihîne Îraqê li ser asta siyasî û aborî bi rêya dûrxistina wê ji civaka navdewletî.

Wî da zanîn ku ew dixwazin Îraqê bixin qadeke şer û milmilanîyan, û weberanîna biyanî jê bi dûr bixin.

Qeysî got ku êrîşên dubare li ser berjewendîyên Amerîkî li Îraqê fişareke zêde dideyne ser serokwezîr Mustefa Kazimî, yê ku amadekarîya serdanekê bo Amerîkayê dike bo lidarxistina gereke nû ya danûstandinan li ser asteke bilind têkildarî hevparîya stratîjî ya di navbera herdu welatan de.

Wî got ku hikûmet dikare sînorekî ji çalakîyên milîsên çekdar re deyne, û "piştgirîyeke cemawerî ya bihêz ji her gavekê re di vê derbarê de heye".

Xwenîşandan dîsan gur bûne

Hevdem, xwenîşanderekî Îraqî Sêşemê mir piştî birîndarbûna wî bi bombeyeke firmêskrêj di pevçşnên şeva duho de yên bi polîs re li paytextê, çavkanîyene nûjdarî û ewlehî ji AFP re ragihandin.

Pevçûn dest pê kirin piştî çend demjimêran ji agahdarîya Kazimî ji hêzên ewlekarî re ku "guleyekê jî neteqînin" li hember xwenîşandanan, piştî mirina du xwenîşanderan li Bexdayê sibeha Duşemê.

Lê êvara Duşemê, rûbirûbûn li Meydana Tehrîr, qada serekî ya xwenîşandanên li dijî hikûmetê li Bexdayê, careke din dest pê kirin.

Kazimî êvara Duşemê daxuyanîyeke kêmpeyda bi rêya tevîzyonê da, û got ku Îraqî "xwedan mafekî rewa" yê pêkanîna xwenîşandan in.

"Hêzên ewlekarîyê ne rêdar in ku guleyekê tenê berdin birayên me, yên xwenîşander," Kazimî hişyarî da.

"Me lêpirsînek têkildarî tiştê duho li Meydana Tehrîr rû da vekir, û me daxwaz kir ku divê encam di nava 72 demjimêran de bigihin ber destên me," wî got.

Xwenîşandan şeva Yekşemê li Bexdayê û çend bajaran li başûrê Îraqê dest pê kirin, ku nerazîbûna xwe li hember xizmetguzarîyên giştî yên lawaz derbirîn kirin,piştî bilindbûna pileyên germahîyê bo 50 xwasta li ser sarkeran zêde bûye û barê torên kehrebeyê yên lawaz jî zêde bûye.

Ev haletên mirinê dê bibin egera dubare gurbûna tevgera xwenîşandanên li dijî hikmûtê ku li seranserê Bexdayê û parêzgehên başûrî yên Îraqî di Cotmeha borî de dest pê kirin.

Xwenîşanderên Îraqî destêwerdana Îranê di karûbarên welatê xwe de û hebûna milîsên ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) sponserîya wan dike şermezar kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500